Mewlana Melayê Cizîrî
Ji re´na nêrgizên tey mest û xwînrîz, Zeman bû ´ehdê cengengîzê Cengîz…
Mewlana Melayê Cizîrî
Şirove: Ji ber rindî û xweşengiya çavên te yên nêrgizî û awirên wan yên tûj ku xwîna evîndaran dirêjin, dem bû weke serdema êrîş û cenga Cengiz Xan ya ser welat û mirovan ku cihanê kiribû gola xwînê…
Çavkanî: Mewlana Melayê Cizîrî û Dîwana wî ya Hunerşah/Emîn Narozî