Pilastîka ku xwe bi xwe, xwe tamîr û termîm dike

Pilastîka ku xwe bi xwe, xwe tamîr û termîm dike

Pilastîka ku xwe bi xwe, xwe tamîr û termîm dike

    Lêkolînerên zanîngeha Illinois bi serpereştiya Scott White, karîne maddeyek pilastîkî ku ji polymera bi navê Resin Epoxy pêktê, berhem bînin ku dema diherişe, diqelişe yan jî beşek jê xera dibe, dikare xwe bi xwe, xwe temîr û termîm bike. Ev madde polymerek taybet e ku wek hemû polymerên din ji zincîrên mulukûlên bihevzeliqyayî pêktê. Lê ciyawaziya vê polymerê, ew e ku dema di navbera zincîrên mulukûlên wê da qelş, herişîn yan jî birrînek(jêbûnek) çêdibe, hingî beşa xerabuyî û nuqsan vediguhere renga sor. Eger beşa xerabuyî demeke kin li ber tîrêjên Tavê bimîne, bi şêwazek pir ecêb, cardin ew zincîrên mulukûlan dizeliqin hev û beşa xerabuyî sedîsed jinûva termîm dibe.

Ev keşfa balkêş û girîng, dikare bibe sedema guhertinên pir mezin bi taybet di warê berhemanîna berhemên senetî û bihdaştiyê da. Bînin ber çavê xwe ku Telefona destan, tu car neherişe û monitora wê timitim wek berê bimîne. Yan jî erebeya ku rengê wê sîs buye yan jî herişiye, xwexwe xwe termîm bike û hezaran mînakên din.

Ev keşf dikare bibe bersiva çawaniya pêkanîna gelek xeyalan ku meriv herdem jibo hin tiştan dikir û dixwest ku bi wê maddeyê, alav û amûrên ku xwexwe xwe termîm dikin, çêbikin.

Derbarê çawaniya pêkhatina vê prosesê jî, yek ji lêkolîneran yê bi navê Brett Krull, wiha dibêje: Ev yek di 2 merheleyan da pêktê di merheleya yekem da mixtura navbirî di dema 30 saniyan da vediguhere jêleyeka nerm ku karibe bi rehetî têkeve nava beşa herişî, qelişî yan jî xerabuyî û ev yek dibe sedema tijîbûna beşa qelişî ji maddeya bibandor. Di merheleya duyem jî ku tê da maddeyên kîmyayî nermiya xwe ya berê jidest didin û req dibin, ligor pêkhate û tîrbûn yan jî renbûna maddeya navbirî, karê bihevzeliqandin û jinûvaçêbûna polymerê pêktîne û ev yeka han dikare di jêr kontrola me da be.

Maddeyên kîmiyawî yên ku jibo termîma polymera han tê hilbijartin jî divê taybetmendiyên wê ligor mezinahiya qelş, herişîn û xerabûna wê be, mînak eger mezinahiya qelşê ji 8mm mezintir be, hingî pilastîk diçeme(diteve) û xilloxwar dibe, yanê xwexwe xwe termîm dike lê forma wê îdî wek berê nabe û mehkembûn û xweragirtina wê ya lihember germa, serma, derb û pestoyan jî ligor pilastîka saqlem, hinek dadikeve. Lêkolînerên Amerîkî dibêjin ku hê riya me, pir dûr û dirêj e, çimku em dixwazin  pilastîkek çêbikin ku piştî xerabûn û termîma xwebixwe ya wê, ew sedîsed wek beriya xerabûna xwe be û tu daketin di xweragirî û taybetmendiyên wê yên di dema berhemanîna wê da pêkneyê.

Werger ji Ingilîzî: Edo Makuyî, endazyarê Kîmiyayê, sala 2000 ji zanîngeha dewletê 

Jêder: http://www.smithsonianmag.com/innovation/plastic-can-repair-itself-180951517/?no-ist

Bersivekê binivîsin