Psîkolojiya Geşedanê

Psîkolojiya Geşedanê

Destpêk

Di destpêkê de divê ku em diyar bikin ku ev xebat ji ber pêdiviyekê û di maweya pratîkeke perwerde û hîndekariyê de derketiye holê. Mîna ku ji aliyê her kesî ve jî tê zanîn ku li welatê me, ev çend meh e ku rewşeke dagirkeriyê tê jiyîn. Li rojavayê Kurdistanê, ji aliyê Daişê ve beşeke welatê me tê wêrankirin. Ji vê beşa welatê me, ciyê ku herî zêde karîgeriya vê talanê dît, bajarê Kobanê bû. Di encama vê dagirkirinê de, bi sed hezaran kurdên me, ji cî û warê xwe derketin û bi mecbûrî terkeserê warê xwe bûn.

Li hemû bajarên bakûrê Kurdistanê, ev penaberên welatê xwe, bi cî bûn. Yek ji van ciyan jî Silîva ye. Li Silîvaya Amedê, li gorî agahiyên dawî, nêzî sed û bîst malbatên Kobanî, bûne mêvanên vî bajarokî. Piştî bicîbûna van malbatan, arîşeya perwerdaya zarokên wan, derket holê. Bi xêra sazî û şêniyên vî bajarokî, ji bo sed û pêncî zarokên Kobanî, li saziya Mala Pêşvebirina Perwerdeya Silîva, perwerde hate destpêkirin. Mamosteyên ku dê perwerdeya zarokan bidin, ji mamosteyên Kobanî hatin hilbijartin û mebest ji vê yekê ew bû ku xwe bi xwe perwerdeya zarokên xwe pêk bînin.

Bi vê armancê, dozdeh mamosteyên ku bi malbatên xwe re ji Kobanê hatibûn, di meha yazdehan de dest bi perwerde û hîndekariya zarokên xwe kirin. Bi destpêka pewerdebûna zarokan re, mamoste jî ji aliyê mamosteyên me yên bakurî ve hatin perwerdekirin ku hîn jî perwerdeya wan didome. Piştî ku mamoste, bi alfabeya latînî, fêrî xwendin û nivisîna kurdiya kurmancî bûn, rê û rismên rêziman û rastnivîsa ziman jî hîn bûn. Di dawiyê de derket holê ku mamosteyên heyî, ji aliyê pedagojiyê ve divê ku bên agahdarkirin û bi vê mebestê biryara dayina dersên formasyonê hate girtin.

Her çi qas mamosteyên me yên bakurî, li zankoyên Tirkiye û bakur, dersên pedagojiyê girtibin jî, di qada kurdî de xebateke berfireh nehatiye kirin û em negihîştin tu çavkaniyê. Her çi qas Eskerê Boyik, di berhema xwe ya bi navê “Çanda Kurdên Sovêtê” de, behsa berhemên Heciyê Cindî yên li ser pedagojiyê kiribe jî; lê belê bi qasî ku em dizanin, li bakur ev berhem nehatine çapkirin. Ji ber tunebûna xebatên bi vî rengî û pêdiviya me ya bi van xebatan, em mecbûr man ku di rûnê xwe de biqijilin û li gorî îmkan û fersendên xwe dest biavêjin xebateke destpêkê. Her çi qas ev hevokên li pey hev ku we xwend, ne li gorî şêweya destpêka gotarekê bin jî, lê ji ber diyarkirina mebesta xebatê, divê ku bihatina diyarkirin. Bi hevokeke dawî em dikarin bibêjin ku mebesta vê xebatê ew e ku ji bo mamosteyên kurdî bibe destpêka pedagojiyê.

Metodolojî

Di her xabatên wihareng de divê ku hinek rê û rêbazên sîstematîkekê bêne meşandin. Di vê xebata me de jî, me du armanc dane ber xwe. Yek jê mifagirtina berhemên vê qadê yên zimanên din e. Ji ber ku li bakurê welatê me, perwerde bi zimanê tirkî ye û mamosteyên kurd ku ji fakulteyên perwerdeyê bi tirkî hîndekariya pedagojiyê dibînin, me serî li berhemên tirkî da. Ji berhemên heyî jî diyar e ku di qada tirkî de gelek pispor li ser pedagojiyê ked dane û divê ku em mifayê ji wan bigirin.

Di vê xebatê de hûn dê bibînin ku me ji gelek çavkaniyên pedagojiyê sûd wergirtine. Rêbaza me ya duyem jî, li ser bijartina term û têgehên pedagojîk in. Ji ber ku ev qad, di kurdî de nû ye, gelek termên pedagojiyê di kurdî de nehatine binavkirin. Di maweya amadekirina mijarên dersê de, tiştê ku herî zêde astengî derxist, ev yek bû. Di zimanên mîna kurdî de ku geşedana xwe dijîn, navlêkirina termên nû, di paşerojê de dikarin bibin sedemên encamên neyînî. Lewre dê bê zanîn ku rûniştina termekî nû yê çewt, hêsantir e ji sererastkirina wî termî.

Mirov dikarin li ser rewşinan raveyan bikin û navlêkirinên nû biceribînin; lê lebê bi rave û binavkirinê re xetereya tehrîfê jî heye. Bi gotina Cemîl Merîç “Her terîf -di encama ravekirinekê de, binavkirineke nû- bi xwe re tehrîfekê tîne”. Mîna ku Sokrat jî dibêje: “Heke em bikaribin li ser term û bêjeyan li hev bikin, dê hewcehî bi tu şer û pevçûnan nemîne”. Her çi qas ev gotin di cî de bin jî; lê ev yek ew qas hêsan nîne. Li ser vê meseleyê me jî rêyekê da ber xwe. Termên ku di kurdiya kurmancî de tunene, bi sê awayan em ketin pey şopa wan da ku em wan bibînin.

Di destpêkê de me li ferhengên kurdî nihêrt ka gelo ew term heye yan na? Heke termek nehatibe datnîşankirin, îcar me li zimanê îngilizî, farisî û li zaravayê kurdiya soranî nihêrt. Di maweya berawirdkirina van her sê çavkaniyan de, me pêşî li îngilîzî û awayê bikaranîna wî termî nihêrt. Dûre me li farisî nihêrt ka gelo ji wî termî re çi hatiye gotin û bi çi awayî bi nav kirine. Herî dawî me li kurdiya soranî nihêrt û li wî termî geriyan. Heke di kurdiya soranî de hebe, me bi heman awayî girt û bi kar anî. Lê heke tunebe, îcar me serî li îngilîzî û farisî da. Wekî mînak, dema me xwest ku bêjeya “biliş, bilişsel” bi kurdî bînin ziman, me li îngilîzî, farisî û soranî nihêrt. Ji bo vê termê di îngilîzî de “cognitive”, di farisî de “aşina, agah”, di kurdiya soranî de jî “tiwanay mêjkî” tê gotin. Me jî navlêkirina kurdiya soranî girt û bi awayê “karîna mêjî” bi nav kir.

Bi çend gotinên dawî em dikarin bibêjin ku heke bi vê xebatê, tevî kêmasiyên xwe be jî hîm û esasek  ji qada pedagojiyê re bikaribe deyne, dê bigihîje armanca xwe. Hêviya me ji kedkarên zimanê kurdî ew e ku çewtî û kêmasiyan ji me re ragihînin û bibin wesîleya pêşveçûna vî karî. Di vê qadê de, xwişk û birayine me yên ku xebatên wan hene, em li benda vîn û pêşniyazên wan in.

  1. TERMÊN BINGEHÎ YÊN PSÎKOLOJIYA GEŞEDANÊ
  2. Psîkolojî: Zanista psîkolojiyê, bi giştî li ser tevgerên mirov û heywanan disekine û bi berfirehî li ser çavkaniyên van tevgeran lêkolînê dike. Psîkolojî, di derheqê tevgerê de li ser du têkiliyan disekine: “mêjî-tevger” û “derdor-tevger”. Dema ku mirovek an jî heywanek tevgerekê nîşan dide, psîkolojî li sedemê wê tevgerê, di mêjî û derdorê de digere.
  3. Geşedan: Geşedan, ew guherînên organîzmayê ne ku li gorî pergalinan pêk tên. Geşedan, ji bergirtina li zikê dayikê dest pê dike û heta mirinê dewam dike. Geşedanên organîzmayê, ji aliyê laş, hiş, ziman, hest û civakî ve li gorî şert û mercinan pêk tên û heta ku digihîjin radeya herî dawî dewam dikin. Geşedan, pêveajoyekê tîne ziman.
  4. Psîkoljiya Geşedanê: Di jiyana mirovan de, ji serdema beriya zayinê heta mirinê, ji aliyê laş, hiş, ziman, hest û civakî ve, guherînên ku pêk tên, dibin mijara psîkolojiya geşedanê û ev zanist, li ser sedemên van guherînan disekine.
  5. Civirîn: Di encama mezinbûn, gihaştin (kamilbûn) û hînbûnê de, ew guherînên organîzmayê ne ku berê wan her gav li pêşveçûnê ye.
  6. Guherîn: Guherîn, ew cudabûn in ku li gorî rewşinan pêk tên. Guherînek, dibe ku erênî be yan jî dibe ku neyînî be.

Mînak: Heke mirovek xwendin û nivîsînê nizanibe, peyre hîn bibe û tevgerên zanebûnê nîşan bide, ango êdî bikaribe bixwîne û binivîse, ji vê yekê re geşedan (hînbûn) tê gotin. Di pêvajoya hînbûna xwendin û nivîsînê de, heke bi demê re xwendina wî herikbar, nivîsa wî delal bibe, ji vê yekê re civirîn tê gotin. Heke mirovek di encama nexweşîna felçê (şihitîn) de, êdî nikaribe bimeşe û ketibe nav nivînan, ji vê yekê re jî guherîn tê gotin, ev yek ne geşedan e.

Nîşe: Geşedan pêvajo ye; civirîn berhem e. Guherînên ku li gorî pergalekê pêk tên û berê wan li pêşveçûnê (erênî) ye, geşedan in; lê belê yên ku berê wan li paşdemayinê ne û encamên neyînî didin, guherîn in, ne geşedan in.

  1. Mezinbûn: Di organîzmayê de guherîna hecmî nîşan dide. Wekî mînak bejin, giranî, girbûna hestiyan, monik û hwd.
  2. Gihaştin: Di lebatên laş de, guherînên bîyolojîk in ku di bin karîgeriya irsîyetê de pêk tên. Ev guherîn ji jîn û tecrubeyên derdorê, pêk nayên.
  3. Amadebaşî: Ji gihaştin, agahiyên di hiş de û ji pêwendî, xwestin û vînê pêk tê. Dema ku organîzma, li hemberî agahiyek nû dimîne, heta wê gavê geşedanên ku pêk aniye, di bin navê amadebaşiyê de tên destnîşankirin.
  4. Hînbûn: Ji bo ku hînbûnek pêk hatibe, divê ku van taybetiyan di xwe de bihewîne:

4.1. Divê ku di liv û tevgerê de guherînek pêk bîne.

4.2. Divê ku guherîn mayinde be. Ne ji bo demeke diyarkirî be.

4.3. Divê ku guherîn di encama jîn û tecrubeyekê de derketibe meydanê.

4.4. Guherîna ji ber hînbûnê, ne girêdayê mezinbûn û gihaştinê ye. 

  1. PÊVAJOYÊN GEŞEDANÊ
  2. Pêvajoyên Bîyolojîk: Ew taybetmendî ne ku ji ber faktorên irsî (genetîk) û hevbandoriyên derdor derdikevin meydanê.
  3. Pêvajoyên Karîna Mêjî (Cognitive)

2.1. Pêvajoyên binyadî yên di hiş (mêjî) de.

2.2. Pêvajoya kirariya zanînê

2.2.1. Baldayin, balajotin, motîvasyon (balkişandina bi ser agahiyên nû ve)

2.2.2. Têgihîştin-fêmkirin (fêmkirina agahiyeke nû)

2.2.3. Kodkirin (Bi sembolan bicîkirina agahiyan)

2.2.4. Depokirin (Di hiş de bicîkirina gelek agahiyan)

2.2.5. Dûvre anîn (Di hewcehiyekê de anîna bîr a agahiyên depokirî)

2.2.6. Transferkirin (Ji çavkaniyeke din anîna agahiyekê)

2.2.7. Çareserkirina probleman (Di hiş de bi riya ahagiyan çareserkirina arîşeyên nû) 

  1. FAKTORÊN KU KARÎGERIYÊ LI GEŞEDANÊ DIKIN
  2. Irsîyet (Genetîk)

1.1. Genotîp: Taybetmendiyên ku ji genan tên. Hêza nepen a organîzmayê. Taybetmendiyên zekayê, afirînerî û hêza ramangêrî û hwd.

