Quretî Korbûn e!!

Quretî Korbûn e!!

Quretî Korbûn e!! (xwerexnekirin) | Mihemed xêr Şêxo  

Tu devê kîjan kurdê ji herêmên Binxetê vedikî -tev min jî- dibêjin: Kurdên bakur bi kurdî naaxivin û bi tirkî diaxivin!!

Helbet çi îda be divê bi bingehek dîrokî û civaknasiyê bê xurtkirin. lê mixabin em bê ku felaket û wêraniya bi ser herêmên bakur de hatine deynin ber çavan, tenê rexne dikin û hukmê xwe dibirin!!

Ev zêdeyî 150-200 salî ye ku dewleta osmanî û tirkan siyaseta qirkirinê û tirsê di nav kurdan de diçîne. geh dikuje geh dişîne surgûnê geh dixe zindan û êşkence dike. bûyerên li herêmên bakur ciriyane li binxetê neciriyane.. wek mînak: dêrsimek yan geliyê zîlanek li li binxetê neciriyaye.

Bo îdaya xwe xurt bikim vê dibêjim: gelo çima herêma Mêrdîn û Cizîra Botan û Hekariyan yên herî kêm hatine asîmîlekirin?? û bersivê wiha didim: Li herêma Mêrdînê ti serhildanên berçav hema-hema ranebûne (ji bilî ya bedirxaniyan ku wê demê bedirxanî hemû surgun bûn, lê siyaseta dewletê bi cî nehat ji ber alavên asîmîlasyonê ne ewqas bi hêz bûn wek yên sedsala bîsatan), û ev her sê herêm dûrî navenda dewleta tirkan bûn, bandora wan ya rasterast li ser kurdên wan herêman pêk nehat. belê herêmeke wek Serhedê -ku cihê serhildan û eşîrên kurdan bû- ji darê xezeba tirkan nefilitî.

Ev tirsa bi sedên salan hate çandin di giyanê kurdan de hişte ku bav û dê bixwazin zarokên xwe ji kuştin û surgunê biparêzin û nehêlin ruh û hestê wan yên neteweyî rê bibîne û heta hewil dan ku wan ji kurdbûna wan bêxeber bihêlin. (ev jî encamek normal e ji tirsê re).

Bo van salên dawî jî hin sedemên berçav hene li gorî min.

Mediyaya tirkî û alavên dewletê, ne wek yên ereban bûn, bihêztir û xwedan tecrûbe bûn û karîbûn têkevin malê kurdan bi hêsanî. û ji xilaf van sedeman jî girêdana rêxistinên me bi çepitiya tirkan ve di bin durişmên mezin de û derketina li dijî feodalîta kurd bi her awayê wê, hiştin gund û nexwendeyên me û tirkînezanên me qir bibin û bi zimanê wan ve girêdayî bimînin û her roj bêhtir bêne asîmîlekirin.

Helbet divê çareya vê kêşeya me hebe, ew jî dîsa em bi xwe ne, ku em bikaribin van îmkanên sedsala 21ê têxin xizmeta xwebûnê û lizimanêvegerînê, û dûrî îdiyoljî û durişmên mezin yên cîranan bikevin û hinekî bi gundî xizmên xwe re sohbetê bikin, ew ê kurdî û kurdbûn ji nû ve bibe giyanê me wek ku ava buharan bi xwe cihê xwe di nava çiyayan de vedike û diherike!! li me negirin ku me carne sînorê xwe derbas kiribe!! quretî korbûn bi xwe ye!!  

M. Xêr Şêxo

08. 05. 2014

Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye…

Bersivekê binivîsin