Rewşa Awarte, Jiyana Uryan û Kurdistan an jî Dawiya Hiqûqê 1

Rewşa Awarte, Jiyana Uryan û Kurdistan an jî Dawiya Hiqûqê 1

REWŞA AWARTE, JIYANA URYAN Û  KURDISTAN AN JÎ DAWIYA HIQÛQÊ 1  

       Ev çend mehin ku dîsa pêkûtiyên li ser gelê kurd têne kirin zêde dibin. Li seranserê axa Bakurê Kurdistanê terora dewletê her ku diçe zêdetir dibe. Mafên hemwelatiyên! Kurd û dostên wan! bi awayekî herî eşkere têne binpêkirin. Ev binpêkirina mafên kurdan niha gihîştiye asta sînorî. Bi heceta ewlekariya welat li ser navên (ne) qanûnên xwe yên pîroz heyîna kurdan a li ser axa kurdistanê ji bo tunekirinê ji xwe re dikin armanc. Wisa dibe ku em êdî nikarin qala mafan bikin. Heger em bi gotineke din bêjin êdî ji bo kurdan di nava hiqûqa heyî de ev demeke dirêje ku “dawiya hiqûqê” hatiye. Ev rewşa nehiqûqî xwedî dîrokeke dirêj e. Em dikarin bibêjin ku bi dîroka mêtingehbûna/kirina kurdistanê ve girêdayiye.

Li vir ji ber ku em dê li ser sepandinên komara tirkiyê herin em ev bêhiqûqiya ku bi sedsalane li ser gelê kurd tê ferz kirin naxin mijara vê gotarê. Em dê bi awayeke berfireh li jêr qala vê yekê bikin. Lê beyî ku em bi nêrîneke felsefî vê mijarê dahûrînînin divê di serî de em rêbazekî kifş bikin. Em dê li jêr ji bo destpêka vê gotarê di nava çend salên dawî de rewşa siyasî ya kurdistan û dinyayê binirxînin. Pişt re em dê di nava van çend mehên dawî de ji aliyê hejmarî ve qala ew binpêkirinên mafên bingehîn ên ji hêla dewletê ve li bakurê kurdistanê hatine kirin bikin. Dema me ev yek kir em dê êdî bikarin têgehên xwe jî rave bikin. Em dê li ser nêrînên çend feylesofan –di serî de Agamben- têgehên “rewşa awarte û jiyana uryan” û bi van her du têgehan ve girêdayî têgeha “homo sacer” pênase bikin. Bi alîkariya van têgehan em dê hewl bidin rewşa kurdan û kurdistanê şîrove bikin.

Gelê kurd îro her demî zêdetir rastî zordestiya dewletan tên. Em bi hêsanî dikarin vê yekê bibêjin ku bê navber ev çend sed salin ku dewletên serdest li ser xeteke faşîst bi her awayî zordestiya xwe li ser gelê kurdistanê ferz dikin. Ev dewletên serdest her çend carna li gor hin stratejiyên demkî polîtikayên xwe yên mêtingeriyê sist bikin jî di eslê xwe de her tim armanca tunekirina kurdan dane ber xwe (çi fizîkî çi çandî yekser li gor vê armancê tevdigerin). Tiştên ev çend mehin li Bakurê Kurdistanê li ber çavên me diqewimin berdewama vî şerî ye lê bi her awayî asta tundiyê lê hatiye zêdekirin. Ji bo em van bûyerên ku îro diqewimin bêhtir têbigihîjin divê em hinek qala rewşa bûyerên li dinyayê rûdane bikin. Taybet jî yên ku li Rojhilatâ Navîn.

 Dewleta tirk piştî aloziyeke mezin û demdirej di sala 2002an de hilbijartineke ecêb derbas kir. Partiya AKPê ya ku ew salake hatibû damezirandin ji sedan 34.28 dengên heyi stand û bû desthilatdarê tirkiyeya nû! Piştî têkoşîneke dijwar AKPê hemî saziyên dewletê bidest xist û dewlestê re yekgirtinek xurt çêkir (AKP û dewlet êdî yek beden e). AKPê Piştî tasfiyeyeke navxweyî cemata herî mezin a qaşo li ser ola îslamê bû dinava xwe de paqij kir/dike (ew di heman demê de hevkarên herî mezin ên vê desthilatdariya nû bûn loma dema ev tifaqa wan ji holê rabû faşîzma wan jî zelaltir bû)

Sala 2008 şûnda li gelek deverên Rojhilata Navîn şoreşa gelan destpêkir. Li Sûrî jî piştî şerê navxweyî kurdan xwe baş rêxistin kir û sê deverên ku kurdan piraniya nifûsê di destê xwe de digirt “Kanton” ragihandin. Ev di dîroka Rojhilata Navîn de pêngava herî dîrokî ya çend sedsalên dawî bû. Piştî vê yekê neyarên ku nedixwestin ku kurd ti carî li ser rûyê vê dinyayê (ne tenê li ser rûyê vê dinyayê ew dibêjin heger li gerstêrka Marsê jî kurd dewletêkî ava bikin em dê li dijî vê yekê bin!) statûyekê dest bixin ketin di nava hewldanan de. Li aliyêkî dewleta navendî ya Iraqê têkiliyên xwe yên Başûrê Kurdistanê dida sekinandin û aliyekê din jî dewleta tirk bi hemî hêza xwe piştgiriya leşkerî ji bo hin (ne) muxalifên ku li Sûrî dijî rejîma Esad û kurdan şer dikir berdewam dikir.

 Di rewşeke wisa de ji hêla dewleta tirkiyê û Tevgera Azadiya Kurdistanê ve hin gavên aşitîyê! hatin avêtin. Çend sedemên vê yekê hebûn. Tevgera Azadiya Kurdistanê ne dixwest di nava şerê Sûrî û Rojavayê Kurdistanê de qad û çeperên şer berfireh bike (ji ber ku hêzeke mezin a tevgerê piştî aloziya li Sûrî ji bo piştgiriyê çûbû Rojavayê Kurdistanê ) dewleta tirk di heman demê de di şereke pir dijwar de prestijek mezin li Şemzinanê winda kiribû( di payîza 2012an de navçeya Şemzinan jî di navê de di qadeke berfireh de şervanên HPG û YJASTARê kontrol xistibû di destê xwe). Bilî vê yekê di seranserê zîndanên dewleta tirk de rojiyên birçîbûn û mirinê destpêkiribû. Ev yek jî rewşa heyî xiraptir dikir. Loma wek stratejiyekê pêngava aştiyê ketibû rojevê. Lê tiştek hebû Tevgera Azadiya Kurdistanê û dewleta tirk şerê xwe yê ku li Bakurê Kurdistanê rawestandibû vêca li ser axa Rojavayê Kurdistanê dikir. Her çend hin guhertinên ku sedemên wan ji helwesta raya navnetewî bin çêbû be jî niha jî em dikaririn bêjin ku heman rewş derbasdar e.

