Pirsgirêka Felsefî

Pirsgirêka Felsefî

Pirsgirêka Felsefî   

Babetên felsefeyê ne babetên rojane ne, pirsgirêkên tevayî û razber (soyut) in. Felsefe, her dem xwe disperê pirsan û bi awira xwe ya rexneker û bi rêya razberkirinan, babetên ku bingeha jiyana me ya rojane pêk tînin, ji xwe dike pirsgirêk. Em hemû dema ku diçin cîhê karê xwe, em demê (zemanê) bikar tînin. Lê di dema vê bikaranînê de, em pirsa “gelo dem (wext, zeman) çî ye?” napirsin.

Di dema şerekî de em ji dijminê xwe wiha nabêjin: “Kuro ka raweste, beriya ku em dest bi şer bikin, were em şer û aşîtîyê destnîşan bikin û piştra, em şerê xwe bidomînin.” Dîsa dema ku em êvarekî li balkona xwe rûdinên û çaya xwe vedixwin, em li ser wateya “delalîyê” ranawestin, an jî em pirsa “gelo delalî çî ye?” ji xwe napirsin. Lê em hemû jî dizanin ku dem, edalet, heq, delalî, zanayî, cîh, hilik, çêbûn, hebûn û windabûn û hwd. perçeyekî jiyana me ne û jiyana me, bi wan dibe jiyanek watedar. Felsefe, hemû babetên jorîn vediguhêrîne pirsan û her fîlozofek jî, dixwaze ku girêdayê perspektîfa (awira) xwe bimîne û wiha jî, van pirsan (pirsgirêkan) çareser bike. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Bersivekê binivîsin