Optogenetîca

Optogenetîca

Pisporên Texasê (Teksas) di wê bîr û baweriyê de ne ku chavkor dikarin dîsa bibînin. Eger her tisht bi dilê pisporan be dê meha pêshiya me li ser mirovî testa ewil ‘optogenetica’ pêk bê. Di vê testê de DNAya kevzikê bi rêya derziyê tê lêdan.

Cara pêshîn e ku dê testa optogenetica li ser mirovî de bê tetbîq kirin. Di vê testê de îlham ji kombinasyona ya ji terapiya gen î û tirêjên rojê ku bo hûcreyan kontrol bikin, pêk tê, tê wergirtin. Proteineke ya li hember tirêjên rojê pirr hessas e ku kevzik li ser tê bikar anîn û bi vê yekê tirêjên rojê hîs dike û reaksiyonê dide, materyala DNAyê lê tê zêdekirin. Protein li hûcreyê bi rêya derziyê tê lêdan, ku ev yek jî dibe sedema pêlên taybet yên dîtinê.

Ev teknîka wiha di sala 1999an de hatiye îcadkirin û dê di meha pêshiya me de cara pêshîn li ser mirovî pêk bê. Pisporên Retina Foundation of the Southwest ya li Dallasê dê li ser 15 kesên bi nexweshiya retinitis pigmentosa vê testa xwe pêk bînin. Retinis pigmentosa nexweshiyeke irs î ye ku hûcreyên bi ronahiyê ve hessas in hêdî hêdî têk dichin ku mirovî dikare pê kor be. Kesên bo vê testê hatine hilbijartin, yên tenê tishtên li ber chavan ba dibin ango 10cm nêziktir, dîbinin e. Proteina bi kevzik dê bi derziyê bê lêdan û reaksiyonê didin tirêjên rojê û sînyalan û herwiha disheynin mêjiyê mirovî. Pispor bi hêvî ne ku pishtî testê yên bi nexweshiyê rû bi rû mane, dê bikaribin objeyên weke mase û kursiyan ji hev cuda bikin û belkî tîpên mezin bixwînin. Herwiha testa pisporên Texsasî ji aliyê nurologan ve jî tê shopandin ku dikare bibe têkbirina nexweshiya parkinsonê.

Chavkani: De Morgen 

Werger: ji Hollandî, Metîn Eser

Bersivekê binivîsin