Li Rojavayê Kurdistanê şereke pir dijwar li hemberî DAIŞ/DÎIŞ (dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê) dihate kirin. Dema kurdan kanton îlan kirin hemî neyarên kurdistanê ji bo vê statûya kurdan a rojava ji holê rakin bi hemî hêza xwe piştgirî ji bo DAIŞê kir. Tebaxa 2014an di asteke herî jor de DAIŞê dest bi êrîşê axa kurdistanê kir. Aliyekî li ser Kobanî aliyekî din jî li ser Başûrê Kurdistanê dest bi erîşan kirin. Cara yekemîn a êrîşan de çete li Kantona Kobanî têkçûn. Pişt re DAIŞê berê xwe da kurdên Êzidî û Şengal û Laliş jî di navê de axa Başûrê Kurdistanê dagir kir. Di vê dagirkirinê de dewleta tirkiyê piştgiriya başûr nekir(dewleta tirk gelek peymanên aborî bi rêvebiriya Başûrê Kurdistanê re kiribû û gelek aliyen de hevkariyeke wan hebû lê dewleta tirk refleksa xwe ya dîrokî nîşan da û li hemberî van erîşan bêdeng ma) Bi gotineke din piştgitriya DAIŞê kir. Kurdên Êzidî careke din bi rastî jenosîdê hatin û gelek jinên êzidî bi dîl hatin girtin.

Pişt re cara duyem DAIŞê dest bi êrîşê li ser Kobaniyê kir. Kurdan bajarekî biçûk ê li ser deştekî bû berxwe dan û her çend serokkomara dewleta tirkiyê gotibe “Kobanî ha ket, wê bikeve” jî bi saya berxwedana şervanên kurd Kobanî neket. Berxwedana Kobaniyê li dinyayê deng veda. Di sedemîn roja berxwedana Kobanî de şerên herî dijwar diqewimî li ser daxwaza Abdullah Ocalan digel gelek bajarên kurdistanê hemî bajarên Bakurê Kurdistanê gel rabû li ser piyan(peyama Hdpê*). Em dikarin bêjin ev sedsala dawî tiştek nû rû dida û kurd bi çekan derdiketin kolanan. Di rewşeke wisa de li gelek deveran qedexeya derketina kolanên bajaran hate îlan kirin(Stratejiya nû ya dewleta tirk).

Piştî serhildanên Kobanî dewlet kete di nava metirsiyeke mezin. Loma neçar ma ku leşkeran berdin li nava bajarên kurdistanê. Di van serhildanan de gelek kesî jiyana xwe ji dest dan. Dewletê nikarîbû xwe li ber serhildanê bigre. Loma stratejiyên berê cardin xist rojeva xwe. Çewa di salên 90î de piştî hêzgirtina tevgera azadiya kurdistanê dewletê dest bi kirinên qirêj kiribû piştî çend salan dirêj cardin dîsa dewlet bi rengê xwe yê dagirker berê xwe dida kurdistanê. Berê kontrgerîla li ser karbûn lê vê carê şêwe hatibû guhertin. Li ser kesên piştgiriya DAIŞê dikin dewletê berê kurdan berdida hev du. Piştî bûyerên çend rojan(0708.10.2014) dîsa bi peyama Abdulah Ocalan ev serhildan rawestiyan(peyama Ocalan**).

Di dawiya dawî bi saya berxwedaneke mezin û piştgiriya dewletên navnetewî û pişt re jî bi piştgiriya hêzên peşmerge ew dorpêç hate şikandin û Kobanî neket(Kurdan li ser Kobaniyê peyamek didan “Kobanî neket û wê ti carî nekeve”). Kobanî neket lê bajar weran bibû, bajar hatibû kuştin (kuştina bajaran).

Dema bûyer rawestiyan tirsa dubarekirina rewşên bi vî awayî ba dewletê peyda bû. Loma dewletê li ser navê pakêta “ewlehiyê” dest bi guhertin û derxistina qanûnan kir(êdî li şûna pakêtên demokasiyê! Em dikarin qala pakêtên ewlehiyê bikin). AKPê- ku êdî dewlet bi xwe ye- bi riya wan qanûnan xwest tirsê li ser gel biweşîne û desthilatdariya xwe ji bûyerên bi vî rengî biparêze (divê li vir were destnîşankirin ku ji bo bûyerên parka Geziyê tiştek wisa nehatibû rojevê li wir tenê me tundiya dewletê dît. Lê ji ber ku mijar kurd bû dagirkirina axa  kurdistanê ye dewletê bi hemî hêza xwe xwest otorîreya xwe ya li ser kurdistanê qaîm bike).

*HDPê piştî hevdîtina A.Ocalan re ji bo xwepêşandanan bangî gelê kurd dikir da ku derkevin kolanan ** A. Ocalan di vê peyama xwe de xetereya darbeyekê nîşan dida û dixwest dawî serhildanan bê.

Piştî xebatên meclîsa tirk 69 madeyên wê pakêta ewlehiyê hate pejirandin. Lê ji ber ku di 7ê Hezîranê de hilbijartinên pêk bihatina qanûnên din derbas nekirin. Tenê qanûnên ku dixwestin derbas kirin. Ji wan qanûnan jî madeya herî balkêş ew bû ku li ser navê gumanê hedef girtina mafên kesan ên bingehîn bû(madeya 17.) Dawiya wan madeyan di 27.05.2015an de li ser navê “pakêta ewlehiya hundirîn” ji meclîsê hatin derbas kirin. Êdî herkes dibû kesên bi guman û destûr ji hebû ku dewletê li ser navê ewlekariya welêt ew ji bo kuştinê bikirina armanc. Di rewşeke wisa aloz de pêvajoya aştiyê! Jî berdewam bû. Lê êdî hem li ber şerê Rojavayê Kurdistanê hem jî ji bo hilbijartinên 7ê hezîranê dewletê zextên xwe yê li ser gelê kurd zêdetir dikir. Tevgera siyasî ya kurd biryarek girîng ji bo hilbijartinên 7ê hezîranê distand. Gelek kesî rexneyên mezin li HDPê kir. Wan kesan digotin HDP ji ber ku dizane wê bendava sedî 10î derbas neke biryarek wisa standiye û ji ber ku PKKê û dewletê li ser pergala serokatiyê bi hev kiriye HDP dixwaze wisa bike ku AKP bi serê xwe bibe desthilatdar û pergala serokatiyê bîne(lê HDPê berovajî wê yekê kampanyaya xwe li ser slogana “em te nakin serok” da destpê kirin).

Di rewşeke wisa de HDPê xwe ji bo hilbijartinê amade dikir. Lê diyar bû ku dewletê fêm kiribû ku HDPê wê bendavê derbas bike û ji bo projeya wan dê bibe astengiya herî mezin dest bi êrîşa li ser kurdan û HDPê kir. Gelek bûroyên HDPê hatin şewitandin û gelek deveran HDP yî rastî êrîşên nîjadperestan hatin. Êrîşên li ser HDPê aliyekî êdî pêvajoya he(ne)yî ji holê hatibû rakirin. Artêşa tirk li ser navê operasyonan xwest dest bi îmhakirina şervanên kurd bike(bûyera Agirî*). Bi vê yekê AKPê dixwest dîsa bibe desthilatdar. Bilî vê heger HDP di binê bendavê de bimana dê sedî sed AKPê bikarîbûna pergala serokatiyê li meclîsê derbas bikirina. Loma êrîş her roja diçû roja din zêdetir dibûn.

Ber bi dawiya mîtîngan ev êrîş êdî rasterast li hemberî partîyê dihatin kirin. Di heman demê de êdî serokê partiyê Selehattin Demirtaş bûbû armanca dewletê. Di dawiya dawî dewletê kartê xwe –yê ku herdem cem wan amade bû- ê nû derdixist. Di mîtînga Amadê ya mezin de de(05.06.2015) çeteyekî DAIŞê! -me li jor jî gotibû gelek hêlan ve ew hevkarên hevin. Ji bo vê yekê daxuyaniyên dewletê referansa herî mezin e loma hewce nake em li vir yek bi yek qala têkiliya vê hevkariyê bikin- bombeyên ku li nava qada mîtîngê bi cih kiribû teqand û di encama vê bûyerê de 5 kesî jiyana xwe ji dest da û 500 kesî zêdetir jî birîndar bû.

*Dewleta tirk li bajarê kurdistanê Agiriyê li ser hêceta ku PKKyî heremê hene operasyonek da destpêkirin bi vê yekê cardin dest bi şerê leşkerî kir.

 Di rewşeke wisa de 7ê Hezîranê ji bo kifşkirina desthilatdariya welêt hilbijêrên hemwelatiyên tirkiyê çûn li ser sindoqan. Di vê hilbijartina ku di rewşeke awarte de derbas bû  HDPê ji sedî 13.4(ysk.org) deng stand û wek partiya çaremîn kete parlementoya dewleta tirkiyê. Kurdan bi vê yekê bersiva herî mezin dida dewleta tirk. Di vê hilbijartinê de xetên kurdistana siyasî jî kifş dibû( ji bo vê mijarê gotarên Cuma Çîçek bnr. birikim). Encamên ku piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê derket holê bandoreke mezin li ser siyaseta dewleta tirkiyê çêkir. Piştî têkoşîneke dirêj cara yekem kurdan bendava faşîst ya ku piştî darbeya 12 îlonê hatibû dayîn derbas kir û bi 80 parlementeran li ser navê HDPê kurd ketin meclîsê.

Hilweşandina bendavê û ketina HDPê ya Meclîsê encamên girîng bi xwe re anîn. AKPê ya ku ew 13 sal bû desthilatdarî dikir jî êdî nikarîbû ku bi tenê bikarê desthilatdariyekê ava bike.

Her çend gelek kes benda kolîsyonekê bin jî serokkomar piştî hilbijartinê ev encam nepejirand. Rojek piştî hilbijartinê rojnameyên dewletê/AKPê raste rast wisa dinivîsandin: “tirkiye got cardin hilbijartin” (bnr: yeni şafak). Yên ku kevneşopiya rêvebirina dewletên tirk fêm nekiribin benda koalîsyonekê bûn. Ewan gelek tişt ji bîr dikir serokkomarê dewletê xwe wek xelîfeyê Osmanî didît û dixwest ji “qesra” ku ji bo xeyalên xwe avakiribû de welêt bi rêvebibi.

Erdoğan  piştî bû serokomar raste rast anîbû ziman ku wê di nava makezagona heyî de tevnegere û piştî hilbijartina serokkomariyê rewşeke nû derketiyê holê û divê her kes vê rewşa nû bipejirîne. Serokkomar li şûna xwe jî A.Davutoglu anîbû li ser kar. Davutoglu xeyalperestê nûde zindîkirina Şahînşahiya Osmanî bû. Di rewşek wisa de piştî hin “hevdîtinin şanoyî” biryara hilbijartineke nû hate dayîn; hilbijartina giştî ya zû. Ji bo vê hilbijartinê jî dîrok wekî 1ê Sermawezê hate diyarkirin(serokkomar ev hilbijartin wekî dîsa hilbijartin binav kir û armanca xwe eşkere kir. Heya em bibin desthilatdar dîsa hilbijartin!). Di nava vê pêvajoyê de li kurdistanê her awayî terora dewletê hate meşandin. Divê dengên MHPê ji AKPê re bihatina û HDP di bin bendavê de bihatina hiştin da ku pergala serokatiyê bihatina îlan kirin. Ji bo vê yekê jî her tişt rewa hate dîtin. Ev bûyerên piştî 7ê Hezîranê qewimîne di dîrokê de kêm cara hatiye dîtin. Loma hewceye em bi berfirehî qala wan bûyeran jî bikin.

Em dê ji komkujiya “Sirûcê” destpê bikin û ji komkujiyê vir ve kirinên dewletê yên ji bo serweriyê raxînin li ber çavan. Desthilatdariya li ser kar bi kijan kirinan dixwaze kurdistanê hebûna xwe bidomîne? AKPe -ya ku êdî dewlet bi xwe ye- ji bo domandina desthilatdariya xwe di nava kîjan sînorên nediyar de tevdigere? “Rewşa awarte” bi çi awayî li ser xeteke dijwar niha li kurdistanê meriyetê de ye? “Jiyana Uryan” li kurdistanê rengeke çewa distîne? “Homo Sacer” bûna kurdan wê bi çi awayî were ravekirin? Gelo piştî van bûyerên dawî em dê hiqûqê çewa pênase bikin? “Dawiya Hiqûqê” wê bi xwe re xetereyên çewa bîne? Werin niha jî em hinek li ser van pirsên xwe herin û bersivên pirsên xwe bigerin.

Dewlet û Makîneya Mirinê  

 Piştî hilbijartinên  7ê Hêzîranê AKPê desthilatdariya xwe ya ku ew 13 sal bû bênavber domdikir winda kir. AKP ji ber kirinên xwe yê qirêj nikarîbû di nava koalîsyonekê de cih bigre. Loma divê dîsa bi serê xwe bibûya desthilatdar. Ji bo vê yekê jî divê di serî de biryara şerê kurdan bidana. Loma berê xwe da kurdan û ev yek kir.

 Di 20ê Tîrmeha 2015an de koma ku piraniya wan ji çepgir û demokratan pêkdihat xwestin ji bo piştgiriyê herin Kobaniyê. Dema li Sirûcê ji bo daxuyaniya çapemeniyê kombûbûn teqîna bombeyan rûda. Li gor agahiyan di vê teqînê de 32 kesî jiyana xwe ji dest da û 104 kes jî brîndar bû(bnr. Rapora îhdê: 23.07.2015) Piştî vê yekê li Amedê polîsek li Semsûrê jî leşkerek hate kuştin. Di hema demê de li serêkaniyê du polîsên dewleta tirk hatin kuştin.  Dewletê ev kuştinên dawî ji xwe re kir hêcet û biryara şerekî berfireh da. Di wan rojan de di şeva 24ê Tîrmehê dî dîroka tirkiyê de êrîşên herî mezin ên hewayî yên bê navber da destpêkirin. Gelek qadên li ser axa Başûrê Kurdistanê bûn hate bombebaran kirin. Lê ser vê yekê şerê di navbera dewletê û PKKê de dîsa destpê dikir.

 Piştî van êrîşên hewayî dewleta tirk plana şerê nû xiste meriyetê. Li gor vî planî wê her awayî desthilatdariya dewletê ya ku di pêvajoya aştiyê! de qels bûbû cardin bihatina qaîm kirin. Loma dewletê di serî de berê xwe de deverên herî berxwedêr ên Bakurê Kurdistanê.

Dewletê bi vê yekê dest bi şerê xwe yê li hemberî kurdan kir. Lê li hemberî vî şerê dewletê kurdan jî bi xendek û ragihandina rêveberiyên xweser xwest bersivê bide dewletê. Loma dewletê asta tundiya şer jî zêdetir kir/dike. Cara yekem dewletê li ser vê hêcetê berê xwe da taxên Silopî. Di 7ê Tebaxa 2015an dewletê êrîş bir li ser çend taxên Silopî. Li hemberî vê yekê niştecihên taxê li berxwe dan û pevçûnên dijwar rûdan. Di wan pevçûnan de 4 kesî jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî brîndar bû(rapora hevpar ya ÎHD û MHD, bnr: 13. 08. 2015).

Piştî vê yekê awayê berxwedanê  gel û awayê şerê nû yê li hemberî kurdan hêdî hêdî kifş dibû. Dewletê êdî rewşa awarte ya ku nahatibû îlankirin li ser navê ewlekariya welêt dianî rojevê.

 Şerê di navbera dewleta tirk û PKKê de her roja ku diçû geştir dibû. Di rewşeke wisa de li Gimgima Mûşê tiştek eceb rû da. Li ser ewlekariya bajêr (li ser hêceta HPGyî li bajêr hene) qedexeya derketina kolanên Gimgimê hatê ragihandin(16.08.2015) Piştî qedexekirina derketina kolanan leşkeran û tîmêm taybet xwestin bikevin kolanan. Lê rastî berxwedana gel hatin. Di vê berxwedanê de 4 sivîl hatin kuştin(bnr.  rapora ÎHDê: 20.08.2015). Pişt re qedexeya hatibû îlan kirin hate rakirin (17.08.2015) Piştî vê bûyerê êdî her devera ku dewletê ji bo desthilatdariya xwe wekî pisrgirêk didît heman şêweyî qedexeya derketina kolanên bajêr dihat ragihandin. Em nikarin qala hemî qedexeyên ku hatine ragihandin û encamên wan bikin li vir tenê em dê qala çend heban ji wan bikin. Taybet ên ku heya niha rapor di derbarê wan de hatine nivîsîn.

 Li bajarê Silîva/Farqînê cara yekem di navbera mêjûya 18.08.2015 û 19. 08.2015an de ji bo hin taxan qedexeya derketina kolanan hate ragihandin. Di vê qedexekirinê de 3 kesî jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bû(bnr: rapora îhdê: 26.08.2015). Piştre dîsa di navbera mêjûya 03.11.2015 û 14.11.2015an de ev qedexe hate dubarekirin. Di nava 11 rojan de 9 kesî jiyana xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn (bnr. Rapora îhdê: 20.11.2015)

 Li Cizîra Botan di navbera mêjûya 04.09.2015 û 12.09.2015an de qedexeya derketina kolanên bajêr hate îlankirin. Di vê qedexeyê de zarokekî 35 rojî bigre heya kalêkî 79 salî 22 kesî jiyana xwe ji dest dan û 23 kes jî birîndar bûn. Ji wan 22 kesên hatibûn kuştin 15 ji wan ji hêla snîperan hatibûn qetilkirin. (bnr: rapora ÎHDê: 15.09.2015) li Cizîrê tiştek din jî rûdidan êw jî digel kuştina mirov û bajaran kuştina ajalan (dewletê kevokên kurd jî qetil dikir). Li Cizirê çend carên din jî ji bo demeke kin be jî qedexe hatin îlankirin. Lê di derbarê wan de agahiyên zelal tune.

 Li Nisêbînê jî dewletê qedexeya derketina kolanên bajêr îlan kir. Cara yekem di navbera mêjûya 01.10.2015 û 06.10.2015 an de ev qedexe hate ragihandin. Di encamê de 2 kesî jiyana xwe ji dest da û 6 kes jî brîndar bû. Cara duyem jî di mêjûya 13.11.2015 hatê îlankirin û niha jî berdewam e. Heya niha li gor daxuyaniya ÎHD û MHD ya Mêrdînê 4 kesî jiyana xwe ji dest dane û 6 kes jî birîndarin. Berxwedana gel û êrîşa dewletê niha li Nisêbînê berdewam e. Gelek deverên din jî heya niha qedexeya derketina kolanan hatiye îlankirin. Ji bo Silopî di mêjûya 07.10.2015an de hate îlankirin. Dîsa li Licê, Pasur, Hêne, Hezro û Sûra Amedê û Geverê jî ji bo çend caran qedexeya derketina kolanan hatiye îlankirin. Lê mixabin di derbarê van qedexeyan de agahiyên rast û bera niha nîne.  Lê em dizanin di van qedexeyan de heya niha gelek kesî jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne.

Dîsa di mêjûya 10.10.2015an de li Gara Trenê ya Enqerê di nava girseya ku ji bo aşitiyê hatibûn mîtîngê du bombeyên zindî qetliyamek mezin pêkanîn. Di vê bûyerê de 100 kesî zêdetir jiyana xwe ji dest da û çend sed kes jî birîndar bû(rapora ÎHDê bnr: 12.10.2015). Bi kurt di nava çend mehên dawî de heya niha gelek kesî jiyana xwe ji dest da gelek kes jî birîndar bû. Dewleta ku ji bo serwerî û desthilatdariya xwe veguheriyê “makîneya mirînê” heya niha bi awaykî herî vekirî û eşkere li ser kar e. Niha divê em li ser şêweya vê desthilatdariyê û têkiliya wê ya bi hiqûqê rê bisekinin.

Rewşa Awarte û Jiyana Uryan

 Di vê sedsala dawî de çend feylesof hene ku bandoreke zêde li ser felsefeya siyasetê çêkirine. Têgehên ku wan feylsofan afirandine îro –dibe ku di qada jiyanê de werin bikaranîn dibe ku neyên bikaranîn jî- ji bo ravekirina bûyerên rûdidin ji me re rêçikekê vedikin. Rewşa awarte, jiyana uryan û bi van têgehan re girêdayî jiyana pîroz û homo sacer jî çend têgehên nû û bi bandorin ku ketina nava felsefeya siyasetê. ji bo ku ev têgeh baş bêne fêmkirin divê di serî em bi awayekî kurt qala biyosiyasetê bikin ku ji van têgehan re dibe bingeh.

 Biyosiyaset yek ji afirêneriya feylesofê Fransayî Micheal Foûcaûlt e. Di berhemên Foûcaûlt de –Dîroka Zayendîtiyê bigre heya Hatina Girtîgehan-  ev têgeh pir zêde tê bikaranîn. Foûcaûlt diyar dike ku ji sedsala 17. Destpê bike heya roja me her tim em di jiyanê de rastî pêkûtiyên desthilatdariyê tên. Bi vê yekê re girêdayî şêweyên desthilatdariyên nû bi xwe re xetereyên mezin anîne. Wisa bûye ku êdî desthilatdarî jiyana mirovan difetisîne û li ser vê yekê xwe saz dike. Loma “ew tişta ku îro em dipirsin xwezaya desthilatdariyê çi ye nîne, bêhtir –wekî ku di Foûcaûlt de heye- ev pirs e desthilathilatdariya karînan dike, li ku çêdibe û çima her derî ye? (Deleûze, 20000: 19).

 Li gor ramanên Foûcaûlt wisa bûye ku jiyana hemî mirovan di bin kontrola desthilatdariyê de veguheriye jiyana girtîgehekê.“Jiyana xwezayî ya mirovî, her roja din hineke din bi tevlî hesabên desthilatdariyê û mekanîzmayên desthilatdariyê dibe û tê rêvebirin” (Agamben, 2013) Loma wisa bûye ku her tişt ji bo desthilatdariyê bûye alavek da ku xwe pê bi rêvebibe.

  Piştî vê yekê jî em êdî nikarin qala “kirde”yek azad bikin. Êdî kirde ji holê radibe. “Li hemberî desthilatdareke zagonî kirdeya ku wekî tebaa hatiye avakirin li cihê îtaatê de kon vedide” ( Foûcaûlt, 2005: 67). Hingê êdî em dê li şûna kirdeya qala heyberan bikin. heyberên ku li ser wan her tişt dikare were ferzkirin.

Felsefevanê Îtalyanî Gîorgîo Agamben dîsa salên 90î de pirtûka xwe ya bi navê Desthilatdariya Serwer û jiyana Uryan nivîsand. Dîsa Agamben piştî şerê Iraqê(2003) pirtûkek bi navê “Rewşa Awarte” nivîsand. Ev her du pirtûk îro di felsefeya siyasetê de cihekî cuda û girîng digrîn. Di van pirtûkan de Agamben raman û nêrînên Foûcaûlt ji xwe re wek bingeh stand û têgehên xwe re kir referans. Lê wî rexneyên xwe yên di derbarê têgeha Foûcaûlt biyosiyastê jî anîn ziman. Li gor Agamben biyosiyaseta ku Foûcaûlt qala wê dike ji serdema Yewnan Kevnar bigre heya niha her tim heye. Loma em dikarin bêjin ev têgeh wekî têgeha siyasetê jî kevn e.

Agamben di van pirtûkên xwe de bi awayekî berfireh qala têgehên “rewşa awarte”, “jiyana uryan” û “homo sacer*” dike. Bi riya van têgehan Agamben şêweyên desthilatdariyê û kirinên wê derdixîne ber çavan. Ji “Hiqûqa Roma”yê ber bi sedsala dawî têkiliya desthilatdarî û serweriyê ya bi hiqûqê re lêdikole. Dema vê yekê dike jî ji gelek aliyan ve hiqûqa heyî rexne dike û dixwaze tegeha “rewşa awarte” ya ku xwe li ser xeteke nediyar bi cih kiriye rave bike.

Li gor Agamben “rewşa awarte” dema li ser siyasetê nediyariyek xwe dide der an jî sedem çi bibe bila bibe di rewşeke alozî de li ser navê domandina rêkûpêkiyê rewşa hilawestina hiqûqê(to suspend the operation of the law) de derdikeve holê. Lê tenê bi yek awayî dernakeve holê. “…dema ku der zagonî der hiqûqî vediguhere zagon û hiqûqê rewşa awarte dertê” (Agamben, 2006: 8). Dema Agamben pênasa rewşa awarte dike ew xwe jî dibêje ku pirsgirêka pênasê ji bo têgeha rewşa awarte heye. Bi gotineke din rewşa awarte hewceyî zelalkirinê ye.

Ya rastî rewşa awarte hem di derveyî hiqûqê de ye hem jî di nava hiqûqê de ye. An jî em dikarin bêjin ku rewşa awarte qadeke nediyar e. Desthilatdarî bi saya vê qada nediyar li ser qada ku serweriyê dike desthilatdariya xwe bihêztir dike.“Ev qad qadeke wisa ye ku der û hundirîn hev red nake û berovajî dema hev diyar dike sînorekê an jî têkildarê qadeke “ne vê wê” ye,  dema zagon jî hilawestinê distîne ev rewşa ku qadeke bê zagon ava dike ne derveyî rêkûpêkiya hiqûqê ye(qet nebe doza vê yekê dike)” (Agamben, 2001, 33).

