Pirsgirêka Pêkhatina Heyînê

Pirsgirêka Pêkhatina Heyînê

Pirsgirêka Pêkhatina Heyînê

Di babeta çêbûn û binavkirina heyînê de fîlozof, xwediyê ramanên cuda ne û bersivên cuda dane pirsa çêbûna heyînê.

Mirov dikare van bersivan, wiha rêz bike: 

1- Heyîn, bûyîn e.

2- Heyîn, îdea (raman, hizr, fikir) ye.

3- Heyîn, made ye.

4- Heyîn, hem made û hem jî raman e.

5- Heyîn, fenomen e.

1- Heyîn, Buyîn e. 

Fîlozofê pêşîn ê ku vê angaştê parastiye, Herakleîtos e û li gorî nêrîna wî; dêmadeya (hilika) heyînê, agir e. Gerdûn, bêrawestan diguhere û di rewşeka herk û çêbûnê de ye. Di gerdûnê de tu tiştê rawestî û naguher, tune.

“Mirov nikare xwe du caran di çemekî de bişo.”

Guherîna ku di gerdûnê de pêk tê, wiha ne serberdayî ye. Ê ku hemû tiştî dike rêz û rêkûpêkîtiyeke dide gerdûnê, “Aqilê gerdûnî- Logos” e û di gerdûnê de, bandêra yekîtiya dijberan heye. Mesela: jiyan, ji nêr û mê, pêk tê; xwarina giyayê, rê li jiyana pez vedike. Baş- xirab, ronahî- tarîtî, şer û aşitî, encamên pêvçûnê (lihevxistin) ne. Bi vê ramana xwe re, ê ku cara yekemîn dîyalektîkê bikar tîne; Herakleîtos e.

Herakleîtos

1- Bi ramana xwe ya ku dibêje hemû tişt tişt diguherin, ya SOFÎSTAN;

2- Bi ramana xwe ya ku dibêje gerdûn ji aliyê aqlê gerdûnî (logos) ve tê îdare kirin, ya Stoaparêz û Panteîstan;

3- Bi nêzîkayîtêdana xwe ya Dîyalektîkê re jî, ya HEGEL û MARX, xistiye bin bandûra xwe. Di destpêka sedsala 20- an de E. Mach, ramanên xwe ên di derbarê heyîn û gerdûnê de pêşkêş kir û got ku; “Di gerdûnê de hemû tişt têne guherîn. Tiştê ku naguhere jî, westariya (neguhêzbariya) guherînê ye.”

Li gorî H. Bergson jî dinya, herdem di nav guherinekê de ye. Bergson, vê guherînê jî bi navê “Hilpişkîna jiyanê” bi nav dike. Hilpişkina jiyanê, di babeta çêbûn û guherînê de, nîşana rêkûpêkitiya gerdûnê ye.

Whitehead, wiha dipejirîne ku heyîn çêbûn e û li hember nêzîkayîtêdana statîk ya heyînê radibe û dibêje ku, gerdûn her dem diguhere û di nav çêbûneka bêrawestan de ye. Ji bo têgihiştina heyînê, berê her tiştî divê em berê xwe bidine xwezayê. Xweza, ne heyîneke çêkirî, statîk, mekanîk û razber (soyut) e. Xweza, pêkhatineka zindî ye. Di nav vê pêkhatinê de jî, hemû tişt bi hevdu re têkildar in û girêdayê hevdu ne. Hemû tiştên ku xwezayê pêk tînin, hebûna xwe deyndarê hinekên din in. Du taybetmendiyên xwezayê hene: Afirandêrî û seraqetî.

2- Heyîn Raman e. [Îdea ye.]

Li gorî vê nêzîkayîtêdanê, hêmana herî girîng ya heyînê, îdea (raman) ye. Ji vê felsefeyê re îdealîzm (mengîwerî) tê gotin. Mengîwerî, hemû tiştên ku hene dispêre ramanê û li derî ramana mirov, rasteqînîyeka serbixwe, an cîhaneka nesneyan (wanekan) napejirîne. Fîlozofên sereke, ên ku vê ramanê dipejirînin; Platon, Arîsroteles, Farabî û Hegel in.

3- Heyîn Made ye.

Li gorî vê nêzîkayîtêdanê jî, heyîn ji hizra mirov serbixwe ye û ji celeba cismî ye. Ji vê ramanê re, pêzewarî (materyalîzm) tê gotin. Nûnerên vê ramanê; di serdema pêşîn de Demokrîtos û Epîkuros û di serdema nêzîk de jî, T. Hobbes, Le Mettrie û Karl Marx in.

4- Heyîn Hem Made û Hem Jî Raman e. [Dualîzm]

Heyîn, hem made û hem jî raman e. Li gorî vê ramanê heyîn, ji du hêmanan (raman û made) pêk tê, ku mirov nikare yekî bixe dewsa ya din. Ji vê ramanê re, dualîzm (dualîparêzî) tê gotin. Nûnerê vê ramanê ê herî girîng, Descartes e.

5- Heyîn, Fenomen e.

Nûnerê vê ramana ku heyînê bi fenomenê şirove dike, E. Husserl ye. Fenomen ew tişt e ku, ji layê hizra mirovî ve tê çêkirin. Ji ber vê yekê jî ev raman, wek ramaneka îdealîst tê dîtin. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin