Nadîa Mûrad û Xelata Nobelê

Nadîa Mûrad û Xelata Nobelê

Weke ku ji aliyê raya giştî û bi taybetî jî ya êzîdî ve baş tê zanîn qurbaniya ola xwe û mexdûra ola îslamê û bi taybetî jî ya DAIŞ hov xanima dilêr Nadîa Mûrad berendama xelata Nobel ê ye. Ez di wê nêrînê de me ku Nadîa Mûrad ji her kesî bêhtir va xelata heq kiriye. Wê bi xwe ev êşa hova li canê xwe dîtiye û di heman demê de xwedî şayane ku di raya giştî serborî karesata bi serê keç û jinê êzîdî de hatiye li her qadê bîne ziman.

Ev yekemîn cara ku kesayeteke êzîdî deriyê kul û fermanê êzîdiya ji dergeh û dîwanê dunyayê re vedikin û radihînin. Helbet hin kes û kesayetên din jî hewl dane, divê meriv ji nedîtî neyê. Lê bi qasî ku xuya dike û bi qasî texmîna ya herî nêzîkî vê xelatê Nadîa Mûrad e. Ez weke êzîdiyekî û Newaf Mîro piştgiriya wê dikim.

Hêvî dikim her kesê dilê wê/î bi mafê jina û mexdûrê hovê DAIŞ re ye piştgiriya vê keça hêja re be. Helbet ez ji hemû aliyên êzîdî û kurdê misilman jî dikim ku piştgiriya wê bikin. Xelat kirina Nadîa, rûreşkirina DAIŞ ê hov û 74 fermana ye. Divê aliyên siyasi ne ji bo siyaseta xwe ji erkê xwe yê niştimanî û mirovî li ber Xelat kirina Nadîa nebin asteng û piştgiriya wê bikin. Her weha hêvî dikim Nadîa xanim jî nebe alav û enstrûmenta hêzên polîtîk û neyartiya nava civaka me gurr neke. Her weha her aliya lawaza û têkçûyê civaka me û yê dunya yê be jî. Dixwazim bêjim; Nadîa her dilopek çavê te helbesteke Te bi hêsirê xwe helbesta êşê nivisand.

Newaf Mîro

16.02.16

Bersivekê binivîsin