Pirsgirêkên Sereke Yên Felsefeya Mantiqê

Pirsgirêkên Sereke Yên Felsefeya Mantiqê

Pirsgirêkên Sereke Yên Felsefeya Mantiqê| Ali Gurdilî

Armanca felsefeya mantiqê ew e ku bi wateya mantiqê, prensîb û spartekên mantiqê bizanibe û li ser hindek pirsgirêkên mantiqê yên têgehî/têgînî hûr bibe ku wekî bingeh û xîmê mantiqê xwiya dikin, wan zelal û eşkere bike. Armanca felsefeya zanistê jî, li vekolandina avahiya zanistê ya zimanî ye, rexnekirin û têgihîştina wê ye. Zanist û mantiq, bi hev re hewl didin da ku rêya fikirîn û tiştên ku têne fikirîn, rast werin vegotin. Ji bo vê çendê jî hewl didine xwe, da ku bikaribin delkên/zagonên fesalî û zimnî/navxweyî yên fikirînê raxin holê. Bi vê yekê re jî, riya bidestxistina zanayiya rast, tê vekirin.  

Felsefe jî ji mantiqê, ji bo bidestxistina zanayiya heyînê sûd werdigre, di vê xalê de jê sûd werdigire. Ji bo vê yekê jî felsefe, awayên fikirînê yên mantiqî bikar tîne. Felsefe, bi naveroka ramanê re mijûl dibe û di vê navberê de mantiqê jî ji xwe re dike mijar.

Çend pirsgirêkên/pirsên felsefeya mantiqê Yên Sereke  

Felsefeya mantiqê, li çavkaniya hêmanên/prensîbên mantiqê û naveroka têgeha mantiqê vedikole. Di heman demê de, dest diavêje pirsgirêkên ku bi mantiqê re dertên holê jî…

1- Pirsgirêkên ku bi têgeha mantiq û derbasdariyê re têkildar in.

2- Pirsgirêkên ku bi têgeha neguhêrbara mantiqê re têkildar in.

3- Nirxa rastiyê û pirsgirêkên, ku bi têgeha mantiqê re têkildar in.

4- Pirsgirêkên ku bi hêmanên mantiqê re têkildar in.

Pirsgirêkên ku bi têgeha mantiqê re têkildar in…

Bersivên cihêreng ku ji bo <mantiq çi ye?> têne dayîn, du pirsgirêkên cihêreng derxistine holê.

1- Gelo mantiq disiplineka felsefeyê ye, yan ew zanistek e?

2- Jiber ku bingeha fikirîna rast xwe dispêre daxuyandinên/birêvebirinên aqlî yên derbasdar, pirsgirêka <derbasdarî çi ye?> dertê holê. Jiber ku derbasdarî girêdayê neguhêrbarên mantiqê ye, neguhêrbarên mantiqê jî pirsgirêkekê cihêreng derdixe holê. Jiber ku texlîdên deranê/çikarimê yên cihêreng, di heman demê de neguhêrbarên mantiqê ne jî, mirov dikare ji bo venihêrtina/kontrolkirina her cure deranê, sîstemeka cihêreng ya mantiqê ava bike.

Hebûna cureyên cihêreng yên mantiqê jî, dikare rê li yekîtiya ku di mantiqê de heye veke. Di vê xalê de tiştê ku ji felsefeya mantiqê tê xwestin ew e ku di derheqê hêmanên bingehîn yên mantiqê de bi awayekî aqilane û rexnekar tevbigere, lê bikole û di vê babetê de hilbijartinên herî amizger biafirîne.

Pirsgirêkên ku bi têgeha heyîn û nirxa rastiyê re têkildar in…

Mantiq, bi naveroka deran û pêşniyaran re mijûl nabe. Bala mantiqê mirov dikare bibêje ku herdem li ser lewnê/şeklê deran û pêşniyara ye. Rastiya naverokê, rastiya zanayİyê û rastiya lewnî-fesalî jî, rastiya mantiqê pêk tîne. Rastiya mantiqê, bi sepandina/cîbicîanîna hêmanên (prensîbên) mantiqê, dertê holê. Pêşniyarên mantiqî divê ne pêşniyarên nakok bin. Hege pêşniyara mantiqî ne xwediyê rastiyekê be yan jî deran nakok be, wê demê wê ji hêla naverokê ve jî çewt be.

Hindek ramanwerên ku bi zanista heyînê re têkildar in, wiha parastine ku zagon û hêmanên, ku heyîn xwediyê wan e û zagon û hêmanên ku aqil xwediyê wan e, zanav/wekehev in. Li gor vê yekê di navbera aqil û heyînê de, amizgeriyek heye.

Yên ku ramanê parastine, hêmanên mantiqê li heyînê wiha sepandine…

1- Hêmana Zanaviyê: Her heyîn, zanavê xwe ye. Digel hemû guherîn û çêbûnan, di her heyîneke de hilikeka naguhêrbar heye.

2- Hêmana Bênakokîtiyê: Tu heyîn di heman demê de nikare hem bibe wekexwe (xwe) û hem jî heyînek din. Tu heyîn di heman demê de nikare, hem hebe û hem jî tunebe.

3- Negengaziya Rewşa Sêyemîn: Heyînek yan heye, yan jî tune. Rewşeka sêyemîn tune û ne gengaze jî.

Ramanwerên Serdema Nû, li dijê vê nêrîna ku hêmanên heyînê û hêmanên mantiqê wek hevdu dibîne derketine û nerazîbûna xwe anîna zimên. Ramanwerên Serdema Nû, gotine ku jiber ku aqil ji sehekan xwe xwedî dike, têgînkirinên (têgehkirinên) me jî, herdem guhêrbar/rolatîv in.

Jiber vê yekê jî mantiq, divê ji wan hêmanan pêk were ku em bikaribin wan hêmanên hevgirî û derbasdariyê bikar bînin û riya rast ya fikirînê bidest bixin.

Pirsgirêkên ku bi hêmanên mantiqê re têkildar in…

1- Hêmana mantiqê gelo herdem û li her derê hêmanek derbasdar û gerdûnî ye yan na?

2- Çavkaniya hêmana mantiqê çi ye?

3- Hêmanêm mantiqê gelo ji zayîna mirov ve hene, yan ew bi riya-alîkariya ezmûn û çavdêriyan têne bidestxistin?

4- Gelo mirov dikare hêmanên mantiqê di heman demê de wekî hêmanên heyînê jî bipejirîne?

Hêmana zanaviyê, ne tenê di sîstema mantiqê ya dunirxî (iki değerli) de, herweha di mantiqa pirnirxî (çok değerli- ji du nirxa zêdetir) de jî û di mantiqa heyînê de jî derbasdar e. Di roja me ya îroyîn de di vê babetê de pirsgirêka herî mezin, di mantiqê de man û nemana van hêmana ye. Ango, gelo wê ev hêman wekî hêmanên mantiqê bimînin yan dê nemînin?…

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

25.04.2014

Jêder…

1- Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê. Ali Gurdilî. Çap nebûye.

2- http://www.felsefevan.org/felsefeya-mantiqe-2.html

Ger çavkaniya gotaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye…

Bersivekê binivîsin