Nefret û Siyaseta Li Ser Sorkirinê

Nefret û Siyaseta Li Ser Sorkirinê

Nefret û Siyaseta Li Ser Sorkirinê

Di ferasata îslamê de, Xwedê heye û yê li dijî wî Azazîl heye, ango ji bo tu „rêya rast“ ya Xwedê, ya ku xwedî pergale, divê momin xwe ji îblîs yan jî Azazîl bi parêz e.  Lewma jî her nefreteke li dij azazîl heye, heta bi keviravêtinê, ew babetekî nefretê ye.

Her weha li gorî nêrîna olî, bi nivisandin û nezilandina Quranê re û eşekere kirina Nebî yê dawî Mihemed re, dîn û yasayê heyî hatine betal kirin, lewma yên ew ne pejirandine „kafir“ bê dîn û îman hatine nîşandan. Şerê „pîroz“ ango; rêya cîhadê dane girseya di bin desthelata xwe de. Lewma jî her çiqas misilmanê dunyayê di nava xwe de, bi nakokî bin jî, lê li dij Îsraîl û kurd û Kurdistan jî dikevin ber heman şapê, û di heman kemînê de ciyê xwe digirin.

Di çapemenî û devoka misilmana de neyartiya yên xêrî xwe, nayê veşartin. Lê ji bilî wê yasayên Dewleta îslamê, bi navê şerîhetê têne nasîn, her weha şer û nefreta herkesî tête kirin yê ne bi şerîhetê re ne. Mînaka herî ber bi çav „allahûekberê“ li ser ala iraqê, ya ku deme şerê kendavê Seddam li ser nivisî. Seddam çû lê ew nivisa ku wî li ser alê nivisî maye, çima çenku navê Xwedê bikaraniye, lê kê aniye? ji bo çi? û  li dij kê? Û kê ji bo xwe bikartîne nayê pirsîn. Tevî wê jî, bi bikaranîn û bilêvkirna wê peyvê ne Xwedê mezin û nejî biçûk dibe.

Her wehe, bi vê jî naqede, di nîvê xwe de, neyartiya navxweyî, weke Şîa û Sunne berê jî hebû û niha jî heye, û bi qasî misilmana şerê hev kirine û hev kuştine, çi ol, siyasetke û dewleteke din nekiriye. Di nava civak, mizgeft û tevnê civakî de, hê jî her roj eşkere dijminatî û nefret tête gurr kirin.

Helbet ev li cem civakê din jî heye. Weke mînak beriya çend rojan û niha jî, di serî de Şêwirmenda Federal Elmanya Angela Merkel, Sîgmar Gabrîel û kesayetên piştgirî didin penabera ketibûn ber êrîşên devkî û gef li wan hatibû xwarin. Ev ji nefreta ji bingeha xwe ve nîjadperestiyê û neyartiya biyaniya tê.

Helbet li Elmanya jî neyartiya Cihûya ne kême, lê di raya giştî de, nayê pejirandin û dezgehê dadî gellekî ji vê yekê re hişyar û cidî ne. Ger li Elmanya nefreta biyanî û hemwelatiyê ne Elman were kirin, dê heroj meriv werin kuştin û şewitandin. Tevî ku raya giştî û çapemenî hişyare jî, dîsa êrîşên li ser wargehê penaber û biyaniya zêde bûne. Li Elmanya sorkirin (hetz) qedexe ye.

Ya herî kambax, bê cûdahî û ferq, civakek, netewek, yan jî ol û nêrîneke cîhanî dikeve ber şapeya nefretê û hemû kesên ji wê têgeh û nasnamê dibin qurnanê nefreta nefret yan jî buxdkara.

Helbet li nava kurda jî, ev ne kêm e. Xelkên dunyayê xwedî dezgehên netewî ne, û ew dezgehê netewî, mêzîna mafê civakê bi baş, xirab, kêm zêde diparêzin. Lê kurd hêjî ne xwedî yasa û dezgehê netewî ne. Tevî ku li başûrê Kurdistanê parlemento û desthelatdariyek heye, lê ne di asta tête xwestin de ye. Lê îro li dunyayê, ji şerê çekdarî bêhtir, çapemenî û dezgehên civakî bi bandorin. Û di çapemeniya kurda de, her alî ji hêla xwe ve nefreta li dij aliyê din belav dike.

Ev yek ji xisarê pêştir tiştekî nade çi aliyan. Çawa çêr û heqareta Ocalan ne tiştekî başe, wûsa jî ya Barzanî û serkirdeyên partî û hêzên din jî ne tiştekî ji rêzê ye, û bi tu awayî divê neyê pejirnadin. Rexne erê, lê ne çêr û nefret, çiqasî em rexne bikin jî, lê divê hêz û heyiya li ber çava her ew in. Lê wûsa jî ne ciyê rêzê ye, ku şerê rewşenbîr û çapemeniyê jî were kirin.

Ger em azadiyê bixwazin, divê beriya her tiştî rêya peyvê û rexnê vekirî be. Li şûna nefretê, tolerans ya ku têgeh û wêjeya me de nîn e, were bikaranînin, wê dîwar û sînorên di nav me de nizm bibin. Çiqas em nizmê hev bibin, emê ew qas bi hev re bilind bibin.

Newaf Mîro

newafmiro@gmx.de

 01.09.15

Bersivekê binivîsin