Perseusê Argosî

Perseusê Argosî

Perseusê Argosî  

Perseus, di mîtolojiya yewnan de lehengekî girîng e. Yek ji kalikên Herakles tê hesibandin û Argosî ye. Bavê wî Zeus û diya wî jî, Danaeya keça Akrisios e. Akrisiosê dapîrê wî, diçe cem kahînekî û jê dipirse ku, wê kurekî min çêbibe yan na?  Kahîn radigehîne wî, ku wê kurekî keça te çêbibe û ew wê te bikuje. 

Akrisiosê ku baweriya xwe bi vê kehanetê tîne, ji vê kehanete gelekî ditirse û radibe, di bin erdê de ji bronzê odeyekî dide çêkirin û keça xwe, di vir de hepis dike. Zeus dibe dilopeka zêrîn û xwe ji derzeka vê odeyê, berdide xwarê.

Bi keçika civan şa dibe û ji vê şabûna wan, Perseus tê dinyayê.   

Perseus, ji aliyê Athena ve bi kuştina Medusaya Gorgon tê wezîfedar kirin.  Di vê wezîfeya dijwar de Athena û Hermes, alîkariya wî dikin.

Perseus, diçe cîhê Gorgonan. “Stheno, Euyale û Medusa”

Lê mêze dike, ku ew di xewê de ne. Di nav Gorgonan de bi tenê, Medusa bergorn ‘bi mirin’ e. Ji ber vê yekê fêhm dike, ku bi tenê ew dikare Medusayê bikuje û serê wê ê jêkirî bi xwe re bibe.

Gorgon ew heyîn bûn ku, sitûyên xwe bi pûlên ejderhayan diparastin û xwediyê diranên berazî ên kuvî bûn. Destên wan ên bronzî û perên wan hebûn. Ji bilî vê yekê, bi awirên xwe mirovan di cîh de dikerin kevir. 

Perseus, serê Medusayê jê dike û ji serê wê ê jêkirî Pegasus (hespê bi per) û dêwekî bi navê Khrysaor dertê. Perseus, serê Medusayê ê jêkirî teslîmê Athenayê dike û dikeve rêya vegera mala xwe.

Di rê de rastê Andromedayê dibe û dil dikevê. Ev keçik ji aliyê Xwedayan ve, hatiye qurban kirin. Lê Perseus wê xilas kiriye û pêre zewicî ye.  Piştra, Perseus dibe qralê Tirynsê û jiyaneke bextewar dijî…

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî 

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye…

 

Bersivekê binivîsin