Rêbaz û Teknîkên Zanista Civaknasiyê

Rêbaz û Teknîkên Zanista Civaknasiyê

Rêbaz û Teknîkên Zanista Civaknasi 

Di zanista sosyolojîyê de gellek rêbaz û teknîkên lêkolînê yên cihêreng têne bikaranîn û hinekên van rêbazan, ji aliyê zanistên din vê jî têne bikaranîn, ku ji van rêbazan (metodan) re, rêbazên giştî tê gotin. 

Rêbaz (Metot): Ji bo gihêjtina armancê, rêya bi rêkûpêk (sîstematîk) ya ku tê şopandin. 

Têknîka Lêkolînê: Di qadekî de bi armanca bidestxistina daneyan, navgîn û alavên ku têne bikaranîn… 

Sosyolojî hem hinek rêbazên giştî yên ku ji aliyê zanistên din ve jî têne bikaranîn, bikar tîne û he jî li gor mijarên xwe, hinek teknîkên taybet bikar tîne. Rêbaz, gelemper e, giştî ye. Lê teknîk, taybet e. Di heman rêbazê de, teknîkên cihêreng têne bikaranîn û armanc, tê bidestxistin. Ji rêbazên hevpar yên ku ji aliyê zanistên din ve jî têne bikaranîn re, metodên giştî tê gotin. Ev metot jî, enduksîyon (Tumevarim) û dedusîyon (Tumdengelîm) in. 

Rêbazên Sosyolojîyê 

1- Enduksîyon (Tumevarîm): Di heman demê de şeklekî fikirînê ye jî. Di vê rêbazê de ji bûyerên yeko yeko tê dest pê kirin û mirov, xwe digihînin yên gelempero, yên giştî. Ango, xwe digihînin kirûyan(olguyan). Di sosyolojîyê de mirovê ku yekemîn car vê rêbazê bikaranîye, E. Durkheim e. Durkheim, yeko yeko li ser xwekuştinan rawestiya ye û li gor têkiliya sedem-encamê, xwe gihandiye encam û şiroveyên giştî. Di dema pêkanîna vê yekê de jî, îstatîstîkê bikaranîye. Durkheim, wiha peyîtandiye ku sedemên xweşkuştinê, yên sosyal jî hene. 

2- Deduksîyon (Tumdengelîm): Di vê rêbazê de li gor prensîbên (delkên) giştî yên ku di encama lêkolînan berê de hatine bidestxistin, yeko yeko bûyer têne şirovekirin. Di vê rêbazê de ji delkek giştî, mirov xwe digihînin bûyerên tekane. Mînak: Lêkolîner ji ramana giştî ya ‘di bazarê de bihayên tiştan, li gor erz û xwestekan pêk tê.’ dest pê dikin û xwe digihînin encamên bûyerên bazarê. 

Di Sosyolojîyê De Teknîkên Lêkolînê 

1- Çavdêrî: Ji aliyê lêkolîner ve şopandina bûyerên sosyal. Bi armanca bidestxistina daneyan pêk tê û bi du şeklan tê bikaranîn û sepandin. 

a) Çavdêrîya Xwezayî: Ji aliyê lêkolîner ve beyî ku tu bandûrê li derdora xwezayî bê kirin, bûyer tê şopandin. Di vê çavdêrîyê de lêkolîner nasnameya xwe ya zanistî, eşkere dike. Alîyê neyînî yê vê çavdêrîyê ew e ku, dema mirov bizanibin ku ew ji aliyê lêkolînerekî ve têne şopandin, dikarin wek şanogeran bileyîzin. Ango, dikarin xwe bi şeklekî din nîşan bidin. Bêguman ev yek jî, dikare ewlebûna lêkolînê bixe xeterê. Mînak: Ji aliyê lêkolînerekî ve şopandina daweteka li gundekî… 

b) Çavdêrîya Beşdar: Çavdêrîya ku bi beşdarbûna bûyerê pêk tê. Di vê cure çavdêrîyê de lêkolîner, nasnameya xwe ya zanistî vedişêre û tevlî bûyerê dibe û bi vî awayî bûyerê dişopîne. Xwezayîtîya bûyerê xira nabe. Lê xetereka vê çavdêrîyê jî heye, ku ew jî ev e: Lêkolîner dibe ku di bin bandûra bûyerê û koma (grûba) ku dişopîne de bimîne û neterefgirîya (nesneltîya) xwe winda bike. 

2- Anket: Xanxanka (çîzelgeya) pirsan ya ku bi armanca fêrbûna hest, raman û helwestên şexsan yên derheqê mijarekê de… Yeko yeko ji bo şexsan, ji bo grûpan (koman) û bi awayekî devkî an jî nivîskî, dikare were pêkanîn. Armanc ew e ku ji bo bikaranînên cihêreng, dane werin bidestxistin. 

3- Monografî: Di vê rêteknîkê de armanc ew e ku di qadekî de, bi awayekî kûr û hûr (bi dorfirehî) lêkolîn were kirin û rêya vekolandineka bi vî awayî vebe. Cara yekemîn ji aliyê F. Le Play ve hatiye bikaranîn. Encamên monografiyê bi alîkariya rêbaza endûksîyonê têne dorfirehkirin û ev teknîka ku di qadeka teng de tê bikaranîn, ji bo qadên ku dişibin hevdu yên berfireh jî têne bikaranîn. 

4- Sosyometrî: Di sosyolojîyê de teknîkeka lêkolînê ye û cara yekemîn, li Amerîqayê ji aliyê Moreno ve hatiye bikaranîn. Di nav grûbê de bi armanca fêrbûna qesîdîna şexsan (endamên komê) tê bikaranîn. Hêla têkiliyên şexsan yên di nav grûbê de û şexsên ku di grûbê de bandûrê li yên din dikin, tê destnîşankirin. Di dawîya testa ku tê bikaranîn de, xerîteyeka grûbê tê çêkirin û ji vê xerîteyê re jî, sosyogram tê gotin. 

5- Îstatîstîk: Teknîka ku bi kêrî pîvandin û nirxandina bûyeran û rûbirûkirina wan tê. Girîngîya vê teknîkê ew e ku rê li naskirina civakê vedike û bûyeran, di nav têkiliya sedem-encamê de nîşanî me dide û dinirxîne. 

6- Vekolana Dîrokî: Di vê teknîkê de tiştê bingehîn ew e ku ji bûyerên dîrokî sûd tê wergirtin. Sosyolojîya ku dixwaze li civakê vekole, wek zanistên din, ne xwediyê labaratuwara ye. Lê sosyolojî, wekî bûyerên ku lêvedikole di nav rûpelên dîrokê de dibîne û wan bûyerên ku berê qewimîne ji bo armanca xwe bikar tîne. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

Çavkanî: Destpêka Zanista Civaknasiyê – Ali Gurdilî 

Bersivekê binivîsin