Nadiya, Firîşteya Heştemîn û Nûrek ji Laleşê

Nadiya, Firîşteya Heştemîn û Nûrek ji Laleşê

Nadiya, Firîşteya Heştemîn û Nûrek ji Laleşê

… Dû sal borîn li ser gelkujiya (komkujiya) êzidiyan li çiyayê şengalê yakû li 3 yî tebaxa 2014 an de qewimî, dû sal pirr ji awareyî û sextiyê, pirr ji derdeserî û nehametiyan, dû sal lêgerriyan û çaverêbûn ji kiçên nûra laleş û şewqa rojê, kiçên ruhpak weke ava kaniya spî, zarok, genc û îxtiyarên bê guneh yên tawisî. Dû sal in kolanên şengal û koço bê piyasên Melek Tawise, bê bayê şêx ‘ebrûs û axa derwêş ‘erde, bê barana pîrê reşane, bê bêhna berat û xerqê derwêşane!

Li êvara hîcran û terriqînê li ser ruha însanetiyê seremerg hate xwendin û wijdanên sax li wê êvarê  genî bûn û hatine bigorrkirin, gerdûn di hêsiranda niqo bû û erşê xweda hejiya, girya zarokan însanetî şeqkir û guhên firîşteyan simtin û nema karîn şêx şerfeddînî ji mixarê derînin? Piştî gelkujiya êzidiyan li şengalê  hin kesan bangeşa wê yekê dikirin gelkujiyê bikene genocide li hemû dinyayê, ji  bo min ji hemiyan Nadiya Murad li rexekî û yên dî tir li rexekî, Nadiya şêre jineke ji ola Melek Tawis û firîşteya heştemîne bejin baleka laleşî û tawisî heye gerdena wê sûka me’rîfetê ye û çavên wê ên tijî girî beratên laleşa nûranîne û hêsirên wê ava kaniya spî ne, Nadiya Murad ew teyrtawisa her roj difire li kolan koçeyên dinyayê digere her ji şengalê heta ewrupa û emrîka û dawiya cîhanê diçit û berevanî û piştgiriya gelkujiya êzidiyan li şengalê qewimî dike bi şêweyekî sersext û li serxwe.

Bi hewl, xebat û tekoşîna Nadiyayê hemû wijdana cîhanê serinca êzidiyan rakêşa û zanîn êzidî rastî pitir ji 74 caran kuştar û gelkujî, derdeserî, wêrankirin û talankirinê hatine û keç û jin hatine revandin û laqekirin (ixtîsabkirin), di gelkujiyê de teroristên hov û ehlê qetil û kizb û nîfaqê li bin ala reş û sloganên ellahûekber bi ser şengalê de girtin û wêran kirin û gelkujî li gundê koço pêkanî û zêdetir ji 460 zelamên gundî bi hevre kûştin û bi kom bi gorrkirin û keç û jin û zarokên êzidiyan bi xwere birin li ber çavên hemû dinyayê û li wicûda wijdan miryan, Nadiya jî keça gundê koço ye hatibû ixtîsabkirin bi şêweyekî hov ji layê teroristên biyaban û bîjiyên çolistanê ve, lê piştî nadiya ji zulma wan zaliman rizgar bûyî heta niha jî bi şêwazekê pirr ji medeniyet û yasayî daxwaza gişt mafên xwe û yên êzidiyan diket û pitiriya serok û serkomar û serok wezîrên welatên dinyayê û diblomas û ew kesên bangeşeya mafên mirovan diken dîtîne û bi wanre civiyaye û daxwaza rizgarkirina keç, jin û zarokên êzidiyan kiriye ewên niha didestê terora daîşa hov de ,lê heta niha cihê pirsêye?

NDIYA û hemû nadiyakan xwedî helwest û helwîstin û keysa êzidiyan bi çakî ji gişt civaka nêvdewletî re rohnkirye û berdewame bi hewlên xwe yên diblomasî û medenî (sivîl) bê mandûbûn û  şewnixûniyê dike heya bikare çaktir rolê xwe diyarbike û her ji rizgarkirina wê heya roja îroyîn berdewam daxwaza mafên xwezayî yên êzidiyan dike ke ev gelkujiya hovane bibe genocidek rasteqîne û hemû cîhan li êzidiyan bifekirin û ji gelkujiyan dûbare û sêbare dûr biken.

Ez jî dibêjima nadiyaya firîşte tû nûrekî ji YEZDAN û parekî ji ruha melek TAWIS li xebata xwe berdewan be û li zemînî bike erdhej û li erşê XWEDA bike lerz û bi lerzîne, erê keça nûraniyê bilerzîne.

Sekar Kamil Osman

19.08.2016

Bersivekê binivîsin