Pîaget û pedagojîya dîyalogê ya pêşdibistana Swêdê

Pîaget û pedagojîya dîyalogê ya pêşdibistana Swêdê

Pîaget û pedagojîya dîyalogê ya pêşdibistana Swêdê 

Jean Pîaget doktorîya Bîyolojî li bajarê Neuchatelê wergirt. Ew hîmdarê konstruktîvîzmê ye. Lê wî xwe wekî înteraksîyonîst jî didît. Pîaget zaroknas û zarokpsîkolog bû. Heweskar û ”întresa” wî ji bo cîhana zarokî/ê hebû. Pedagojîya dîyalogê ya Pîagetî bandora xwe li ser pêşdibistana Swêdê kirîye û ji lew re jî, şagird û mamosteyên ku li Swêdê dijîn, guhdarîya hevûdu dikin. 

Divê em kurd sûd ji vê modellê sûd werbigirin. Li gorî vê modellê Zarok “îndîvîd” û subjekt e. Li vir hem zarok û hem jî mamoste dibin subjekt. Hîndekarîya hevdemeke baş lı zarokî/ê dike, ji ber ku mamoste bi çavekî ferdî (îndîvîd) li şagirdê/a xwe mêze dike. Di navbera mamoste û şagırdan de dîyalogeke mezin heye. Ew her alî guhdarîya hevûdu dikin (Karin Perwer 1087; Maruf Yilmaz 2007; Vygotkîj 1981; Pia Björklid Siv Fischbein 1996). 

Di warî de Pîaget, Eriksson û Mead hevbirin. John Dewey giranîya xwe dide ser moral, estetîk û pratîka perwerdeyê. Gava ku zarokî/ê ji kultureke din hatibe, hingê, divê mamoste nasname, kultur û zimanê zarokî/ê dipejirîne û ji bo pêşvebirina wê hewl bide. Windabûna kulturekê, windabûna mirovahîkê ye. Li gorî wî John Dewey, demokrasî dermanê pedagojîyę ye. 

Çend pêşnîyazên min, ji bo pêşveçûna axaftina zarokî/ê, hene, ew jî ev in:

•Stimulekirin – nedaxwazkirin/neşertkirin
•Lîstin – netemrînkirin, nemeşqkirin.
•Axaftin – ”neînstrukirin”
•Bixwedîtin, zarok bibe şahid – neşanîkirin.
•Bihevre axaftin, dîyalog – nepiçûkdîtina zarokî/ê.

Li gorî Pîagetî, zarok ji 0 heta 3 salî egocentrîst e. Ji lew re zarok bi xwe re dileyize. Egocentrîst tê wateya ku zarok bi çavên xwe li cîhanê mêze dike. Ev dîtin tê wateya ku zarok bê perspektîv e jî. Li gorî Pîagetî pêngavên pêşveçunê jidayîkbûnê, dest pê dikin û heta zarok bibe 2-salî jî giraniya xwe dide ser hiskirin, tamkirin, bêhnkirin û havêtina tiştan. Zarok tiştan digire û paşe dike devê xwe da ku tiştan nas bike û ji devê xwe davêje erdê. Zarok férisî, qabîhyet û hereketa şemaya laşê xwe bikartine. 

Piaget qala çar pêngavan dıke:

1.Pêngava pêşveçûnê ya sonsomotorîkî li derûdora 2-salî. Zarok dikare cihêtî û cudabûna rengên sor, zer, kesk, şîn, reş û spî de bibîne. Lê navên wan nizane.

2.Pêngava pêşveçûnê ya preorerasıyonê, li derudora 2-7 Sali. Zarokê/a 3-salî navê rengekî dizane. Zarokê/a 4-salî bi hindikayî navên 2 rengan dizane. Zarokê/a 5-salî navên 6-8 rengan dizane.

3.Ew pêngavên pêşveçûnê yên konkretê, li derûdora 7-11 Salî. 

4.Ew pêngavên pêşvaçûnê yên formelê, li derûdora 11 Sali heta salmezinbunê.

Her pêngavek xwedîyê karaktereke strukturê ye. Di pêngava pêşveçûnê ya sonsomotoriki (0-18) de cîhana zaroki/ê ya fikirî bi alikariya dev, guh û dest pêş dikeve. Di vê pêngavê de zarok nikare objekt, wext, cîh û sedemên bûyeran bibîne. Ew dibêje qey sedemên bûyeran tune ne. 

Pîaget û Anîmîzma wî

Zarokên pêşdibistanê nikarin cudayiya navbera fîzîkê û cîhana psîkê bibînin. Roj bican e ji ber ku ew ronî dide. Ji Ezmen baran, berf dibare. Ji bo zarokan hemû tiştên bi hereket ango calakî bican in. 

Zarokên 6-salî di derbara xwedê de wisan dibejin: 
“ Xwedé çend Salî ye?
“Xwedê çawan e” 
Xwedé zewici ye, an na?
Ké Xwedé çêkiriye?’ 

Pênvagên kognîtîvé:

Zarokê/a 0-heta 3 salî egocentrîst e. Zarok bi çavên xwe li kes û tiştên din mezê dike. Egocentrîzm ev e ku zarokek întresa û dîtinên xwe ji yên kesên din girîngtir dibîne ji lew re jî bi xwe re dileyîze (Elkind (1983).

•Gava zarokek hînî dijminatîyê bibe, lêxistinê hîn dibe. 

•Zarokê/a şerm bike, xwe tawanbar (suçdar) dibîne. 

•Zarokê/a ku bi tehamul mezin bibe, hîn dibe ku xwe bêhnfireh bibîne. 

•Zarokê/a ku rola kesên bi dad û dadmend di leyîstokên xwe de bileyîze, hingê xwe mafparêz dibîne. 

Li gorî Pîagetî pêşveçûna mirovî/è bi egocentrîzmê dest pê dike û paşê mirov dibe sociocentrîst Pîaget dibêje egocentrîzm nahê wateya egoîzmê. Zarok xwe wekî navbenda (centrum, merkez) cîhanê (dinya) dibîne. Egocentrîzma zarokê/a picuk ji xwezayê tê. 

Maruf Yilmaz 

maruf@live.se

Vygotskij, L. (1981). Psykologi och dialektik, en antologi I urval av Hydén, L-C. Stockholm: Nordstedt förlag.
Yilmaz, M (2006). Pedagogik, Barn- och ungdomsvetenskap, Lärarhögskolan i Stockholm.

Bersivekê binivîsin