Nihêrînek li ser Hebûnê, li derveyê hişmendiya mekanîk a Zanistê û li derveyê hişmendiya dogmatîk a Olê

Nihêrînek li ser Hebûnê, li derveyê hişmendiya mekanîk a Zanistê û li derveyê hişmendiya dogmatîk a Olê

Nihêrînek li ser Hebûnê, li derveyê hişmendiya mekanîk a Zanistê û li derveyê hişmendiya dogmatîk a Olê 

Ez vê nivîsê, ku texmînen dê qasî sê gotaran bikudîne, dikim diyarî ji bo

Mohammad Kheir Cheikho yê ku dilê wî di dilê wateyên raser de ye!

    Jean Staune, pisporê qada navbera şaxên zanistê, di pirtûka xwe ya bi navê «Notre existence a-t-elle un sens» de dibêje: Di nav germahiyek sed hezar miliyar pileyê de, hêza nukleer a lawaz û hêza elektromanyetîzmê tev li hev dibin, dibin yek Hêz. Ev germahiya han germahiya wê lehzeyê ye ku sed miliyarê saniyeyeka piştî Teqînê li Gerdûnê serwer bû û wê çaxê tenê sê hêz li gerdûnê zal bûn. Anegorî zanayiyek teorîk, heke di nav demê de hêj çûyînek ber bi para mimkun be, wê çaxê dê li yekbûn-tevlihevbûna hemû hêzan rast bihêt hatin. Lê ya ne mimkun ew e ku em nedikarin demeka ji 10-43 saniyeyê kurttir, warekî ji 10-33 santimetrê piçûktir bisêwirînin.

Roja îroyîn gava em bala xwe didin feraseta serpereşt a Zanist û Olê, herdu jî vê Hebûnê, ya ku em di nav wê de ne, dibin li «Hîç»ekê asê dikin. Zanist vê Hebûnê, bi navê Teqîna Mezin, wek seridîna ji qebareyek sifir, ji tîrahiyek bêdawî dinasîne ; Ol jî Hebûnê bi «Kun»a Quranîk, yan jî, bi «Ex Nihilo»ya Biblîk raberî me dike. Lê em ê di berdewamiya vê nivîsê de hewl bidin hemû sirr, raserî, qudret, şeml û heybeta ku li Xweda û li Teqîna Mezin dihên barkirin wek milkê bixwetiya Hebûnê ji Ol û Zanistê para bixwazin. Gellek caran wateyên di nava têgehan de dikarin bibin sedema şekilgirtina hawayên hizirînê. Bo nimûne, forma resen a peyva Existence ya Latînî, wek berginda peyva Hebûnê, Ex-Sistere (Eks-Sîster) e, ev jî vê wateyê dide : Derketina li derveyê Xwe, Xwe nîşandan, Xwe derbirandin. Ji bo me, vê wateya di nava peyvê bixwe de hîştiye ku gellek fîlozof û teolog bidin pey pênasekirina ”Xwe”yek mutlaq a ku bixwe ”rasteqîniya pêşîn” e û hemû rasteqîniyên din jî jê re mercên talî yên epîstemîk û ontolojîk in.

Bi navê vê ”Xwe”ya mutlaq sêwirandina Xwedayekî, û heye ku teoriya Teqîna Mezin, ji vê meyldariya wateya peyva Existence bêrî niye. Lê gava em berê xwe didin peyva Hebûnê, ev peyv, mîna gellek peyvine din ên zimanê kurdî, me bi mucîzeyek semantîk re rû bi rû dihêle. He-Bûn, wek temamiya vê Peydabûna em di nava wê de ne, dihêt maneya him «Ya ku heye» him jî «Ya ku dibe», yanî bi vê wateya xwe ve rasterast «di-nav-hev-de-bûn»a Heyîtî/Mewcûdiyetê û Bûyînê destnîşan dike ; bi vî hawayî me rizgar dike ji kêşeya hebûna ”Xwe”yek ku gava xênc ji bixwetiya Hebûnê ji hebûnek din re dihêt dayîn dibe sedema eletewşiya dualîtiyek ontolijîk. Di Hebûnê de cihekî Hebûn ne lê ye tine ye û di nava hebûna bûna xwe de «xwe-bûn»a xwe ye Hebûn.

Lê ev xwe-bûn ne ew Xwe ye ku hebûna kirdeyekî ku hebûnek ne ew e pê heye. Çimku Xwe serê her carê ew e ku tiştek ku xênc ji xwe ne yê din e pê dihêt destnîşankirin. Xwe divê li pêşberî tiştek ne ew e pêk were daku bikaribe hebûna xwe di dilqê tekanetiyekê de ava bike. Lê Hebûna ku bi ”xwebûna” xwe ve dagirtiye, jê re hebûnek din tine ye ku li pêşberî wê bibe ”xwe’yek xwediyê wê wateya ku pê tiştek ne ew e dihêt destnîşankirin.

