Nexweşiya Alzheimer û Mişkên Qobayî

Nexweşiya Alzheimer û Mişkên Qobayî

Nexweşiya Alzheimer û Mişkên Qobayî

Pisporên Amerîkayî di lêkolîna xwe ya li ser mishkên ku destpê ji bîr kirina bîranînên xwe kiribûn, biserketin. Lewre mishkên bi nexweshiya Alzheimer vegeriyan li ser rewsha xwe yê berê. Bi rêya elektrîkê ku xurtkirin û chalakkirina komeke hûcreyan tê kirin, bîra mishkên nexwesh vegeriyan li ser rewsha xwe yê berê ango tenduristiya mishkên nexwesh hate xwesh kirin.

Heya vê demê wisa dihate bawerkirin ku mirovên bi Alzheimer nedikaribûn agahiyên nû tomar bikin ji lewre jî bi kêsheyên bîr î re rû bi rû diman. Lêkolîna nû diyar kir ku mishkên bi Alzheimer dikarin agahiyên nû tomar bikin lê bo demeke pirr kin. Ji hûcreyên tomarkirinê yên li binê ‘hippocampus’ ku berpirsiyariya tomarkirinê dikin, lawazbûna hûcreyan hate vedîtin ku îhtimaleke mezin e ji ber nexweshiya Alzheimerê ye.

Bi xurtkirin û chalakkirina koma hûcreyên tomarkirinê, dest pê bibîr anîna bîranînên xwe yên berê dikirin û herwiha bi dest jê kêshana ya ji koma hûcreyên tomarkirinê yên xurtkirî, mishkên nexwesh dîsa dest pê ji bîr kirina bîranînên xwe dikirin.

Bart Rutten, pisporê tûrenasî(norolog) yê li zanîngeha Maastricht(Hollanda) wiha dibêje; “Mishk ne mirov in”, lê lêkolîneke nûjen e lewre cara pêshîn e ku li ‘hippocampus’ê hûcreyên berpirsiyariya tomarkirinê dikin û herwiha dibin sebeba ji bîr kirina bîranînan, tê tespît kirin û dîsa jê tê dîtin ku ji bîr kirina bîranînan dikare bê tedawî kirin.”

Pêkhatina, rêbaza ku li ser bîra mishkên nexwesh hatiye ceribandin, li ser bîra mirovî ve ne pêkan e. Di vê lêkolîne de li ser genetîka mêjiyê mishkan bi fendeke lazerî hatiye leyistin. Rutten wiha didomîne; “lebêlê kê dizane belkî destpê li lêgerîna rêbazên nûjen tê kirin. Weke mînak, bi xurtkirin yan jî ji nû ve chalakkirina hûcreyên tomarkirinê yên ziyan dîtî li ser mêjiyê mirovî.” “Di prensîpê de em niha dikarin destpê lêkolîneke berfirehtir bikin lewre hûcreyên tomarkirinê yên biziyan hatine vedîtin.

Chavkanî: De Volkskrant 

Werger: Metîn Eser 

Bersivekê binivîsin