Oedîpousê Pîwerimî

Oedîpousê Pîwerimî

Oedîpousê Pîwerimî

Oedipus (Bi yewmanî Oidipous, di wateya “pîwerimî” de ye, bi latînî Oedipus) an jî, Edipus. Qralê mîtolojîk ê Thebeyê. Kurê Lauis û Jocastayê.

Bavê xwe kuştiye û bi diya xwe re, zewicî ye. Laiusê bavê wî, ji bo ku dest avêtiye (tecawiz) xwendekareka xwe; ji aliyê Pelops ve hatiye lanet kirin. Li gorî vê lanetê, wê Odipus bavê xwe bikuştana.

Li ser vê yekê, Laius dema ku kurê wî Oedipus tê dinyayê; dest û lingên wî dide girêdan û ferman dide, da ku wî bibin û biavêjin daristaneka xalî.

Lê ew zilamê ku ferman dabû wî, îxanetê li Laius dike û di dewsa avêtina daristanê de, Oedipus dide şivanekî. Şivan jî Oedipus, diyariyê Polybusê qralê Corinthê û qraliçeya Meropeyê dike, ku bêzarok bûn. Polybus û Merope, wî wek zarokekî xwe ê resen xwedî dikin…

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî 

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye…

Bersivekê binivîsin