Pozîtîvîzm [Kirûgerî]

Pozîtîvîzm [Kirûgerî]

Pozîtîvîzm [Kirûgerî]  

Felsefeya pozîtîvîst di sedsala 18 an de ji alîyê Auguste Comte (1789-1857) ve hatiye damezrandin. Nêzîkayîtêdana İmmanuel Kant ya derheqê hilberandin an jî bidestxistina zanayîyê de ji alîyê felsefeya pozîtîvîst ve gellekî hatiye berfirehkirin. Kant xwestiye ku sînor û derfetên metafizîkê destnîşan bike. Mirov dikare bibêje ku İmmanuel Kant di vê xalê de xwestiye ku ji bo zanistên (bilîmên) pêşerojê, sînorên aqil raxê holê. Felsefeya Pozîtîvîst vê mengîya İmmanuel Kant, bi pêşve birîye. Angaşta Felsefeya Pozîtîvîst ew e ku pêşnîyarên metafizîkî, olî, exlaqî û hunerî, ne xwediyê tu qîmet û rastiyê ne. Lewra ji bilî pêşnîyarên pozîtîf, pêşnîyarên din ne rast in.

Li gor Auguste Comte aqlê mirov, ji sê (3) dewran derbas bûye.

1- Dewra Teolojîk

2- Dewra Metafizîk

3– Dewra Pozîtîf

1- Dewra Teolojîk

Di dewra teolojîk de mirov derheqê xwe û gerdûnê de ne xwedîyê zanayîyên têr in û hemû bûyeran, bi afirander û hêzên xwedayî ve girê didin. Kêm be jî di vê dewrê de mirovan hinekî aqlê xwe bikar anîne û xwe gihandine dewra metafizîkê.

2- Dewra Metafizîk

Di vê dewrê de aqlê mirov li ser kar e, lê kêm be jî bandora hêzên metafizîkî berdewam e û sedemên bûyeran, bi hêzên metafizîkî ve têne girêdan.

3- Dewra Pozîtîf

Piştî dewra metafizîkê derketiye holê. Di vê dewrê de mirov bûyeran êdî bi heyînên olî û metafizîkî şirove nakin. Bûyer, bi ezmûn û çavdêrîyê têne şirove kirin. Di vê dewrê de ne tenê bûyerên xwezayî, herweha ol, huner, exlaq, kevneşop û adet jî, bi awayekî pozîtîf têne şirove kirin. Herweha, di pêşerojê de oleka pozîtîf û exlaqeka pozîtîf jî, wê bikaribe were damezrandin.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Bersivekê binivîsin