Psîkolog Wilhelm Wundt [1832 – 1920]

Psîkolog Wilhelm Wundt [1832 – 1920]

Psîkolog Wilhelm Wundt (1832 – 1920)

Wilhelm Wundt di 16 Gelawêja 1832 an de li Almanyayê/Germenîstanê hatiye dinyayê. Bavê wî keşeyek (keşîşek) bû. Ji ber ku nedixwest here dibistanê, keşeyekî ciwan ê hevalê bavê wî heta 13 saliya wî mamostetiya wî kiriye. Piştî ku Gynasiumê xilas dike, li Tûbîngenê salekî perwerdeya tipê distîne. Piştra li Heidelbergê nêzîkê çar (4) salan perwerdeya anatomî, fîzyolojî û kîmyayê distîne. Belam, piştî ku fêhm dike dixtorî ne li gor wî ye, berê xwe dide fîzyolojîyê. Demekî bi fîzyologê navdar Johannes Muller re dixebite. Piştra li Heidelbergê ji sala 1852 an heta sala 1864 an doçentîyê dike. Di sala 1858 an de dibe asîstanê Helmhotz. Di sala 1864 an de digihêje alîgariya profesorîyê û heta sala 1874 an, li Heidelbergê dijî.

Di sala 1875 an de diçe Leibzigê û di sala 1881 an de laboratuara xwe vedike. Belam, hindek çavkaniyan de dîroka vekirina laboratuara Wundt, wek sala 1879 an tê destnîşankirin. Di sala 1881 an de bi navê ‘Xebatên Felsefî’ kovarekê derdixe. Di 31 Gelawêja sala 1920 an de diçe ser dilovaniya xwe.

Berhemên wî yên sereke

1- Lêzêdekirinên Ji Bo Teoriyên Feraseta Hestî

2- Dersên Li Ser Zêhnên Heywan û Mirovan

3- Hêmanên Psîkolojîya Fîzyolojîk

Hêjayê gotinêyê ku Wilhelm Wundt bi van xebatên xwe re, zanista psîkolojîyê berhêlî kiriye û berhemên wî yên hêja, wek berhemên qlasîk hatine hesibandin…

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Destpêka Zanista Psîkolojiyê – Ali Gurdilî  

Bersivekê binivîsin