1.2. Fenotîp: Taybetmendiyên ku ji derve ve, bi çav tên dîtin. Cinsiyet, rengê çav, bejin, rengê çerm, rengê por û hwd.

  1. Derdor: Di bin karîgeriya derdor de, hin geşedanên fîzîkî, bikaranîna zekayê, pêşveçûna ziman, awayên gihandinê, xislet û asta perwerdeyê.
  2. Dema Xeternak: Demên xeternak in ku geşedan û hînbûn divê ku di wê kêliyê de pêk bên. Wekî mînak, di navbera 2 û 5 saliyê de zarok zimanê axaftinê fêr dibin.
  3. Zeman: Dem jî li ser geşedanê, xwedî bandor e. Ji bo ku serdemeke geşedanê bi awayekî serkeftî be, divê ku di demeke diyar de pêk bê.
  1. PRENSÎBÊN GEŞEDANÊ
  2. Geşedan, domdar e û di hin serdeman de pêk tê. Serdemên Geşedanê ev in:

1.1. Bebektî (0-2 Salî)

1.2. Zaroktî (2-11 Salî)

1.2.1. Zaroktiya Pêşî (2-6 Salî)

1.2.2. Zaroktiya Paşî (6-11 Salî)

1.3. Xamatî (11/13-18/20 Salî)

1.4. Navseretî (18/20-? Salî)

1.4.1 Destpêka Navseretiyê (18/20-35 Salî)

1.4.2. Navîna Navseretiyê (35-65 Salî)

1.4.3. Dawiya Navseretiyê (65-? Salî)

  1. Geşedan, bi nobedarî didome, hêza geşedanê her gav ne wekî hev e.
  2. Geşedan, di bin karîgeriya irsîyet û derdorê de pêk tê.
  3. Di geşedanê de hin meyl hene:

4.1. Geşedan, ji hundir ber bi derve ve ye.

4.2. Geşedan, ji serî dest pê dike û ber bi ling ve diçe.

4.3. Geşedan, ji giştî dest pêk dike, ber bi taybetekê ve diçe.

  1. Hemû qonaxên geşedanê bi hev re têkildar û girêdayî ne.
  2. Di navbera kesan de, ji aliyê geşedanê ve cudahiyên şexsî hene. 
  1. SERDEMÊN GEŞEDANÊ Û TAYBETIYÊN WÊ

Geşedan, di bin du qonaxan de tê dabeşkirin ku ew jî Beriya Zayinê û Piştî Zayinê ye. 

  1. Serdema Beriya Zayinê (9 Meh): Ji dolgirtina zikê dayikê heta zayinê, guherînên ku di vê serdemê de pêk tên dihundirîne. Ji yek hucreyeke dolgirtinê dest pê dike û heta ku digihîje asta mirovekê/î ku bikaribe xwe li siruştê li ser lingan bihêle, neh meh derbas dibe. Di vê serdemê de ku geşedana laşî lezgîn e, ji zîgotê (hêka dolgirtî) dest pê dike, bi qonaxên embriyo û fetusê dewam dike, bi zayinê diqede. 
  1. Serdema Piştî Zayinê (0-? Salî): Li gorî taybetmendiyên qonaxên xwe, dibin heft beş.

2.1. Serdema Bebektiyê (0-2 Salî): Ji zayinê (0=sifir) dest pê dike û heta du (2) saliyê dewam dike. Bebek, di vê serdemê de, ji her aliyî ve hewcedarê nihêrtin û xwedîderketina mezinan in. Di vê serdemê de, bebek zimanê xwe yê dayikê û hizra sembolîk digirin.

2.2. Serdema Zaroktiyê (2-11 Salî)

2.2.1. Serdema Zarokatiya Pêşî (0-6 Salî): Vê serdemê, ji du (2) saliyê dest pê dike û heta destpêka dibistana seretayî (6 salî) dewam dike. Zarok bi serê xwe dikare bikeve nav liv û tevgerê. Berê xwe dide daxwazên xwe û ji aliyê hin tiştan ve dikare kêrî xwe bê. Ji aliyê hewcehiyên xwe ve, hewcedariya wî ya mezinan kêm dibe, bi tena serê xwe dikare gelek pêdiviyên xwe pêk bîne. Wekî mînak, daxwazên xwe bi ziman dide der; perwerdeya xwe ya daşirê digire û pêk tîne; kincên xwe dikare derxe û li xwe bike; bi tena serê xwe dikare xwarina xwe bixwe. Bi hevtemenên xwe re dikeve nav têkiliyê û bi wan re dilîze. Vê serdemê, bi giştî amadebaşiya kêrhatinên dibistanê ye.

2.2.2. Serdema Zaroktiya Paşî (6-11 Salî): Vê serdemê salên dibistana seretayî (6-11 salî) digire nav xwe. Di navbera şeş (6) û yazdeh (11) saliyê de, di jiyana zarokan de, bi piranî çalakiyên perwerde û hîndekariyê cî digirin. Hizir û ramanên zarokan li ser şênberiyê dixebite. Zarok, rewşên ku bi pênc hestên xwe dikare têbigihîje, dinirxîne û fikrên xwe dikare bibêje. Di vê serdemê de, komelbûn û daxwaza serkeftinê li pêş e. Ango zarok dixwazin ku di her tiştî de ew li pêş bin û serkeftî bin.

2.3. Serdema Xamatiyê (11/13-18/20 Salî): Serdema xamatiyê, di keçan de li derdora 11; di kuran de li derdora 13 saliyê dest pê dike. Di keçan de heta 18; di kuran de heta 20 saliyê dewam dike. Bi mezinbûna fîzîkî (laşî) re, di vê serdemê de, ji aliyê karîna mêjî (cognitive) ve guherînên mezin pêk tên. Çawa ku bi balixbûnê re bejin diavêje, giranî zêde dibe, bi heman awayî li ser mijarên felsefe û civakê, meraqa mirovên xama zêde dibe. Mirov dikare bibêje ku ji bo hizirkirinê dirame. Bi hizirên xwe, li tiştine baştirîn (îdeal) digere. Vê serdemê, ji bo kesên xama, qonaxeke biteşqele û bigeremol e. Ji ber vê yekê, divê ku di vê serdemê de, desteka rêberiya psîkolojîk bê dayin. 

2.4. Serdema Navseretiyê (18/20-? Salî):

2.4.1. Serdema Destpêka Navseretiyê (18/20-35 Salî): Ji dawiya xamatiyê (18-20 salî) dest pê dike û heta nîvê sî saliyê (35 salî) dewam dike. Di vê serdemê de, ji aliyê debar û aboriya xwe ve, mirov digihîje serbestiyê û ji xwe re malbatekê ava dike. Di karê xwe de biryarên girîng dide û di komalgehê de bi awayekî çalak tevdigere.

2.4.2. Serdema Navîna Navseretiyê (35-65 Salî): Ji nîvê sî saliyê (35 salî) dest pê dike û heta nîvê şêst saliyê (65 salî) dewam dike. Mirov, di van salan de, dikevin bin berpirsyariyên giran. Di vê serdemê de, nirxên çandî bi her awayî li ser xwe bi cî dike û di kar û pîşeyê xwe de, tê asta herî dawî. Amadebaşiya ji bo malnişîniyê, di vê qonaxê de pêk tê. Ew serdem e ku destek û alikarî ji nifşên beriya xwe re tê dayin.

2.4.3. Serdema Dawiya Navseretiyê (65-? Salî): Ji salên şêstî dest pê dike û heta mirinê dewam dike. Bi vê serdemê, jiyana kar û kariyerê bi dawî dibe. Di malbatê de, dibe ku mirina hevser, dost û nasan biqewime. Di vê serdemê de, serkeftina li hemberê bitenêbûnê, hesteke lazim û girîng e. Bi ketina qeweta fîzîkî (laşî) re, qudreta aboriyê jî kêm dibe û berxwedana jiyaneke ji ber van kêmasiyan derdikeve meydanê. Mirov, bi vê serdemê, raçavkirineke jiyanê dike. 

  1. WEZÎFEYÊN GEŞEDANÊ

Li gorî serdemên geşedanê, divê ku mirov ji aliyê hizrî, tevgerî û fîzîkî (laşî) ve hin wezîfeyan pêk bîne. Ev wezîfeyên ku ji mirov tên xwestin, ji aliyê serdemên jiyanê ve tên birêzkirin. Peywirên geşedanê bi giştî ev in: 

  1. Wezîfeyên Geşedanê yên Serdema Bebektiyê (0-2 Salî)

1.1. Bi zayinê re, divê ku bebek li hemberî şert û mercên siruştê xwe biparêze. Ev hêz û qewet, ji beriya zayinê, di zikê dayikê de tên bidestxistin. Dema ku bebek tê dinyayê, ji ber ku germahiya zikê dayikê û derve ne wekî hev e, laşê bebekê hevsengiya (wezna) germahiya xwe li gorî siruştê guncav dike.

