Michel Foucault

Michel Foucault

Fîlozof Michel Foucault (1926-1984), fransî ye û di 15 Cotmeh 1926 an de, li Poitiersê hatiyê dinyayê. Bavê wî yê cerrah wiha dixwest ku Michel, rêya wî bişopîne û bibe cerrah. Foucault, piştî ku dibistana Saint-Stanislas diqedîne, li Parîsê dikeve bakelorîya 4. Henry. Di sala 1946 an de, ji bo dibistana École Normale Supérieure’ ê tê qebûl kirin, ku berê di ezmûnên vê dibistanê de bi ser neketibû.

Di salên dibistanê de hevezayendiya xwe fêr dibe. Bi Maurice Merleau-Ponty re felsefe dixebite. Di sala 1948 an de dîplomeya xwe ya felsefeyê û di sala 1950 an de jî dîplomeya xwe ya psîkolojîyê werdigre û di sala 1952 an de jî bi dîplomeya psîkopatalojîyê, tê xelat kirin. Piştî sala 1954 an, li Swedê li Zaningeha Uppsalayê 4 salan dixebite û teza xwe ya doqtorayê dinivîsîne. Desteyê reveber ya Zaningeha Uppsalayê, ku wekî pozîtîvîstan dihatin dîtin; teza wî ya doqtorayê qebûl nekiriye.

Salekî li zaningeha Varşova û salekî jî li zaningeha Hamburgê, mamostetiya zimanê fransî kiriye. Di sala 1960 an de vegerîyaye Fransayê û li zaningeha Clermont-Ferrard ê bûye serpereştê beşa felsefeyê. Bi kitêba xwe ya ‘Dînîtî û Şarîstanîyet’ ê, ku kitêba wî ya yekem e, bi xelata doqtorayê tê xelat kirin. Di heman salê de bi xwendekar Daniel Defert re bû nas ku Daniel li beşa felsefeyê dixwend û bi deh salan jê biçûktir bû. Aktîvîzma sîyasî ya Daniel Defert, di xebatên wî de rênîşanderîya wî dikin. Têkilîya wan, bi demê re vediguhere eşqeka mezin û demeka dirêj didome.

Pirtûka wî ya duyemîn ‘Hevok û Tişt – Les Mots et les choses’ in û Faucault di kitêba xwe de li ser zanistên ekonomî, xweza û ziman, hûr dibe. Ev kitêba wî gellekî hatiye firotin û di naskirina wî de rolekî mezin leyîstiye. Di navbera salên 1966-1968 an de bi Defert re diçe Tunusê û piştra, carekê din bi hevdu re dizivirin Parîsê. Faucault li Vicennesê  li zaningeha Paris-VIII an, dibe serpereştê beşa felsefeyê. Defert jî, di beşa sosyolojîyê de dibe mamoste û dersan dide.

Ji Tevgera Xwendekaran ya 1968 ê, gellekî ketumet bûne. Di heman salê de Faucault bi hinek rewşenbîrên din re koma ‘Ragihandina Girtîgehan-The Prison Information Group’ ê ava kiriye. Di sala 1969 an de ‘Zanayîya Arkelojîyê’ (Archéologie du savoir) weşand. Di sala 1970 an de li Qoleja Fransayê wekî profesorê Dîroka Sazûmana Ramanê, tê hilbijartin. Di sala 1975 an de ‘Zayîna Girtîgehan- La Naissance de la Prison’ ê diweşîne, ku ev kitêb wekî kitêba wî ya herî girîng tê hesibandin. İmrê xwe yê mayî jî, bi xebatên xwe yên li ser ‘Histoire de la sexualité- Dîroka zayendîtîyê’ derbas kiriye.

Di sala 1976 an de cilda yekemîn ya vê xebatê diweşîne. Her çiqas xebata xwe temam nekiribe jî, cilda vê xebatê ya 2 û ya 3 an, piştî mirina wî têne weşandin. Michel Foucault zêdetir bala xwe daye rastiyên sereqet yên civakê. Gellekî di bin bandûra ramanên Nietzsche û Heidegger de maye. Di xebatên xwe de bi pirranî li hemberê ramanên Karl Marx û Sigmund Freud têkoşîya ye. Di mîjarên girtîgeh, polês, sîgorta, dînîtî, hevezayendetî û mafên sosyal de xebitiye. Hemû xebatên xwe li ser bandûra modernîteyê ya li ser şexsan û têkiliyên hêza nû ava kiriye.

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî 

Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin