Nexşeya Polîtîk Yan a Çandî

Nexşeya Polîtîk Yan a Çandî

Nexşeya Polîtîk Yan a Çandî

   Gellek cara qala kongre û yekîtiya netewî tête kirin. Lê yekîtî bi çi awayî çê dibe û bi çi çê dibe? Bi nasnameya çand û ziman, yan bi nasnameya polîtîk? Carekê em dizanin ku di dîrokê de welatekî kurda yê netewî û serbixwe heta vê gavê û di dîrokê de jî çê nebûye. Bi qasî ez dizanim. Di dema xelkê dunyayê bi nasnameya netewî girtin û dewletê xwe yê netewî li ser nasnameya çandî ava kirin.

Kurda da pey ometa îslamê û axa û begên bi nasnameya axatiyê, ya ji imparatoriya osmanî wergirtibûn. Axa û begê kurda li ser navê îslamê dijmin ji netewa kurd re afirandibûn û ne amadebûn bi serdestê dunyayê re hevkariyê bikin. Lewma jî serdestê cîhanê çavê xwe ji doza kurd û kurdistanê re girtin. Encam parçebûna Kurdistanê bi peymanê navdewletî. Helbet divê meriv parçebûna di nav kurda de jî ji ber çav neke. Soran, Kurmanc, Hewramen, Zaza, Feylî, Sunnî, Elewî, Êzîdî û sînorê dagerkera.

Heta niha jî kurd ne xwedî hişmendiyeke netewî ne. Her weha ne pratîk, dogmatîk tevdigerin. Bername û rêziknamê partî û rêkxistinê wan, ji realîta dunyayê û ya kurdistanê dûr in. Nexşeya polîtîk, ji nexşeya çandî pêştir digirin. Hizra polîtîk di ser ya netewî re digrin. Bratî û hevalbendiya polîtîk di ser ya netewî û çandî re digrin. Her weha ya olî û bîrdozî jî didin pêş ya çandî û netewî. Mêzîna siyaseta dunyayê, ya li ser berjewendiyê aborî û stratejîk di ber çavê xwe re nagirin. Siyaseta rikberî û reşkirinê didin pêş. Ciyê yar û neyar, ne diyar e di devoka çapemenî û siyasî de.

Em qebûl bikin an na, îro Kurdistana em qalê dikin li ser nexşeya dunyayê tune ye. Ji bo tiştekî wûsa efsûnî çê bibe, beriya nexşe û nasnameya polîtîk, nasnemaya çandî û hizrê hemwelatîbûn derkeve pêş. Lewra Kurdistana yekgirtî û serbixwe di vê sedsalê de xewn e. Heta nasnameya çandî û netewî çê nebe, dê Kurdistana mezin xewn be. Kurd tenê dikarin parçe parçe bigihin dewleteke ji çar parça. Mînak Almanya federal e. Ew jî du dewletê serbixwe bûn. Lê em dizanin ku Almanya dewlemend ya hejar daqurtand. Lê ew kesên ku di DDR de îro mezinê Almanya federalin. Mînak Angela Merkel e.

Mixabin heta niha jî ziman û çandeke hevpar li çar parçeya nîn e. Alfabet, wêje û nasnameyeke hevpar nîn e. Her hêz û aliyê siyasî saziyên xwe yên ragihandinê afirandine û bi rêya van saziyana nasnamye polîtîk li ser hîmekî bê pîvan didomînin. Ev hizr û kiryar ne yekîtiya netewî, yekîtiya siyasî jî nikarin bi pîvanekî gerdûnî misoger bikin. Ango herî kêm bi qasî hêza polîtîk, hêza wêjeyî, hizrî û netewî grînge. Em dikarin ji hin hêz, partî û seroka hez nekin, lê em bi rêjeyeke pirr mezin ji stran û dengê nemir Mihemed Şêxo hezdikin. Lewma me pêwîstî bi hêza wêje û rewşenbîrî heye.

Newaf Mîro

25.05.16

Bersivekê binivîsin