Nemir Yaşar Kemal û Çend Pirs

Nemir Yaşar Kemal û Çend Pirs

Nemir Yaşar Kemal û Çend Pirs 

Di nava çapemeniya kurd û ya cîhanê de nîjada nemir, tête gengeşe kirin. Ji pirsa gengeşa nijadê bêhtir, divê asta ew gihiştiyê ye, bête axaftin. Gava mirov asta wêje û nivîskariya wî binere, li gorî nêrîna min ew êdî gerdûnî ye. Ew ji mêjve ji asta heremî û ji sînorê dewlet û zimanê fermî yê dewletê derketiye. Ev ne pesn e, ew ne hewcedarê pesnê min e jî. Ne jî ez dixwazim navê wî ji bo xwe bikar bînin. Lê ya min diêşîne ew, ku dayikek deh zaroka biwelidîne, lê zarok bi zimanê wê neaxifin û lorîkên xwe, zimanê wê nelorînin.  Lewma jî divê mirov li vir raweste û vê pirsê bike; 

Gelo Yaşar Kemal bi kurdî binivîsa wê bibûya ev niviskarê bi nav û deng? 

Li gorî nêrîna min na. Mixabin nivîskarê civak û dewletê jî bi qasî nirxê dravê wê dewletê bi nirx û qîmete. Her weha xwênerê kurdî û zimanê kurdî yê nivisandin û xwendinê nikare nivîskarekî xwedî bike. Lewma jî nivîskarê ku bi kurdî dinivisînin, nikarin bi karê nivisê xwe xwedî bikin. Karê nivisê dibe karê di ber re. Xwênerê bi nijada kurd, dikarin nivîskarekî bi zimanê fermî (tirkî, erebî, farsî) xwedî bikin, lê nikarin yê xurû bi kurdî dinivîse xwedî bikin. 

Çima nemir Y. Kemal Noel ne stend? 

Bi nêrîna min, ne stendina xelata noele bi nijada wî ve grêdayî bû. Em dizanin di sala 1997 de, gava xelata aştiyê ya pirtûksaziyê Elman girtibû, çi qiyamet rabûbû. Yê bixwazin bila tenê çend rûpelê rojnameyê tirk yê wê demê bixwînin bes e. Weke pîvan bi qasî ez jê fêm dikim, xwe bi xwe rexne kirin grînege ji bo pîvana Noelê. Lê nemir Kemal bi xwe ne tirk bû, û niviskarê ku rexna li dewleta xwe bigire, divê ew bi xwe bi dewlet û pergalê re ne, xwedî nakokiyê mayînde(akût) be. 

Lê kurd bûn bi xwe nakokî ye, ji bo pergalê û dewletê cîran, û dewletê cîran ve grêdayî hemû dewletê bi YN ve grêdayî. Lewma jî xelata Noelê wê ji bo gellek kesayetên kurd her xewn be. Kurt û kurmancî ger nemir Kemal tirk bûya, wê ji mêj ve xelata Noelê stendibûya. Yan jî dewleteke kurdî hebûya û wî bi kurdî nivisîbûya dibû dîsa wergirtibûya. Lê ev ne grînge, ji bin ew ne bi xelata Yaşar Kemal e, bi nivis û berhemên xwe ew Yaşar Kemal e. Ew tîrek bû,ji kevan derket û heta dawiyê beziya û bi êşê berhem efirandin. 

Çend kesan bi kurdî Yaşar Kemal xwendiye? 

Li gorî agahdariyê min, çend pirtûkê wî bi kurdî hatine wergerandin. Gelo çend kesan xwendiye? Çima bi zimanekî din ew qas bilind dibe û bi kurdî nizm dibe? Her mirov bi nasnameya dewleta xwe tête naskirin. Mirov bi qasî wê nasnameyê jî tête hezkirin yan jî hesibandin. Lê kurd? Kurd bi her hawê xwe sêwî ne. Zimanê sêwî ya, bihayê wî nîn e. Ger zanko û akademiyê me yê ku navenda zanînê ne, hebûna û zimanê me li sersarî cîhanê fermî bûya, wê halê nivîsa kurdî û nivîskarê kurdî ne ev bûya?

Mixabin nivîskarê kurd heta dimirin nû têne naskirin û dîmenê wan li ciyê kêrî siyasetê tê, tête daliqînin… 

Newaf Mîro

newafmiro@gmx.de  

07.03.15

Bersivekê binivîsin