Neteweperwerî

Neteweperwerî

Neteweperwerî| Gul Y. Seven

Neteweperwerî, neteweparêzî yan jî nasyonalîzm bi pêwendiya ziman, dîrok û çandê û avahiyek jorîn ve, bi komkirina civakê û navê miletekî yan jî neteweyekî ye. Her netewe jî, bi ziman, çand, dîrok, kevneşopî û bi doza xwe va tê nasîn.

Neteweperestî, birdoziya neteweperestiyê, têgin û ramanên bingehîn yên neteweperestiyê…

1- Faşîzm

2- Nîjadparêzî

3- Dewletbûn

4- Neteweparêzî

5- Şovenîzm

Neteweperweriya Etnîkî (Faşîzm): Neteweperweriya etnîkî, ji dema dayîkbûnê destpê dike û heta dawiya jîyana mirovî didome. Di rewşa faşîzmê de, ji bilî mirovên civaka xwe, tu kesî qebûl nakin û rê nadin ku tu kes beşdarê koma wan bibe. Ew kesên ku biyaniyan qebûl dikin jî, ew  bi gelemperî xwediyê nîjadeka hevpar in. Mirov, di mijara neteweperweriya etnîkî de, dikare Yahudiyan wekî mînak nîşan bide.

Neteweperweriya Civakî (Nîjadparêzî): Neteweperwerên civakî, bi çanda xwe ya hevbeş têne nasîn. Nasnama wan ya milî, bi nasnameya neteweyeke hevpar tênê nasîn. Civakek hevpar, çandek hevpar qebûl dikin û bi hesanî, her kesî di nava xwe da qebûl dikin û ji bo wan nijadî ne grîng e. Neteweperweriya etnîkî çiqasî vederkirin be, neteweperweriya civakî jî, hewqasî vegirtine.

Neteweperweriya Fermî (Dewletbûn): Di neteweperweriya fermî de, neteweyên etnîkî, mîlî û çandên taybetî ne grîng in, her weha hemû neteweyan qebûl dikin û ev netewe, di çarçoweyeke dadî/hiqûqî de wekî hemwelatî têne nirxandin. Bingeha vê ramanê jî, xwe dispêre dewletê. Li gor vê ramanê, heta li dijî dewletê tevnegerin û xisaran nedin dewletê, xwediyê hemû mafên hemwelatiyê ne.

Neteweparêzî: Ramana neteweparêziyê/Natîonalîsmê, berjewendiya dewletê; di derbarê pêzevî û arîşeyan de, li ser her tiştî digrin û di wateyeke teng de jî neteweparêzî, parastina berjewendiyên dewletê ye û  ji aliyê din ve jî, ji bo dewletên biyanî rêzaniyek bixisar dimeşînin.

Şovenîzm: Şovenîzm yan jî şoven, ji bo kesên pirole û bêsedem û bi baweriyeke kor, neteweya xwe li ser hemû neteweyan dibînin û ji bilî neteweya xwe, kesî qebûl nakin, tê bikaranîn. Şovenîst, ew kes in ku bi hişkbaweriyeke mezin girêdayî neteweya xwe ne, Li hemberî neteweyên din, bi dijmintiyeke mezin tevdigerin. Herweha, şovenîst naxwazin ku ji bilî neteweya wan, tu netewe serdest bin, bijîn û ji bo bindestiya neteweyên din û ji bo serdestiya neteweya xwe, çi hebe dikin.

Navê şovenîzmê cara yekem, di sala 1815 an de, di Şerê Firansayê de derdikeve holê. Di dema Şerên Fransî de leşkerek ku navê wî Nîcholas Chauvîn bûye, di artêşa Napoleon de leşkeriye dike, ligel ku hivdeh (17) caran birîndar jî bûye, şerê xwe domandî ye. Û di dawiyê de, ji bo welatê xwe canê xwe gorî kiriye. Piştî vê rûdanê, êdî gellek kes leşker Nicholas Chauvîn ji xwera gelale dibînin. Ji wê demê ve, ew kesên bi fikr û ramanên êrîşkarî welatê xwe diparêzin re <Şoven> û wekî tevgerekî jî,  Şovenîzm hatiye gotin…

Gul Y. Seven

gulseven233@gmail.com

19. 04. 2014

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina gotaran qedexe ye…

Bersivekê binivîsin