Quretiya Dinyayê

Quretiya Dinyayê

Quretiya Dinyayê

     Di rêgeha tavê de di nav heşt gerestêrk û sê gerestêkê qambihost (cûce) û bi hejmareke bêdawî dûvstêrk (stêrkên biqemçik) tevdigeriyan. Di nav van hemûyan de gerestêrkek pir qure û pozbilind û ji nava xwe têr hem li dora xwe û hem jî li dora tavê digeriya. Paxav bi ti gerestêrkek û cisme ezmanî nedianî û ne jî ti qedr û qîmetek dida wan. Tim û daîm xwe ji wan mestir didît û bi çavekî biçûk li wan dinaharte. Car cara di ber xwe de wiha digote:

     “Ka gelo gerestêrkek wekî min xweşik û xwediyê hezar taybetiyên girîng di gerdûnê de heye? Na weleh tuneye! Lê dîsa jî ez wekî wan gerestêrk, dûvstêrk û gerestêrkên qambihost, di rêgeha tavê de me û bi vana hemûyan re di heman katagoriyê da me. Tew bi rastî ku em biaxifin ez ji tavê bi xwe jî girîngtir û hêja û biqîmettir im. Veca hê di ser da jî ew gazina ji min dikin û dibên tu pir qure û pozbilindî. Hey xwelîserno! Hey xweliya heft gunda bi sere we de bariyano! Şixwe divê hun şêkir bikin ku gerestêrkeke wekî min ku ez xweşiktrîn ê gerestêrka me û xwediyê seqayeke ku jiyan tê de heye û çi celebe candara heye ku we şixwe di emr û heyata xwe de ne wan dîtiye û ne jî bihîstiye hemû li ser ax a min û di nav behr û çem û cobar û golê min de dijîn re di heman rêgehê de ne. Hun ku çirûskekî jiyanê di we de tuneye, hêjî acisiya ji min dikin û qedr û qîmet nîşanê min nadin. Hun hemû di gerdûnê de wekî xalekî ne ku ti qedr û qîmeta we nîn e û ji xeynî diranê çerxê hun ne ti tiştekî ne. Lê ez? Ma ez wekî we me? Ez bixwe gerdûnek di nav xwe de dihewînim. Ez ne diranê çerxê me lê xwediyê çerxê bi xwe me.”

     Ev gerestêrk dinya bi xwe bû. Awê ku tê zanîn ji xeynî Dinyayê  di ti gerestêrk û gerestêrkên qambihost de çirûskê jiyanê tuneye. Dinya bitiqûtenê xwediyê vê taybetmendiyê ye. Lê çawa ku Dinya ji wan hemû gerestêrk û gerestêrkên qambihost nexweş bû wekî wê ew hemû jî ji Dinyayê nexweş bûn. Lê ev nexweşiya wan ne ji ber ku cudahiya Dinyayê ya hawirnasî û ekolojik bû. Ev jênexweşî ya wan ji ber tevger û şêlên Dinyayê yên qure û pozbilindiya wê bû. Hetanî çend cara wan hemû garastêrk û cismen asîmanî yên di rêgeha tavê de li hev civiyabûn û li ser vê rewşa Dinyayê axifîbûn. Di civînekî de wiha gotibû Mars:

     “Weleh hevalno! Ez hew dikarim berxwebidim. Ma meriv van tiştên ku Dinya tîne sere me nayne sere neyarên xwe. Şixwe ji mezinahî û kuşpenetiyên wê ez bêzar bûme vêca ku ew ne bes be mexlûqên ku navê wan însan e bi keştiyên asîmanî tên xwe li ser parzemîna min datînin û zirarê didine min. Ev çend roje ku min jê re gotiye jî ji xwe wê qet guh neda min û bi ser da jî tinaz û henekên xwe bi min kir. Weleh bavo ez vî tiştî napejirînim û divê em çareseriyek jê re bibînin. (…)”

     Hê Marsê axaftina xwe neqedandibû Heyvê dest bi axaftinê kir û gote:

     “Weleh Mars mafdar e. Ez jî hew dikarim berxwebidim. Van mexlûqên ku Mars qala wan dike şixwe îman li min çikandin. Min di gerdûnê de ti tiştekî wekî wan rûxîner, wêranker û xerakirox nedîtiye û ez ê nebinim jî. Di ser de jî hê Dinya bi min re dixeyide û hetka min dike û dibêje tu peyka min î. Kî bibêje çî jî divê tu denge xwe nekî. Weleh bavo ez mame di nav du çeman de. Ez jî wekî Marsê difikirim. Weleh divê em vê pirsgirêkê çareser bikin.”

