Projeya Cuenca Mirador

Projeya Cuenca Mirador

Li navenda daristana Peténê ya li Guatemalayayê û li tenişta sînorê Meksîkayê ye, vedîtina şûnwareke ku li binê erdê ye, pêk hat. Dibe ku şûnwarê vedîtî, şûnwarê herî kevnare be. Rê û kûçeyên şûnwarê vedîtî bi qasî 240 kîlometreyê dirêj e, ji sala 600ê beriya Zayînê ye û ji aliyê Mayayiyan ve weke rêyên bazirganiyê hatine çêkirin. Rêyên dirêj bi şûnwarê El Mirador ku demeke pirr berê hatibû vedîtin, girêdayî ne. El Mirador li daristana Peténê li cihê bivir/dest lêneketî ye.

Dema şûnwarnas bi projeya Cuenca Mirador, bi amûr û radarên nûjen ku jê re radarên Lidar tê gotin, xebatên xwe li ser qadeke 700 kîlometre çargoşe pêk tînin, bi hebûna bajêr, cihok, şaneşîn, dîwar, pîramîd, 17 rê û kûçeyan dihesin. Bi vê vedîtinê, Guatemala û şêniyên wê dikarin xwe bi awayeke fermî warê xwe weke dergûşa Mayayiyan qebûl bikin.

Şûnwarnas Amerîkayî Richard Hansen û her wiha rêveberê projeya Cuenca Mirador wiha dibêje; “Gumana me jê nîne ku di wê serdemê de li seranserê cîhanê warê herî mezin û dewlemend ya Mayayiyan bûye, û heya hilweşîna warê Mayayiyan jî hejmara şêniyên wê warê li der û dora milyonekî bûye. Her çiqas li Amerîkaya-Bakur ji bajarên vedîtî, bajarê herî mezin bajarê Tikal be jî, potansiyela bajarê El Mirador ji gişan pirrtir e û guman jê nîne ku bi hin bajarên din ve jî girêdayî ye. Bajarên veşartî li benda me û vedîtinê ne.”

Metîn Eser

Çavkanî: De Morgen / 12.02.2017 

Bersivekê binivîsin