Mewlana Melayê Cizîrî

Mewlana Melayê Cizîrî

Ji ene l-heq bi lebên le´l-i xeberdarî bûyîn, Bi gulaba serê zulfa xwe te Mensûr-i kirîn… 

Mewlana Melayê Cizîrî 

Mela rewşa wehdet ul-wicûdê û rêbaza Hellac weha rave dike…

Şirove: Dema em bi wan gotinên te yên xweş î şêrîn ji naveroka “ene l-Heq” agahdar bûn hingê bi wî toqê serê biskê xwe te em kirin mîna Hellacê Mensûr ku me jî fena wî dest bi şetatî û petatiyan kir. Li vê derê jî Mela Dîtin û ramanên Hellac pîroz didêrîne û gotina wî ya “en el-Heq” jî ji ber ku di halê gihîştina radeya tesewifê ya wehdet el-wicûdê de gotiye rast dibîne, lê herweha ji ber ku ev derbirîn li gor wî bûye sedemê diyarkirina razeke nihênî ya tesewifê, encamdana wê ya bi sezakirina Hellacê Mensûr jî xwezayî û maqûl didêrîne…

Çavkanî: Mewlana Melayê Cizîrî û Dîwana wî ya Hunerşah/Emîn Narozî  

Bersivekê binivîsin