Parmanîdes

Parmanîdes

Fîlozofekî antîk yewnanî ye û hîmdarê xwendegeha “Eleayê” tê hesibandin. Di sala 540- ê de (B. Z) hatiye dinyayê. Navê berhema wî ya lêkolînê: “li ser rastî û çewtiyê- aletheia doxa” ye.

Felsefeya xwe bi du beşan şirove kiriye..

1- Riya rastiyê.

2- Bawerî. (ramanên wî yên berî zanayiyê)

Parmanîdes, li ser ramanên wê demê rawestiya ye û wan rexne kiriye. Lewra, ew bi çavekî naguher li rastiya cosmîkan digere û di vê babetê de jî, di navbera wî û Herkleîtos de, dijberiyek derdikeve holê. Lê gelo, di vê yekê de sedem çî bû?Heçî di felsefeya Herakleîtos de cosmos bi xwe jî, guherînek bû û ev yek, bingeha felsefeya wî bû.

Wek mînak, ji dîtinên Herakleîtos:

1- Hemû heyîn diguherin û “cosmos” bi xwe jî, guherînek e.

2- Tiştê ku naguhor e, zagona guherînê ye.

3- Heyîn, xwiyakirina naveroka bûyînê ya rawestî (sekinî) ye.

4- Di gerdûnê de hemû tişt diguher in, dev ji formên kevin berdidin û dikevin formên nû. Hasilê, li gorî felsefeya Herakleîtos, tu tişt wekî xwe namînin û diguherin. Parmanîdes, vê felsefeyê napejirîne. Di dîroka felsefeyê de jî, ramanên Parmanîdes yên ku derheqê guherînê de ne, dijberê felsefeya Herakleîtos hatine dîtin.

Dîtinên Parmanîdes…

1- Zanayiya tiştekî ku herdem diguhere tune û çênabe jî. Lewra rastiya tiştan ne di guherînê de ye, di neguherînê de veşartî ye. Parmanîdes, di dinya guherînê de li hêmanekê neguhorbar digere. Ango, li hêmanekê ezelî û ebedî digere.

2- Tiştê ku mîsoger û rasteqîn e, heyîn e. Tunebûn, an naheyîn jî tune. (Non- beîng)

3- Tiştên ku xwe bi alîkariya sehekan nîşanê me didin, ew ne rasteqîn in. Ew Xap û şaşî ne û bi tenê xwiyakirin in. Axirê, ew jî tunebûn e.

4– Bi tenê heyîn heye, ew rastiyekê yekda û hêmana her tiştî ye.

5– Di naveroka heyînê de, veguhorîn çênabe. Lewra, ew herdem tijîtiyek e û nadabeş e.

6- Heyîn nalive, bêtevger û bêliv e. Ger heyîn biliviya, wê demê wê di fezaya vale de biliviya, fezaya vale jî tunebûn e. Di naveroka tunebûnê de jî tu tişt tune.

7- Heyîn bêdestpêk û bêdawî ye û herdem, heyînek e.

8– Heyîn heye, tunebûn tune. Ger ku tiştek hatibe heyînê, divê ew tişt an ji heyînê, an jî ji tunebûnê hatibe holê. Hege ew ji heyînekê çêbûbe, wê demê di vê yekê de bûyînek tune.Lewra, tiştekî ku ji heyînekê hatibe holê, ji xwe ew tişt hebû û tiştekî ku hebe jî, carekê din ew nayê holê. Lewra, ew tişt ji xwe heye.

Na, ger tiştek ji tinebûnê çêbûbe; divê tunebûn jî berê tiştekî heyînî be, an tunebûn jî heyînek be, da ku heyîn bikaribe jê çêbibe û derbikeve holê. Ev jî, nakokiyek e.Heyîn, ne jî heyînê û ne jî, ji tunebûnê çêdibe. Lewra, ew her heye.

9– Heyîn, bêpêşî û bêdawî heye. Ji vê yekê jî, ji heyînê re tunebûn tune.

Wesfên heyînê yên berbiçav:

a) Yekkerî (siheyî)

b) Bêlivî (bêtevgerî)

c) Bênatî (bêdawîtî) ne.

10– Madeyên din, tu tiştî ji heyînê hêvî nakin û heyîn dabeş nabe. Lewra, ew kit e.

11- Bi heyînê ve tu tişt nazeliqe, an nayê lehiqandin. Di vê niqteyê de xwiya ye ku, Parmanîdes di bin bandûra Pythagoras de maye. Lewra, li gorî nêrîna Pythagoras jî, tiştê ku dihatin hizirkirin ew hebûn û ew bi xwe jî, heyîn bûn. Di felsefeya Parmanîdes de jî, xwiya ye ku ev yek cihekî girîng digre. 

12- Tezahûra (pêşnûma) tunebûnê tune, tiştekî ku tunebe wê mirov çawa li ser bihizire, an jî bipeyîve? Tiştên ku mirov bikaribe li ser bihizire, ew hene û heyîn in.Ango tiştekî ku hizra wan heye, ew heyîn in. Lewra, mirov nikare li ser tunebûnê bifikire an wê tezahûr bike.Peyva li ser tunebûnê, peyva ne tu tiştî ye. Lewra, tunebûn tune û nava wê, qet tije nabe.

