Mentîqa Sedemîtiyê û Davîd Hume

Mentîqa Sedemîtiyê û Davîd Hume

Mentîqa Sedemîtiyê û Davîd Hume 

Di guherîna mentîqa sedemîtiyê/determînîzmê de, rolê ezmûngerê îngilîz Davîd Hume î gelekî girîng e û Hume, bi şikberiya xwe (bi helwesta xwe ya şikber/gumankar) navdar bûye. Davîd Hume, xebatên Newtonî ji xwe re wekî mînak hilbijatiye û bi helwesta xwe ya şikber, bandûreke mezin li fîlozofan kiriye. Di destpêkê de xebatên wî, axlebî li ser rêbaza xebitîna mejiyê mirovî bûn û wiha dixwest ku prensîbên xebîtîna mejiyê mirovî destnîşan bike. Di babeta felsefeya zanayiyê de lêzêdekirina herî mezin ya Davîd Hume, dahûrandina (analîzkirin, dewiyandin) wî ya li ser sedemîtiyê ye. Davîd Hume di babetên zanayî û zanistî de, têgihêjê ku ramana sedemîtiyê gelekî girîng e û xwediyê roleka bingehîn e û bi şik, nêzîkê vê yekê bûye. 

Lewra li gor bîr û baweriya Hume, ramana sedemîtiyê, di navbera du bûyeran de girêdanek e û ev girêdanî, bi temamî, ji hînbûnîyên me têtin.  Lewra dema ku em di navbera du bûyerên ku li pey hevdu tên de girêdanek pêk bînin û em bûyera yekemîn, weke sedemê ya duyemîn bihesibînin; sedemê vê yekê, bêguman hînbûnî û azmayîşên me ne. 

Ango li gor baweriya Hume, em di navbera du bûyeran de ku li pey hev têtin; girêdaniyeke sedemîtiyê ava dikin. Wek mînak: Her sibê roj hiltê û êvaran jî diçe ava. Herweha piştî rojê jî, şev tê. Ev yek wiha dike ku em di navbera wan de (di navbera du bûyeran de) têkîliyeke sedemîtiyê ava dikin. Lê bingeha sedemîtiya di vir de, bi temamî psîkolojîk e, ji azmayîşên me pêk tê û tiştekî ku dotira rojê jî, vê bûyerê sewgiran (garantî- temînat) bike tune. Ev yek bi temamî encameka hînbûnî û hêviyên me ne. Herweha, hinek caran jî sedemê ramana (fikrê) sedemîtiyê, rêbaza enduksiyonê ye. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

21.12.2014 

Beyî nîşandana çavkaniyan, wergirtina xebatên malperê qedexe ye.

Bersivekê binivîsin