Şahê Şahan

Şahê Şahan

Şahê Şahan

Dibêjin rojekê Îskenderê Meqedonî hate cem Diyocanis (Diogenes) daku pê re gotûbêj bike. Diyocanis ku mirovekî xelwet nişîn u arif pîşe bû, ji Îskender re wekî wî dipa îhtiram nekir u girîngî pê neda. Îskender ij tevger u pêşwazîya Diyocanis hêrs bû u got:

– Tu çima bi min re hanekî reftar dikî? Gelo te goman kiriye ku tu pêdivî u niyazekî te bi min nîne?

– Erê, pêdivîya min bi te nîne u ez ji te bê niyazim.

– Ez te bê niyaz nabînim. Tu li ser axê rûniştiyî u arîka mala te asîman e. ji min tiştekî bixwaze daku bidêm te.

– Şaho! Du xulamên min hene, qet ji fermana min naçin der u her du jî mîrê te ne. Tu xulamê xulamên min î.

– Ew xulamên te ku mîrê minin kî ne?

– Yek xişm e yek jî şehwet e. Min ewe kirine ramî (mutîê) xwe; hal ev e ku ew her du xulame, mîrê te ne, li ser te zal in u kijan alî de bixazin te bi wir de dikşinin. Here ciyê ku hemû ji fermana te re sitûxwar in; meyê vir ku tu li vir fermanberkî zebûn u heqîrî.

Dema xişmê u dema şehwetê, mêrxas li kû?

Kolan bi kolan talibê mêrxasekî hanim, kû? (Mesnevî)

Ferzan Yezdanî

Çavkanî: Îbnî Fatek, Muxtar-ul Hikem we Mehasîn-ul Kelîm, s. 87; Mesnevîyê Manevî, deftera diyem, malik ango beytên 1465-1468.

Bersivekê binivîsin