1.2. Pergala bêhndayinê û nebzê (lâdana dil) tekûz dibe.

1.3. Bebek di vê serdemê de, dikare xwarinên ziwa bicû û daqurtîne.

1.4. Xewên şev û rojê yên bebekan, bi rêkûpêk dibin.

1.5. Nêzî bi dawîbûna serdemê re, dikare terxê xwe kontrol bike, perwerdeya daşirê pêk bîne.

1.6. Di dawiya serdemê de birêveçûnê hîn dibe. 

  1. Wezîfeyên Geşedanê yên Serdema Zaroktiya Pêşî (2-6 Salî)

2.1. Di vê serdemê de koordînasyona (aheng) dest û çav çê dibe. Tiştên ku bala wan dikişîne û têdigihîjin ku çi ne, dikarin bi destê xwe dirêjî wan bibin û biqefêlin. Ji aliyê liv û tevgerê ve jêhatî dibin.

2.2. Bi vê serdemê re, axaftinên zarokan baş tên fêmkirin.

2.3. Bi serê xwe dikare xwarina xwe bixwe; cilên xwe li xwe bike û derxe.

2.4. Cudahiyên cinsî (zayendî) fêr dibe, ciyawaziyên kec û kuriyê ango nasnameya cinsî qebûl dikin û li ser mayindebûna wan piştrast in.

2.5. Bi mensûbên malbatê û hevtemenên xwe re dikevin nav têkiliyê. 

  1. Wezîfeyên Geşedanê yên Serdema Zaroktiya Paşî (6-11 Salî)

3.1. Zarok, di vê serdemê de, bi hevtemenên xwe re dikeve nav têkiliyên erênî, bi hevalên xwe re dikeve nav gelek çalakiyên hevbeş.

3.2. Ristên xwe yên cinsiyetê (zayendê) bi dest dixe. Nirx û ristên civakî ku komalgeh li cinsiyetan bar dike, hîn dibe. Li gorî cinsiyeta xwe dikeve nav liv û tevgerê.

3.3. Meharetên bingehî yên mîna xwendin, nivîsîn û hesabkirinê bi pêş ve dibin. Ev kêrhatinên bingehî, dê ji bo paşeroja jiyana perwerdeyê bibe hîm û esasek.

3.4. Nirxan dinase û têgihîştina wijdanê bi pêş ve diçe. Zarok, li gorî xwe pergaleke nirxan çê dikin. Ev rewş, bandorê li ser kirin û tercîhên wan dikin. Bijartina hevalan, darazên wan ên li hemberî bûyeran, li gorî wijdan û nirxên wan pêk tên.

3.5. Di vê serdemê de, serxwebûna kesayetê çê dibe. Di serdema pêşî de, ji aliyê tevger û kirinên xwe ve, xwediyê serxwebûnekê bû; lê di vê serdemê de, bi vîn û îradeya xwe dikeve nav hin karan, ji aliyê rêvebirin û encamkirinê ve serbixwe tevdigere. 

  1. Wezîfeyên Geşedanê yên Serdema Xamatiyê (11/13-18/20 Salî)

4.1. Taybetiyên xwe yên laşî dinase û li gorî wan tevdigere. Guherînên laşî, dibe ku bibin sedemê gengeşeyên navxweyî, ji ber vê yekê pejirandina guherînên fîzîkî (laşî) û aşbûna navxweyî ji bo vê serdemê girîng e.

4.2. Di nav malbatê de, ji aliyê hestên xwe ve, serxwebûnekê bi dest dixe. Di derheqê biryarên xwe de, naxwaze ku bi malbatê bişêwire û ji bo kirinên xwe destûrê bigire.

4.3. Ji xwe re kar û pîşeyekê dibijêre û li gorî wê, xwe amade dike. Li ser pirsên “dê bibim çi, berê xwe bidim kîjan qadê, li kîjan zaningehê bixwînim?” difikire û biryarên xwe dide. Ji bo ku bigihîje armancên xwe, dest bi amadekariyan dike.

4.4. Ristên civakî yên mêrtî an jî jintiyê pêk tîne. Li gorî nirxên komalgehê ku li ristên cinsiyetê hatine barkirin, ji xwe re risteke cinsiyetê dibijêre.

4.5. Ji bo zewacê û jiyana malbatî, xwe amade dike. Bi dijcinsê xwe re dikeve nav têkiliya hestiyarî û li ser paşeroja xwe, malbata ku dê saz bike, difikire.

