Quintus Septimius Florens Tertullianus

Quintus Septimius Florens Tertullianus

Piştî Zayînê di navbera salên 160-220 an de jîya ye û ew bi xwe, pîrekî (kalê) dêrê bû. Yekemîn car ramawerê fileh yê ku bi zimanê latînî nivîsî ye, Tertullianus e. Li gor bîr û bawerîya wî Xwedê û Hz. Îsa, Hz. Îsa û Rihê Pîroz nikarin cuda werin têgihiştin. Di vê babetê de gotiye ku zanyarîya Sokrates jî, ku ji alîyê dengê pîroz ve hatiye berhêlîkirin, bi kêrî tu tiştî nayê. Di navbera felsefeya yewnan û filehtiyê de herçiqas dijberiyeke ava kiribe jî, mirov dikare bibêje ku ew ji felsefeya yewnan ketumet bûye, nemaze jî stoaîyan.

Herweha li ser hindek babet û şiroveyên felsefî jî rawestiya ye. Dîsa li gor bawerîya Tertullianus, mirov hebûna xwedê dikare ji berhem û afiranerîya wî derxe û divê bingeheka ezmûnî ya hebûna xwedê jî hebe. Ji ber ku xwedê ne hatiye afirandin, ew heyînek tekûz (gihaştî, kamil) e. Di bin bandora Stoaîperestan maye û gotiye ku hemû tiştên ku hene, herweha xwedê bi xwe jî; heyînên cismî ne. Mesela gotiye ku xwedê ji cisîma corpus sui generis (cisîma ku resen e, cisîma ku nûser e) e…

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî 

Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin