Mîtosa Agamemnonê Qralê Mîkenê

Mîtosa Agamemnonê Qralê Mîkenê

Mîtosa Agamemnonê Qralê Mîkenê

Agamemnon di mîtolojiya yewnan de qralê Mîken e, birayê Menelaosê qralê Spartayê ye û fermandarê artêşa yewnan a ku çûbû şerê Troyayê ye. Dema ku artêşa yewnan ji bo sefera Troyayê li Avlîdê dicivin, dinya bêba ye û qet ba dernakeve; ji ber vê yekê jî Agamemnon keça xwe ya bi navê Îphigniayê, ji bo Artemîsê Xwedayê bayê qurban dike, da ku Artemîs jî destûra bayê bide û ba derkeve. Di dema serjêkirina Îphîgenîayê de Artemîs gakovîyeke ji wan dişeyne û di dewsa Îphigeniayê de, ev gakovî tê qurban kirin û Artemîs, vê kekçê di perestişhega Artemîs de dike rahîbe. Piştî vê yekê, Artemîs destûra bayê dide û ba derdikeve. Piştî serkeftina şerê Trovayê Agamemnon, digel Kasandraya bêdew; dizivire mala xwe. Kytaîmnestraya  jina Agamemnon, bi dildarê xwe re dibe yek û mêrê xwe dikuje. Piştre, Orestsê kurê Agamemnon, diya xwe û dildarê wê dikuje û tola bavê xwe ji erdê hildide.

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Sed Çîrokên Mîtolojîk – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin