Rêbazên Felsefeyê

Rêbazên Felsefeyê

Rêbazên Felsefeyê  

Felsefe, ne xwediyê wan rêbaza ye ku zanistên xwezayî û zanistên civakî bikar tînin. Ango felsefe di laboratuaran de nikare ezmûnan pêk bîne an jî wek hindek zanistên civakî, testan bikar bîne. Rêbaza felsefeyê ji dema Arîsto ve şeklên birêvebirina mentîq û aqil e. Arîsto (Arîstoteles) mentîqê, wek organona (alavê- haletê) felsefeyê qebûl kiriye.

Di felsefeyê de şeklên bikaranîna (sepandina) mentîqê…

1- Enduksîyon

Di vê rêbazê de, yeko yeko ji pêşniyaran dest pê kirin û gelemperî kirin (genelleme) heye. Li ser bûyerekê bi hejmareke pir zêde (n) çavdêrî têne pêkanîn û di dawîyê de pêşniyara herî gelemper (genel) tê bidestxistin. Enduksîyon di roja me ya îroyîn de, ji aliyê gelek zanistan ve bi armanca bidestxistina zanayiyên eqlî, wek rêbazekî tê bikar anîn.

Lê tiştek heye ku divê mirov vê yekê jî bibêje: Encamên ku bi rêya enduksîyonê têne bidest xistin, mirov nikare bibêje ku ew ji % 100 encamên misoger (qutebir) in, ixtîmala ku ew encamên dibeyî (olasilik) bin jî heye. Heta ku pêşniyarên pêşîn rast derkevin, tu pirsgirêk dernakevin holê. Lê dema ku yek pêşnîyarek jî çewt be, wê demê encama ku tê bidestxistin jî, wê çewt be.

Çend mînak:

1- Sifir, lajwerdek (metalek) e û dema ku mirov agir bide binê, tê perçivîn. (genleşme)

2- Çînko, (tûtye) lajwerdek e û dema ku mirov agir didê binê, tê perçivîn.

3- Alemyon (Aluminyom), lajwerdek e û dema ku mirov agir dide binê, tê perçivîn.

4- Zêr, lajwerdek e û dema ku mirov agir dide binê, tê perçivîn.

5- Hesin, lajwerdek e û dema ku mirov agir dide binê, tê perçivîn. 

Pêşhatî -Pêşane- 

Nexwe (ku wisa be) hemû lajwerdekên ku têne germkirin, têne perçivîn. (têne baritsin)

Encam

Di mînaka jorîn de ger pêşniyarekê pêşîn çewt be, bêguman wê encam jî çewt derkeve. Lê hege tiştekî wiha pêk neyê, wê demê mirov dikare bibêje ku hemû lajwerdek dema ku têne germkirin, diperçivin.

2- Deduksîyon

Rêbazekê mentiqî ya beravajiya enduksîyonê ye. Di vê rêbazê de, ji pêşnîyarek tevayî (tumel) tê dest pê kirin. Di dawîyê de jî, encamên tîkel (qismî) têne bidestxistin. Bi pirranî ji aliyê Arîstoteles ve hatiye bikar anîn û dîsa ê ku delk û şeklên biakranîna vê rêbazê destnîşan kiriye, Arîstoteles e.

Deduksîyonê heta dawîya Serdema Navîn jî, girîngiya xwe domandiye û hatiye bikaranîn. Cihêrengiya deduksîyonê ya ji enduksîyonê ew e ku, encamên ku bi rêya deduksîyonê ve têne bidestxistin, encamên misoger in. Encam, bi awayekî bêgav ji aliyê pêşhatiyan ve têne destnîşankirin.

Mînakek:

Hemû mirov bi mirin in. (Bergorn in) – Pêşnîyara tevayî –

Sokrates jî mirovek e. – pêşhatî-

Nexwe (ku wisa be), Sokrates jî bi mirin e. (Bergorn e) – Encam –

Ji mînakan jî tê dîtin ku encam bi awayekî bêgav, ji pêşhatîyan derdikeve. Rewşeka beravajiya vê yekê, ji ber ku wê rê li nakokiya aqil veke, wê ne derbasdar be.

3- Rêbaza Dahûrîner (Analîtîk-Çareserker)

Ev rêbaza mentîqî, hema hema mirov dikare bibêje ku ji destpêka felsefeyê ve tê bikaranîn. Di vê rêbazê de, hemû (wateyek tevayî), ji perçeyên xwe ên ku hemûyê anîne holê; têne veqetandin û bi vî awayî tê vekolandin.

Felsefe dema ku destê xwe diavêje babetekî, we babetê bi hemû aliyan vedikole, lê hûr dibe, yeko yeko wek pêşnîyaran ji hevdu vediqetîne û tiştê ku dixwaze vebêje, bi vî awayî vedibêje. Di felsefeya hemdem de ev rêbaz gellekî tê bikaranîn, nemaze di warê zimanzanistê (zimanzanînê de) tê bikaranîn.