     Piştî ku Heyvê axaftina xwe qedande Pluton dest bi axaftinê kir û gote:

     “Awê ku hun jî dizanin ez jî wekî we gerestêrkek bûm. Lê di demekî nêz de biryarek hate stendin ji bo ku cismekî asîmanî bibe gerestêrk divê xwediyê sê taybetiyan be. Lê awê ku hun jî dizanin ji van sê taybetiyan ez tene ez xwediyê du taybetiya me. Ji ber vî jî ji min re hate gotin ku hetanî aniha em şaş bûn ku me ji te re gotiye gerestêrk. Tu ne gerestêrkî tu gerestêrka qambihost î.  Piştî ku min ev tişt bihîst mala min xera bû û ez ketime rewşeka pir xerab û dijwar. Xwedê ji we xweş be ku hun tevekî pir bi min re mijûl dibûn û hun tim li bal min bûn û bi min re dibûn alîkar. Ez vê qencî alîkariya we ti car ji bîr nakim û spasiyên xwe pêşkeşî cenabê we dikim. Lê awê ku hun jî dizanin di wan demen min ên dijwar û xedar de Dinya tinaz û henekên nemayî bi min dikir û gotinên negotî ji min re digot û tajang û heqaretên nemayî bi min dikir. Hêjî çiqas min dibîne ji min re dibêje; ti li golika virnî ya li nav garanê dineri! Hetanî van çaxa jî xwe wekî gayekî nişanê me dida. Ka diya te ya Neptun? Bila were te bimijîne.”

     Hema hema hemû gerestêrk û wan cismên asîmanî yên di rêgeha tavê da û tav bi xwe jî ji Dinyayê nexweş bûn. Teveka di her qadê de gilî û gazine xwe dianîtin ziman. Tavê dest bi axaftinê kir û gote:

     “Hevalno! Weleh ne hun tene ji destê Dinyayê dikêşînin. Qet nebe ez jî wekî we pê diêşêm û aciz dibim. Lewra Dinya li hember min jî derdikeve û virde wirde di derheqê min de diaxife û wiha dibêje; Bavo em ê çi bikin ji deste vê tavê? Ti hizûrek ji me re nehiştiye. Êdî me qeland û pijande û me xiste qirik û hişte. Hewqas me jê re got hinekî xwe bide hevûdû. Çiye em tevekî ji deste wê dikêşênin? Ma em ji ber wê bi ku de herin?  Hevalno!  Werin em biryarek bigrin ku bi vê biryara me wê pozê Dinyayê bişewite û wê dev ji van quretî, mezinatî û kuşpenetiyên xwe berde û lêborînê ji me teveka bixwaze û bibêje; ez poşman im hevalno. Ji îro pê va ez ê hew tiştekî wiha bikim û hew gûyekî wiha bixwim.  Ku hun bi a min bikin em ê tevekî têkilî û pêwendiya xwe ji binî qut bikin bi Dinyayê re. Ne wê kes silav bide û ne jî silava wê bigre. Zawe (Merkur) û Gelawêj (Venus) hunê organize bibin û bikevin navbera min û Dinyayê û hunê nehêlin ku tîrêjên min bigihîjin wê. Gava ku gihîştinê jî ez ê bikim ku tîrêjên min di cih de wê bişewitînin. Heyv a delal û hêja ka tu jî guh bide min. Ji aniha pê ve tu yê serî rabikî li hember Dinyayê û tu yê bibêjî; ji îro pê ve ez ne peyk a te me û ne mecbûr im ku tiştê ku tu yê bibêjî bikim.  Û tu yê pişta xwe bidiyê. Hevalên haziren cimaeta me, hunê jî çi bê ser we hunê wan bêkêmasî bînin cîh. Bi vî awayê dibe ku pozê wê bişewite û dev ji van xûyên xwe yên pelos û kerax berbide.”

