Di Mîtolojiya Yewnan de Mîtosa Balios û Ksanthos
Di Mîtolojiya Yewnan de Mîtosa Balios û Ksanthos
Di mîtolojîya yewnan de du hespên ku ji xwedayê Zephyros û Harpya Podargeyê hatine dinyayê. Hespên Ksanthos û Balios di daweta Poseîdon Peleus û Thetîsê de, wek dîyariya dawetê hatine dayîn. Li gor mîtolojîyê Akhilleus jî, van hespên zindebar di şerê Troyayê de bikar anîye.
Homeros di İlyadayê de wiha behsa wan dike:
Automedon girêda du hespên wek bayê,
Hespên ku wek bayê dibezin,
Ksanthoıs û Balios,
Ji bo bayê Zephyros,
Padergayê wan anîbû dinyayê,
Yek ji hespan li kevîya mêrgê,
Yek li kevîya çemê Okeanosê.’
Dema ku Patroklos dimire, hespên Akhîlleus digirîn.
Gunehê Zeus bi wan tê û wiha dibêje:
‘Xwelîseran, ez poşman im ku min we dîyarî da qral Peleus,
Nizanîm ji bo çî min we da yekî bergorn,
Hûn ku nizanin şîn û mirin çî ye,
Ma ji bo ku hûn bi mirovên bextreş re azarê bikşînin min we da?
Di nav afirînekên vê dinyayê de yên ku bêhn digrin û didin û bi rê ve diçin,
Ji mirovan gunehtir zindî tune nin.’
Bi vî awayî Zeus dide ber dilê wan û ew jî bi Akhilleus re tevlî şerê Hektor dibin.
Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî
Beyî nîşandana çavkaniyê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.