4.6. Ji aliyê civakî ve dixwazin ku bikevin binê hin berpirsyariyan. Ciwan, dixwazin ku bikevin nav cîhana kesên navsere û berpirsyariyan bigirin ser xwe.

4.7. Nirxên wan çê dibin û pergala exlaqê bi pêş ve diçe. Bala wan bi ser îdeolojiyan ve diçe. Li gorî pergala nirxên xwe, dikevin nav liv û tevgerê.

  1. Wezîfeyên Geşedanê yên Serdema Destpêka Navseretiyê (18/20-35 Salî)

5.1. Di vê serdemê de, ji xwe re hevserek dibijêre. Biryar dide ku dê jiyana xwe bi kê re parve bike.

5.2. Sazkirina malbatê, ketina binê wê berpirsyariyê û bi hevserê/a xwe re pêkanîna jiyeneke hevbeş, ji hin peywirên girîng ên vê serdemê ne.

5.3. Mezinkirina zarokan, wezîfeyeke vê qonaxê ye.

5.4. Rêvebirina kar û barên malê û parvekirina berpirsyariyên malê, peywirên girîng in.

5.5. Dixwaze ku bikeve karekî û di wî karî de pêşve biçe.

5.6. Bicîanîna berpirsyariyên hemwelatiyê yên mîna baca, hevgirtin, alîkarî û di hilbijartinan de dayina deng.

5.7. Di nav civakê de, li gorî nirx û pîvanên xwe, ji xwe re civatekê dibîne.

  1. Wezîfeyên Geşedanê yên Serdema Navîna Navseretiyê (35-65 Salî)

6.1. Li gorî kesên navsere, xwe dixin binê berpirsyariyên civakê.

6.2. Ji aliyê aboriyê ve, li gorî xwe pergalekê saz dikin û ji bo jiyaneke baştir dixebitin.

6.3. Berbirsyariyên xwe yên civakî dizanin û li gorî wan, ji kesên xama re destek û rêberiyê dikin.

6.4. Di demên xwe yên vala de, berê xwe didin çalakiyên ku xweşa wan diçin.

6.5. Bi hevserên xwe re, bi her awayî li hev dikin û wisa jî jiyana xwe didomînin.

6.6. Ji ber nêzbûna kal û pîrtiyê, bi guherînên laşî re rû bi rû dimînin û wan guherînan li ser xwe dipejirînin.

6.7. Li hemberî dayik û bavên xwe, dikevin rista dê û bavtiyê. Ji ber ku dayik û bav tên asta hewcedariyê, kesên di vê serdemê de, li dayik û bavên xwe dinêrin û wan diparêzin.

  1. Wezîfeyên Geşedanê yên Serdema Dawiya Navseretiyê (65-? Salî)

7.1. Li hemberî kêmbûna karîna mêjî (cognitive) û arîşeyên tenduristiyê, berxwedanê nîşan didin û li gorî hêz û qeweta xwe dikevin nav liv û tevgerê.

7.2. Ji ber ku hatinên wan ên aboriyê, bi malnişîniyê re kêm dibin, divê ku li gorî vê yekê jiyana xwe bikaribin bidomînin.

7.3. Mirovên vê serdemê, divê ku ji stresa ji ber mirina hevserê/a xwe re, amade bin.

7.4. Di vê serdemê de, divê ku têkiliyên xwe yên bi hevtemenên xwe re, xurt bigirin û bi wan re di nav peywendiyê de bin. Ji bo ku hev û din fêm û guhdarî bikin, ev yek girîng e.

7.5. Ji wan tê hêvîkirin ku mesûliyetên xwe yên civakî û hemwelatiyê bînin cî.

7.6. Kesên ku li gorî şert û mercên xwe, ji xwe re derdorekê ava dikin û ji aliyê aramiyê ve têr dibin, vê serdemê bi awayekî serkeftî derbas dikin.

ENCAM

Di kar û barên perwerde û hîndekariyê de, zanîna agahiyên pedagojiyê, ji bo her mamosteyê/î hîm û esasên elzem in. Lewre mamosteyek çi qas xwendekar nas bike, dê ew çend rêberiya xwe baştir bike. Wekî organîzma, mirov ji beriya zayînê heta mirinê, bi hin taybetmendiyên xwe yên xweser, bi derdora xwe re dikeve nav têkiliyê. Ji aliyê geşedana laş, hiş, ziman, hest û civakî ve, organîzma her tim li ser meyla têgihîştin û pêşveçûnê ye. Dayik û bav, divê baş bizanibin ku di jiyana zarokên wan de, hin demên xeternak hene ku zarok di wan deman de tiştine xweserî wê serdemê fêr dibin. Heke zarokek di navbera 2-5 saliya xwe de, axaftina zimanê xwe yê dayikê baş fêr nebûbe, geşedana wî ya karîna mêjî baş pêk nehatibe, dê ev kêmasî wekî mîrateyek neyînî, bandorên xwe li ser serdemên pêşdetir jî bikin.