     Haya Dinyayê ji tiştekî tunebû û dîsa wekî hergav lotik û zîtika diavêt û bi quretî û pozbilindî bela xwe bi gerestêrk û cismên asîmanî yên din dida. Pir neçû ku Dinyayê ferq kir ku tiştekî nedirê de heye. Her roj ku aliyekî Dinyayê ronî û roj bû aliye din jî tarî û tavê nedidît lê vêca herdû aliyên wê jî tavê nedidîtin. Di ber xwe de got; Qey dîsa Heyv ketiye nava min û Tavê. Hebe tune be ev girtina Heyvê ye. Lê girtina Heyvê demekî pir kurt didomiya. Ev seetek bû ku Dinyayê tîrêjên Tavê nedidît. Hê Dinya nizanibû çi hatiye sere wê. Belavokek gihişte destê wê. Di wê belavokê de hemû tişt ji Dinyayê re hatibûn vegotin. Di dawiya belavokê de du nîşe wiha hatibû nivîsandin:

1) “Hevala Dinya! Divê ku tu bizanibî ku van tiştên jorê ne ku ji ber em ji te acisiyan dikin û ji te dixesidin û çavnebariyê dikin in. Em tevekî li vê der wek bav û biraya dijîn. Awê ku tu jî dizaî îlleh karên me dikevin ser hev û divê em ji hev re bibin alîkar. Kes ne kurê bavê kesî ye û ti kes neheqî û zilmê napejirîne. Kes nikare mineta xwe bike qar û bi sere ên dinên de biteqîne. Yan tu yê jî li gor van rê û rêbazên jorê bitevgerî û rêzê nîşanê me bidî û yan jî em ê tevekî têkilî û pêwendiya xwe qut bikin bi te re.”

2) “Tu xwdiyê taybetiyên cuda yî. Dev ji vê int û inyata xwe berde û li wê pîr û pergal û bi milyona candarên li ser zemîna xwe bifikire. Ku tîrêjên Tavê nebinin wê pîr û pergala te sero bino bibe wê ti cudahî di nav te û me de nemine. Ji bo xatirê wan be xwe bide hev û di heddê xwe de bitevgere.”

     Dinya pir aciz bû û çavên li serî sor bûn û ji kerba behna wê nediçû û nedihat. Belavokê qetand û got ez zanim ez ê çi bikim. Çû bi ser wan de û têr bi wan re şer kir û hetka wan kir û got: “Jixwe şerm e ku gerestêrkek wek min di nav we xwelîseran de be. Jixwe min jî xistibû sere xwe ku ez ê dev ji we berdim û ji vê rêgehê derem û herim. Hetanî îro jî we quretiya li serê rêgehên din dikir û we digot gerestêrkek wek Dinyayê di rêgeha me da ye. Hun min heq nakin ji ber vî ez ê herim rêgeha stêrkek a din.” Û berê xwe da Heyvê û got de hadê em herin ji vir. Lê Heyvê jê re got rê ya te vekirî be ez li vir dimînim. Bi vê bersiva Heyvê wekî ku ava cemidî bi sere Dinyayê ve hatibe rijandin. Dinya lerizî û got; “Ê baş e tu jî di nav vê garanê de û li vê poxana genî û qirêj de bimîne.”

     Dinya kete rê û bere xwe da dervayê rêgeha Tavê. Lê tiştekî ji bîr kiribû. Ev tişt war û herem a Asteroita bû. Ev der di nav Mars û Hirmizê (Jupiter) da bû. Li wê derê bi milyona cismên asîmanî ku ji wan re Asteroit tê gotin diçin û dihatin. Carna jî bahoza Asteroita radibû û çi bihata pêşiya wan wan tunedikirin. Di nav wan hest û pejnên lihevketî de Dinya çewtiyeke mezi kir û kete wê heremê. Di nav bahoza Asteroita de ma. Çend xulek şûnde wê Dinyaya qure, pozbilind, foqfoqe û narsîst hur hur bû û perçe û pariyên wê belawela bûn.

EMRE MÛHARGÎNÎ

23.09.2016

Bersivekê binivîsin