Tiştê ku bi vê yekê tê xwestin jî, ji holêrakirina pêşdaraz, têgihiştinên çewt û pejiraninên qelp e. Ango, hilik, naverok, çêbûn, hebûn û têgehên hwd. ji ber ku ji alîyê gellek fîlozofan ve pirr caran hatine vekolandin, ew bi wateyên xwe ên rasteqîn li holê xwiya nakin. Rêbaza dahûrîner wiha dike ku, wateya wan ya rasteqîn tê têgihiştin.

4- Rêbaza Pêkhêner (Rêbaza Sentetîk)

Di vê rêbazê de beravajiya rêbaza analîtîk (dahûrîner), wiha tê fikirîn ku yeko yeko tu wateya perçeyan tune û perçe, ancax di nav hemûyê dikarin bibin xwedîwate. Ji ber vê çendê jî, hege em bixwazin pirsgirêkekê bi giştî (bi hemû hêlên wê ve) bibînin, wê demê divê em li hemûyê mêze bikin.

5-Rêbaza Aksîyomatîk

Ev rêbaz, aîdê mentîqê ye û di felsefeyê de jî tê bikaranîn. Di vê rêbazê de têgehek, wek bingeh tê pejirandin û piştî vê domanê, dest bi hilberandina têgehan tê kirin. Ango, bi vê rêbazê têgeh têne hilberandin. Bi vê yekê, tê xwestin ku ji bo cîbicîkirina rewşên taybet, xwe gihihînin sîstemeka tevayî.

Têgehên ku wek bingeh têne qebûl kirin, dibe ku ew têgehên keyfî bin an jî, têgehên ku bi rêya sehekan hatine bidestxistin bin, ku pêbawer (bawerpêkirî- ewlemend) têne dîtin.

Di sedsala 20 an de, ji alîyê Bernard Russel û Alfred North Whitehead ve ji bo veguhêrandina matematîkê de ku dixwestin matematîkê vebihêrînin mentîqê, ev rêbaz hatiye bikaranîn. Di felsefeyê de bikaranîna wê ya herî berbiçav, ji alîyê Benedict Spînoza ve pêk hatiye.

Benedict Spînoza, şeklên pêşnîyarên aksîyomatîkê, di pirtûka xwe ya bi navê ‘Etîkê’ de ji bo pêkanîna felsefeya xwe ya exlaqê, bikar anîye.

Mînakek ji rêbaza Spînoza:

Cewher ji bo berdewama hebûna xwe, ew heyînê ku pêdivîya wê bi tu tiştî tune. (Danasîn)

Encam 1: Cewher, sedemê xwe ye.

Encam 2: Cewher, bêdawî ye.

Encam 3: Cewher, tekan e û hege dido bûna; wê hevdu bisînor bikirana. (Deran ‘îstîdal’)

6-Rêbaza Diyalektîk

Diyalektîk, rêyeka fikirînê ye. Bi vê rêyê, ên nakok an jî dijber, têne cem hevdu û yekîtîyeke diafirînin. (pêk tînin) Di encama vê yekê de, pêşveçûnek dertê holê.

Cara yekemîn li cem Herakleîtos hatiye dîtin, di domana hemdem de jî, ji aliyê Hegel ve hatiye bikaranîn. Di dîyalektîkê de du têgehên dijber, tez û antîtezê pêk tînin û ev du dijber, digihêjin sentezê.

Sentez jî, piştra carekê din ji hev dabeş dibe û dibe tez û antîtezeke din ên nû û ev pêvajo, her berdewam dike.

Mesela: Reş (tez) û spî (antîtez) bila du têgehên dijber bin. Wê senteza wan, cûn (grî-boz) be.

7- Mayotîk (Danwelidandin)

Ev rêbaz, ji alîyê Sokratesê fîlozofê navdar ve hatiye bikaranîn. Sokrates wiha bawer dike ku mirov, ji zayîna xwe ve xwedîyê zanayîyê ne û ger ji wan pirsên rast û dirist werin pirsîn, ew xwediyê wê danehevê ne ku wê bersivên rast û dirist bidin. (Di vê xalê de Sokrastes tu dibêkê baweriya xwe, bi celebek reenkarnasyonê tîne)

Sokrates ji vê yekê gelekî bawer e û li pêşiya komek mirovan, vê yekê diceribîne jî.

Koleyekî hildibijêre û li pêşiya hemû mirovan, jê pirsên ku bi sêqoşeyê re têkildar in dipirse. Wiha dike ku sêqoşe tê bîra kole. Lê hemû pirsên Sokrates, wek belê (erê), an jî wek nexêr (na) têne bersivandin. Ji ber vê çendê jî, ev rêbaz wek rêbazeke bi şik (bi guman) tê dîtin…

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Bersivekê binivîsin