*Têgeha Homo Sacer bi Îtalî ye, di wergera Îngilîzî de jî heman Şêweyî hatiye wergerandin. Loma em jî li vir resnebûna têgehê diparêzin. Bi kurdî dikare mîna “pîroz mirov” were wergerandin.

Li vir tişta herî bala me dikşîne ew e ku dema Agamben van pirtûka dinivîsîne qet qala kurdistanê û kirinên dewleta Tirkiyeyê nake. Taybet jî dema qala serdema Mussolînî û Hîtler dike û kirinên wan radixîne ber çavan qet nebê divê çend mînak ji serdema Atatirk jî bidana û qala Rewşa Awarte ya li kurdistanê jî bikirina. Ji ber ku ew kirinên wan dewletan ên ku ji ramanên xwe re dikir bingeh wan dewlata bêhtir li ser axa kurdistanê hatibû piratîze kirin.

Niha jî ya ku dewleta tirk li kurdistanê dike ev tişt bi xwe ye. Piştî damezirandina dewleta tirk heya îro em dikarin bêjin ku hertim bêzagoniyeke ku di nava zagonê de hatiye bi cih kirin kurdistan tê rêvebirin(ji bo van qanûnan berhemên İ. Beşîkçî bnr.) Dema desthilatdariya kemalîstan de jî dewletê ji bo ku desthilatdariya xwe li ser gel ferz bike hemî hêza xwe li ser axa kurdistanê bi cih kiribû. Bingeha xwe jî ji zagonên xwe yên “pîroz” girtûbûn.

 Dema desthilatdarî desthilatdarî ji bo domandina pergala xwe vê yekê bike di rewşeke wisa de jî jiyana pîroz a mirovan dertê. Desthilatdarî wisa dibe ku dikare her tiştî bike. Her çi qas di derveyî hiqûqê de be jî di hawirdorê hiqûqê de hemî kirinan dike. Di serdema îroyîn de desthilatdariya serwer a ku li ser mirin û jiyanê xwedî her cure mafî ye “jiyaneke uryan” diafirîne. Bi vê yekê jî “jiyana uryan di nava qada siyasetê de tê bi cih kirin. Heta em dikarin vê yekê jî bibêjin kirina yekem a desthilatdariya serwer afirandina bedeneke biyosiyasal e” (Agamben, 2013: 15). An jî jiyana uryan bi xwe ye.

 Li gor Agamben nakokiya serweriyê ya desthilatdariyên nûjen hene. Serwerî di heman demê de hem di nava hiqûqê de ye hem jî derveyî hiqûqê ye. Mafê biryardayîna rewşa awarte jî mînaka herî baş a desthilatdariyê ye. Wisa dibe ku rewşa awarte rêbazbûnekê çêdike. “Îro bi rêbazbûna rewşa awarte jiyana uryan her roja din bi qada siyasal re hevgirtinekê çêdike. Rewşa awarte jiyana uryan hem ji derveyî qada siyasal dihêle hem jî di hundirê xwe de girtî dike” (Agamben, 2013: 18).

      Dîsa Agamben bi van têgahan re girêdayî qala tegaha “homo sacer” dike. Agamben homo sacer wekî jiyana ku dikare were kuştin lê nikare bê kurban kirin pênase dike. Agamben dema vê têgehê rave dike qala “Hiqûqa Romayê” jî dike. “Loma têgeha homo sacer di hiqûqa

Romayê de têgeheke sînorî ye. çewa hiqûq di rewşa serweriya awarte de ji bo rewşa awarte derbasdar dibe, wisa jî homo sacer jî ji ber ku nayê qurbankirin dibe aîdê Xwedê û kuştinbûna xwe jî tevlî civakê dibe. Jiyana pîroz jiyana ku nayê qurban kirin lê dikare were kuştin e”(Agamben, 2013: 103). (ji bo homo sacer bnr. Agamben, 2013: 89-90).

 Ev tişta ku dertê jî jiyana uryan e. Dema ev yek dibe jiyana uryan hem ji qada xwedayî hem jî ji qada hiqûqê tê derxistin. Li vir jî taybetiyeke serweriyê derdikeve holê. Beyî ku bibe kujer dikare kuştina pêkbîne. Êdî wisa dibe beyî ku kuştin di holê de hebe dikare mirina pêkbîne. Desthilatdariyên nû şêweyekî wisa de ye ku kesên biryar hatiye dayîn ku wê nikaribin pergala siyasî ya desthilatdariyê re bibin yek û ew hemwelatîyên nabe ku bibin “yên din”(other)  di heman demê de dikarin ji aliyê bedenî ve ji holê werin rakirin. “Bi riya rewşa awarte ne tenê dijminên xwe yên siyasî ji bo hin hemwelatiyên ku ji ber hin sedemên cuda diyare ku wê pergala siyasî ya heyî re yekgirtinekê çênekin destûrê dide ji bo ji holê rakirina wan” (Agamben, 2013: 10). Ya ku îro li kurdistanê dibe jî ev yek bi xwe ye. Wisa bûye ku dewlet li ser mirin û jiyana kurdan de xwe yekser otirîte dibîne. Loma berê xwe dide kuştînê û berê xwe dide “homo sacer”in xwe. Xwe kurd “yên din” in û nabe ku careke din bibin “yên din”. Loma divê ji aliyê bedenî ve ew  ji holê bên rakirin.

Rewakirina Kuştina Mirovan û Dewlet

Heya niha di derbarê van kirinên dewletên de ji nava akademiya demokratik jî deng bilind derneketiye. Li tirkiyê de dema mijar dibe kurd, kurdistan û mêtingeriya dewleta tirk – her wisa ecem û ereb- em hingê dibînin ku rewşembîr! Yekser “lal” didin( ew ne ku nabînin, ne ku nabihîsîn, dibînin û dibihîsin lê ji ber berjewendiyên çînekê an jî ji bo berjewendiya netewe ku xwe wekî neteweya serdest dibîne yekser “lal” dibin).

