Mîtosa Dafne û Apollon

Mîtosa Dafne û Apollon

Mîtosa Dafne û Apollon   

Li gorî destanê Apollon, dil dikeve Dafneya keça Xwedayê Behrê ê yewnanî Peneus û sedema vê yekê jî ew e ku, Apollon rastê tîreka Eros ya evînê bûye. Apollon jî tîrvanekî hoste ye û ji pesindanê gelekî hez dike. Rojekî rastê Erosê kurê Afrodît dibe, ku ew jî tîrvanekî hoste ye û tinazên xwe bi Eros dike. Eros, bi tinazên Apollon dişikê û dixwaze ku, tola xwe jê hilde. Eros, du tîran amade dike. Tîrekî dixe nav ava zêr, ku li kê bikeve; wê hesta evîneka mezin û bêdawî, bide wî. Ya din jî, li kî/ kê bikeve; wê ew jî heta bêdawîyê ji evînê bireve. Tîra zêrîn, li dilê Apollon dikeve û Apollon, dibe evîndarê Dafneyê. Mixabin tîra din jî, dikeve dilê Dafneyê. Dafne, bê rawestan ji Apollon direve û evîna wî qebûl nake.  Dîsa rojeka wiha ku ji Apolllon direve, Apollon wê digre û Dafne, hewar li bavê xwe dike. 

Bavê wê bi hewara wê ve tê û wê vediguherîne dara defneyê û heta bêdawîyê, Dafne dar dimîne. Apollon jî, ji pelên dara defneyê tacekî ji xwe re çêdike û wê tacê tu carî ji serê xwe hilnade. Sedemê taca defneyî a ku her dem li serê wî ye, ev bûyer e.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî 

Bersivekê binivîsin