Lewma ji bo îfadekirina ”Xwe”ya Hebûnê wek «ji xwe, bi xwe bûna wê » em ê peyva «jibixwe» bi kar bihînin , yan jî ”xwe”ya Hebûnê dê her carê wateya vê ”jibixwe”yê bide. Hebûn bûn û destpêkirina ji xwe ye, ebediyeta ji xwe bûn û ji xwe despêkirinê ye. Hebûn ji xwe ye, çimku nabe ku ayidê hebûnekê be ku ev hebûn ne ew be.

Hebûn ew bûrh/qudret e ku çi tişta bi navê Heyîbûnê dilive û diperpite di çûyîna xwe ya ber bi wê de tev li Tinebûnek mitlaq dibe. Li vir, bûrh kirina li kirinê dihêt kirin e, Hebûn têde di nava heqîqeta derûn/meyana xwe de ye ; Heyîbûn dever û berriyek ontolojîk e; Tinebûn ne ligel hebûnê, lê bi heyîbûnê re dorvegerek e. Hebûn ew e ku em di sing û cerga wê de, bi halê ku ew di sing û cerga me de ye, (wê) dijîn. Ev jiyîn: Wê jiyîn e, lê bi jibîrkirinek wê ya teqez ve. Ev «bi jibîrkirinê ve jiyîna han» kûrtir û wêdatir e ji hemû cure jiyînên ku mirov bi skandala jibîrkirina qenciyên herî man-nemanê ve di nav wan de ye.

Zêdetir dişibe jibîrkirina ji ber wê tirs û neçariyê ya ku bi mirovî dide jibîrkirin ku ew li ser keviyê kendalekî bêbinî û dewxbir radiweste. Jibîrkirin xasma ji nedîtin û lênehizirînê dizê, her çiqas gellek caran di cerga xwe de civandina bîrêkirinek kûr be jî hin jibîrkirin. Dilê vê jibîrkirinê bi bîrêkirinê ve dagirtî ye. Çimku «ewê/ewa ji bîr dike» di nav «ya dihêt jibîrkirin» de, wek hesyana bi halê hebûna wê, ew peydabûn e ku ev «ewa jibîr-kirî» jê re hetahetayîtiya ”he-ye-tî”ya xwe û ya wê ye. Eva jibîrkirî ya em ti carê rastê bixwetiya wê nahên Hebûn bixwe ye ku hebûna wê tenê di nav heyîtiya heyînan de bi niximandî û rûxandîbûyî xwe dide der û ew bixwe ye ku li ser xwe û di nav xwe de dihêwirîne temamî heyînên ku jê re dibin ew derbirîna pê veşartî dimîne.

Zindî bi mirin û lihevzêdebûn, atom bi fuzyon û fîsyon, stêrk bi teqîn û rûxînan ve her tim di nav windabûn û çêkirinên nû de ne. Ev windabûn-çêbûn HeyîBûnek e, lê ya ku hebûna xwe her didomîne Hebûn bixwe ye wek hetahetayîtiya ”he-ye-tî”yek dawî lê nehatî. Hebûna « yê/ya ku ji bîr dike» di nava vê ”he-ye-tî”yê de, beriya ”Dasein”a ku hebûna wê jê re di hebûna wê de pirsa hebûna wê ye, ew Hebûn e ku ji Hebûnê pirsa (çibûna) wateya wê dike. Lê divê jêpirsînê de, ya ku xwe wek wateya Hebûnê raberî pirsker dike bi gelemperî hebûna Xwedayekî ye.

Tam jî li vir e ku em pêrgî eletewşiya dualîtiyek ontolojîk dihên. Xwedayekî xwediyê hebûnek mutlaq heke vê Hebûnê bi KUNê re yan jî bi EX NIHILO yê, anku, ji Tinebûnê afirandibe, wê gavê ev Tinebûn « nabe ewa ku Xweda lê û têde tine ye»? Anku ev tinebûn di hebûna Xwedayê xwediyê hebûna mutlaq de nabe vebûna qulekê, kunekê? Yan jî, wek ”xwe”yek misteqîl xwe di nava Hebûnê re kirina Xwedayekî nabe rûxandina xwebûna Hebûnê?

Orhan Agirî 

06.11.2015 

(nivîs didome)

Çavkanî

Orhanê BRAHIM, Hebûn û Mirov. Soran.

Jean-Pierre ZARADER, Dictionnaire de Philosophie. Ellipse Poche.

Di malpera http://riataza.com de jî hatiye weşandin.

Bersivekê binivîsin