Di nava şereke vî rengî de siyaseta kurd ev tiştên ku ji hêla dewletê ve hatine kirin piranî wekî şerê partiyekê dîtin. Li gor wan AKP ji bo xwe rizgar bike dest bi vî şerî kiriye. Lê ev yek ji berahiyan gelek dûr e. Divê ew ji bo çewtiya wan nerînên xwe sepandinên dewleta tirk ên dîrokî binêrin. Disa hin hiqûqzanan xwestin li gor makezagona heyî vê yekê rave bikin(Ew hê jî qala madeyên Makezagona tirkiyê dikin!). Gelek Hiqûqzanan jî ev yek wekî meşandina “hiqûqa şer” û “hiqûqa dijminayî” binav kir. Di paneleke ku li Stenbolê pêk dihat de hiqûqzaneke kurd –ku pir navder e- ji bo kuştinên ku li Nisêbînê diqewimîn wiha digot “em dibin dorpeçkirineke mezin dene, li kurdistanê kesên ku derdikevin ber derî têne kuştin, li gor hiqûqeke neyarî tevdigerin”(bestanuçe, 20.11.2015). Lê divê neyê jibîrkirin “rewşa awarte ne hiqûqeke taybet e(mîna hiqûqa şer) wekî hilawestina rêkûpêkiya hiqûqê sînorê hiqûqê an jî têgeha sînorî kifş dike” (Agamben, 2003: 13). Loma divê sepandinên dewleta tirk wekî hiqûqêke taybet neyê pejirandin, heger wekî hiqûqeke taybet were pejirandin dê hingê li gor wê hiqûqa taybet werin sûcdarkirin û bên ceza kirin lê heya niha li kurdistanê tiştek bi vî rengî nebûye. Loma ev ne hiqûqeke taybet e. Di nava hilawestina hiqûqê de ji holê rakirina hemî îwerên(things) hiqûqî bi xwe ye.

Çend roj berê nûçeyek li ser malperan hatibû belavkirin. Parlementerê Hdpê yê bajarê Mêrdînê Mîthad Sîncar ji bo qeymeqamê Nisêbînê ku berê xwendekarê wî ye wisa gotiye: “nîyeta wî baş e, li gor qanûnên navneteweyî tevdigere”(Bestanûçe: 21.11.2015). Hiqûq li ser nîyetên kesan naçe û nikare nîyetên kesan jî bipîve loma hiqûq li ser kirinan(acts) diçe. Kirênên ku heya wê demê li ser fermana wî qeymeqamî dewletê di rewşa awarte de pêkanîbûn jî ev bûn: 2 jin 2 zarok û çend birîndar û li ser taxên navçeya Nisêbînê bi her awayî terora dewletê û desthilatdariya serwer a dewletê.

Dîsa di 5ê Sermaweza 2015an li bajarekî tirkiyê(Eskîşehîr) doza JÎTEMê ya ku Albay Temîzöz û çend kesên din dihatin darizandin hate dîtin*. Albay Temîsöz ji ber hin sûcên xwe yên dema li Cizîra Botan kar dikir pêkanîbûn dihate damezirandin. Albay Temîzöz berê li hemberî dadgeriyê wisa gotibû “Min mirov nekuştine ew kesên min kuştibûn Cizîrî bûn…”. Niha piştî çend salan ji bo stratejiya dewletê ya demkî dihatê darizandin. Lê dema ew stratejiya wan ji holê rabû dîsa rûyê xwe yên qirêj nişan dan û ji bo Temîzöz û çend kesên din biryara berdanê hate standin. Temîzöz di dadgehê de di rastiya xwe de ev tişt dubare kiribû. Ew kesên me kuştin me li ser navê dewleta xwe û ji bo serweriya dewletê kuşt û ew kesên me kuştibûn jî Cizîrîbûn –an jî bi gotineke din kurd bûn an jî homo sacer bûn- loma divê em neyên cezakirin. Jiber ku kuştina kurdan –wekî homo saceran- wekî sûc nayê dîtin û ji bo kuştina kurdan kes nayê cezakirin.

Divê neyê jibîrkirin gotinê hiqûqa neyarî û hiqûqa şer jî “hiqûqekê” di nava xwe de dihewîne. Lê di dîrokê de heya niha ew sûcên ku li hemberî kurdan pêkhatine kesek nehatiye cezakirin. Ger hiqûqa şer bûna jî dîsa divê ew bihatina cezakirin. Ji ber ku di hiqûqa şer de jî ti kes nikare zarokêkî bikuje û ti leşker nikare peymanên heyî yên navneteweyî binpê bike. Ji bo ve mînaka herî baş peymana Cenewrê ye. Li gor vê peymanê hemî qîdeyên şer hatine diyar kirin û kes nikare dijî ve yekê tevbigere ger li leşkerek li djî vê peymanê derkeve an jî wê peymanê binpê bike dizane ku ew dê li gor wê peymanê were darizandin. An jî tê dirizandin.

Lê li vir berovajî vê yekê li ser heyîna rewşa awarte derketina sînorên hiqûqê heye. Ev tişta ku em dibêjin dawiya hiqûqê dertê holê. Kesek ji bo kuştina kurdekî Silîva, Nisêbînê, Cizîrê wê neyê sûcdarkirin. Her çend li ser wan doz werin vekirin jî tu kesê nayê cezakirin. Heya niha li kurdistanê xwe ev hiqûq hebû ji bo kuştina kurdan, ji bo talankirina malên kurdan û şewitandina gund û konên kurdan kes nehatiye cezakirin. Tenê carna li gor polîtîkayên desthilatdariya serwer hin kes bi aweyekî sembolîk derdiketin li hember dadgeriyê lê niha wê êdî ev yek jî nebe. Ji ber ku ev tiştên niha dibin tev di nava qanûnan(!) de tê kirin an jî di nava tunetiya qanûnan de tê kirin loma dê ti kes ji bo wan sûcan neyê cezakirin berovajî vê yekê dê werin perûkirin. Ger rûtbeyên wan di asteke kêm bin wê bên bilind kirin heger li bajarên kurdistanê kar dikin wê ji bo bajarên rojava werin tayîn kirin. Ji ber ku ew homo saceran ji ber ku kurdan dikuşin wê di nava vê pergalê de her tim werin parastin.

*Temîzöz û hevalên xwe di salên 90î de li Cîzîra Botan ji ber ku 21 kesên sivîl (homo sacer) kuştibûn dihatin darizandin.

Îro armanca dewleta tirkiye ne ew e ku tenê bajarên kurdistanê vala bike an jî

komkujiyan li ser gelê kurd pêk bîne îro di heman demê xweza, dîrok, çand, bi giştî erdnîgariya kurdistanê digel niştecihên tê de dijîn ji bo armanca tunekirine hedef e. Bilî vê wekî me berê jî bilêvkir ev tişta niha dibe wekî bîyosiyeta ku me qala wê kir dixwaze hemî aliyan vê vê yekê pêk bîne û desthilatdarî û serweriya xwe berfirehtir bike.

Jiyana uryan niha li her deverê kurdistanê belav dibe. Kurdistan wekî angaştekî em dikarin bêjin xwe ev 200 salê ku rewşa awarte ya bê navber dijî. Lê niha li ser vê rewşê tiştek din jî zêde dibe êw jî bi her awayî derketina ji sînorên hiqûqî an jî bi gotineke din  dawiya hiqûqê. Xetên telefonan û girêdana înternetê li ser navê ewlehiya welêt! Ji bo serweriyê di afirandineke rewşa awarte de tên qutkirin. Bajar û navçeyên kurdan ên herî berxwedêr li ser vegotina li “dijî terorê” têne kuştin. Daristanên kurdan her çend di bin parastina “sûcên bê bexş” de bin jî dîsa bi zanêbûn têne şewitandin. Xwe bi avakirina bendavên elektrîkê xwezaya Bakurê Kurdisatanê hatibû talankirin. Niha jî piştî êrişên xwe yên li ser van deveran ew ajalên ku dikevin destê wan ji bo tirsa xwe belav bikin dikujin. Wekî me nîşan kir ev tişta ku niha li kurdistanê derketiye holê dawiya hiqûqê bi xwe ye. Hiqûqa der mirovî ya sermeyedariyê jî êdî li kurdistanê ne derbasdar e. Desthilatdariya ku dixwaze mêtingeriya xwe li ser kurdistanê ferz bike û bi vî awayî desthilatdariya xwe bidomîne êdî qet di nava sînorê xwe yên diyarkirî de rawestinê napejire. Di nava van çend mehên dawî de ji ber hilawestina hiqûqê jiyan jî di şêweyekî uryan de di hilawestî bûye.

Dema min dest bi vê gotarê kir li Sîliva/ Farqînê mixabin nizanim ji bo cara çendan bû qedexeya derketina kolanên bajêr dihate ragihandin. Û dema min dawî li vê gotarê anî dîsa di nava nalînên dayîkan de li Nisêbînê makîneya dewletê ya mirînê li ser kar bû(mardîn arena:

25.11.2015). Em niha nizanên sibêya din ji bo kîjan kolanên kurdistanê wê biryara qedexeyekê were dayîn. Kîjan zarok, ciwan, pîr, jin wê bibin homo sacerên vê dewletê. Lê bes em dizanên li hemberî vê rewşa hilawestina hiqûqê û bi vê yekê re girêdayî dawiya hiqûqê wê bi xwe re hiqûqeke nû bîne. Em dê di gotarên din de qala wan rêçikan bikin. Li hemberî hiqûqa heyî ya ku êdî di nava sînor û xêzên nediyarkirî de diçe û tê.

Û “Nexwe hiqûq şêweya rîtûelî ya şer e”( Foûcaûlt, 2005: 201).

Û Sînyor! Agamben dengê me/min hate te! Tu me/min dibihîsî!

ÇAVKANΠ

Agamben, Gîorgîo, Rewşa Awarte(Îstîsna Halî, Wer:Kemal Atakay), Weşanên Otonom, Stenbol, 2006

Agamben, Gîorgîo, Pîroz Mirov/ Desthilatdariya Serwer û Jiyana Uryan(Kutsal İnsan/Egemen

İktidar ve Çıplak Hayat, Wer: Îsmaîl Turkmen) Weşanên Ayrinti, Stenbol, 2013

Benjamin, Walter, Li Ser Rexneya Tundiyê(Şiddetin Eleştirisi Üzerine, Wer: Ece Göztepe) Weşanên Metîs, Stenbol, 2010

Beşîkçî, Îsmaîl, Zagona Tuncelî(1935) û Jênosîda Dêrsimê(Tunceli Kanunu(1935) ve Dersim Jenosidi), Weşanên ÎBV, Stenbol, 2012

Foûcaûlt, Micheal, Karîna Siyasî yên Rewşenbîran(Entelektüelin Siyasi İşlevi, Wer: Işık Ergüden, Osman Akınbay, Ferda Keskin) Weşanên Ayrinti, Stenbol, 2011

Foûcaûlt, Micheal, Dîroka Zayendîtiya( Cinselliğin Tarihi, Wer: Hülya Tanrıöver) Weşanên Ayrinti, Stanbol, 2007

Foûcaûlt, Micheal, Girtîbûna Mezin(Büyük Kapatılma, Wer: Işık Ergüden, Ferda Keskin), Weşanên Ayrinti, Stenbol, 2005

Foucault, Micheal, Hatina Girtigehê(Hapishanenin Doğuşu, Wer: M.Ali Kiliçbay) Weşanên Îmge, Enqere, 2015

Gille Deleûze, Du rejîmên Dînîtiyê, Amadekar: Davîd Lapoujade ki Delilik Rejimi, Wer:

Mahîr Ender Keskin) Weşanên Baglam, Stenbol, 2009

Lemke, Thomas, Biyopolîtîka(Biyopolitika, wer: Utku Özmakas) Weşanên Îletîşîm, Stenbol, 2014

Schmitt, Carl, Xwedênasiya Siyasal(Siyasal Teoloji, Wer: Emre Zeybekoğlu), Weşanên Dost 1996

Navenda Giştî ya Îhdê: Rapora di Derbarê Komkujiya Sirûcê de: 23.07.2015

Navenda Giştî ya Îhd û MHDê: Rapora di Derbarê Silopî de: 13.08.2015

Navenda Giştî ya Îhdê: Rapora di Derbarê Silîva/Farqînê de: 26.08.2015

Navenda Giştî ya Îhdê: Rapora di Derbarê Silîva/Farqînê de: 20.11.2015

Navenda Giştî ya Îhdê: Rapora di Derbarê Gimgimê de: 20.08.2015

Navenda Giştî ya Îhdê: Rapora di Derbarê Cizîrê de: 15.09.2015

Navenda Giştî ya Îhdê/Şaxa Amedê: Rapora li Kurdistanê 9 Mehên Dawî de Binpêkirina Mafên Mirovan: Tebaxa 2015an

Şaxa Mafên Mirovan a Mêrdînê Rapora di derbarê Nisêbînê de: 08.10.2015

Rojnameya Özgür Gündem Hejmara: 06.11.2015

Rojnameya Azadiya Welat Hejmara: 06.11.2015

Malper

www.bestanûçe.com

www.ihd.com

www.mardinarena.com

www.birikimdergisi.com

www.bakurnet.com

www.qijikareş.com

www.hukukihaber.net

Bersivekê binivîsin