Beriya ku çalakiyên hîndekariyê dest pê bikin, divê ku namzetên mamosteyan, ji van geşedanên organîzmayê haydar bin da ku baştirîn perwerde û hîndekariyekê bi rê ve bibin. Mamosteyên baxçeyên zarokan çawa ku bi çalakî û lîstikan dixwazin ku ji aliyê geşedana karîna mêjî û psîkomotor ve, zarokên 5-6 salî ji didistana seretayî re amade bikin; bi heman awayî divê ku mamosteyên dibistana seretayî jî, ji aliyê karîna mêjî û liv tevgerî ve, li gorî taybetmendiyên wan ên hizrî û laşî zarokan baş binasin da ku bikaribin li ser geşedana wan karîgeriyeke erênî bihêlin. Di vê serdemê de divê ku bê zanîn, karîna mêjî ya zarokên 6-11 salî, li ser şênberiyê ji dinyayê têdigihîjin û tiştên razber ji dinyaya wan dûr in.

Ji aliyê serdemên geşedana psîkolojiyê ve, ji bo ciwanan dema herî xeternak, serdema xamatiyê ye. Bi lez û beziya geşedana laşî re, di vê serdemê de ciwan dikevin nav hestên neyînî, ji sedema guherînên laşî, giyanê wan dikeve stresê û wisa hîs dikin ku li navenda dinyayê sekinandî ne û hemû kes li wan dinêrin. Dayik, bav û mamosteyên ku perwerdeya zarokên vê serdemê pêk tînin, divê ku li hemberî van yekan haydar bin û ji arîşeyên zarokên xwe re çareseriyan bibînin. Ji aliyê geşedana psîkolojiyê ve, zanîna van agahiyan ne bi tenê ji bo mamosteyan lazim in, bi heman awayî divê ku dayik û bav jî li ser vê yekê xwe pêşve bibin da ku ji zarokên xwe re bibin rêber û alîkarên jiyanê. Divê neyê jibîrkirin ku her çi qas înformal be jî, di jiyana mirovan de dibistana yekem malbat e.

Aziz SAMUR

azizsamur@gmail.com

ÇAVKANÎ

Aydın, A.: Gelişim ve Öğrenme Psikolojisi, Alfa Basin Yayın, Bursa, 2000

Bacanlı, H.: Gelişim ve Öğrenme, Nobel Yayınları, Ankara, 2002

Dönmezer, İ.: Gelişim Psikolojisi, Cem Ofset, İzmir, 1996

Erden, M.; Akman, Y.: Eğitim Psikolojisi, Arkadaş Yayınevi Ankara, 2008

Farqînî, Zana: Büyük Türkçe Kürtçe Sözlük, İstanbul Kürt Enstitüsü Yayınları, İstanbul, 2000

Farqînî, Zana: Ferhenga Kurdî Tirkî, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, İstanbul, 2005

Gagner, M.W.; Gardiner, H.W.: Çocuk ve Ergen Psikolojisi, İmge Kitapevi, Ankara, 1983

Kaya, A.: Eğitim Psikolojisi. Pagem Akademi, Ankara, 2007

Komisyon: Gelişim ve Öğrenme, Anı Yayıncılık, Ankara, 2002

Komisyon: Gelişim ve Öğrenme Psikolojisi, Pegem A Yayınları, Ankara, 2003

Komisyon: Redhouse İngilizce Türkçe Sözlük, Sev Matbaacılık ve Yayıncılık Ticaret A.Ş. İstanbul, 2011

Mir Cemal, Celalî: Türkçe Farsça Sözlük, Palme Yayıncılık, Ankara, 2010

M.R., Majed: Persian-Kurdish Dictionary, Kurdistan University, Sanandaj, 2010

Senemoğlu: Gelişim Öğrenme ve Öğretim, Gazi Yayın Evi, 2005

Yavuzer, Haluk: Çocuk Psikolojisi, Remzi Yayınevi, İstanbul, 1999

Bersivekê binivîsin