13– Di pêşniyara “heyîn heye. ” de:   

a) Guherîn    

b) Bûyîn    

c) Livdarî, tune.

Lewra, ji bona heyînê paşeroj (rabirdu, rojên bihorî) qet tune.

14- Ji bona heyînê, paşaroj û pêşeroj (diwaroj) tune. Lewra, ew “eternîtîk” e. Ango, ji dem serbixwe û aza ye.

15- Heyîn, bêqeyd û bêmerc wek xwe ye û bi xwe ve ye. Ji tu tiştî dernayê, nazivire û naqulipe tiştekî din. Cewhera xwe, di naveroka xwe de vedişêre û an jî, ji xwe ew têde heye. Rastiya hebûna wê jî, xwe naspêre tu tiştî. Herdem, bi xwe ve dimîne û wek xwe ye.

16– Heyîn bi tenê xwediyê wesfek tenê ye ku, ew jî heyîn e.Parmanîdes, ji aliyekî ve li hêla pêzaweriyê (materyalîzmê) û ji aliyêkê din ve jî, li hêla mengîweriyê  (îdealîzmê) dimîne. Lewra pirsa çêbûna heyînê, herdem wesfên pêzaweriyê û mengîweriyê dihewîne.  Li gorî nêrîna Parmanîdes: “Heyîn tiştekî madî (daringî) ye û di fezayê de cîh digre.”

Di vê niqteyê de pêzawer e. Lê dema ku dibêje “made, ji aliyekî ve zêdetir naheyîn e.” di vê niqteyê de jî,dibe menqîwer. “îdealîst” Lewra li gorî dîtina wî, ji bilî hindava girover, (balor) ji heyînê re hebûn tune.

17– Heyîn rasteqîn e û ne bêwekat e û di fezayê de jî napelije. Lewra, fezaya vale tinebûn e û nakeve navaroka heyînê. Lewra, heyîn ne avahiyek wiha ye, ew bûyerek e. Herweha, heyîn ji dem serbixwe û aza ye. Lê di fezayê de bisînor e û di şeklê girover (balor) de ye.

18– Yên li fezayê cîh digre û bi lewn e (bi şekil e) ew made ye. Di vê pêşniyarê de bêşik, li hêla materyalîzmê ye û dibe materyalîst. Piştî wî, ev nêrînên wî yên li ser madeyê, ji aliyê Atogiran (Atomparêzan) ve tê hebandin û bikaranîn.

Di felsefeya wî de hêla mengîwer “îdealîst” :

Di ramanên wî de heyîn, tiştekî ne madî ye. Belam, ramanekê razber e. (arîşek, têgehek û conseptek e.) Di vê niqteyê de jî, ew dibe mengîwer. Lewra wek tê zanîn, di angaşta mengîweriyê de pêşî û paşiya her tiştî, raman û giyan e.

Ê baş e, di felsefeya Parmanîdes de heyîn çiye û çawa ye?

Heyîn ne di tu demî de ye, ew nayê xwiyakirin û peyda nabe. Tiştên ku ne ji me ne û li derveyê me ne, em wan bi alîkariya sehekan dinasin. Vêca, hege em maseyekê ji wesfên wê rizgar bikin, wê demê em nikarin behsa rengê wê bikin û bibêjin, ku ew sor e, an jî zer e.

Em ancax, dikarin bibêjin ew heye. Di vê felsefeyê de, heyîn dibe îdeyek gelemper û ramanek ku, ew jî ji hêla madî ve ne tu tişt e. Di vê niqteyê de, mengîweriya wî çêtir xwiya dike. Lewra, heyîna rasteqîn ancax ji aliyê aqil ve dikare bê dîtin. Ji ber ku sehekên me çavkaniyên çewtiyê ne, rastî jî ancax di aqil de peyda dibe. Piştra, Platon van dîtinên Parmanîdes yên mengîwer xurt dike û li ser wan radiweste.

Di vê babetê de, Platon du niqteyan de li Parmanîdes xwedî dertê…

1- Heyîn naguher e, bêdro ye, bêpêşî û bêdawî ye.

2- Sehek, xapînok in û tiştên ne rasteqîn in. Tiştê rasteqîn, aqil e .Platon, li ser wan du niqteyan rawestiya ye û wan ji bo felsefeya xwe bikar aniye.

Di felsefeya Herakleîtos de jî: Dema ku bûyînê pêşkêş dikir, heyînê jî li derve nedihişt û di felsefeya wî de, heyîn di demên diyar de   bilewn dibû. (şekil digirt) Dema ku bûyîn çêdibû, heyîn jî derdiket holê û xwe bi şeklekê naguher nîşan dida. Di vê felsefeyê de heyîn, her dem dilive û diguhore.Lê di felsefeya Parmanîdes de, bûyîn xapînok e û tunebûn e.Tiştekî ku herdem bigohere û bûyîn be, ew tişt di eslê xwe de ne tu tişt e û tune.

Behsa wê jî, behsa tunebûnê ye. Lewra, ew tunebûn e.

Dawî, Parmanîdes heyînê hêmanekê bingehîn dibîne û bûyînê jî bi temamî li derve dihêle. Herwiha, Parmanîdes di dîroka felsefeyê de bavê rêbaza mantîqê ya yewnan û diyalektîkê (dialektik) tê hesibandin…

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî 

Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin