Menopoz û Têkiliyên Zayendî

Menopoz û Têkiliyên Zayendî

Eger jina te dema tu û wê serê xwe datînin ser balîfê û ji we re dibêje “ez westiya me” û ji ber vê jî naxwazim bi te re şabibim û têkevim têkiliyeke zayendî, ya baş ev e ku tu serê xwe zêde bi biryara wê neêşînî, dilê xwe teng nekî û biryara wê qebûl bikî.

Lêkolînerên Amerîkayî lêkolîna xwe li ser 93.000 jinên ku ketibûn dewsa darê mêran (menopoz), pêk anîne.

Lêkolîner encameke girîng bidest xistine, lewre jinên ku bi awayeke xweş û demdirêj radiketin, xwediyê şehweta herî zêde bûne. Ji bo pêkanîna lêkolîna xwe North American Menopause Society serî li daneyên berhevkirî yên hezar jinên di navbera 50 û 79 salî de bûne, daye. Lêkolîner destnîşan dikin ku di navbera hindik raketinê û semptomên însomnîayê (nexweşiya bêxewitiyê), û her wiha hindik raketin û kêmbûna şehweta jinên piştî ketina dewsa darê mêran de pêwendiyek heye.

Ji kesên beşdarê lêkolînê bûne, ji sedî pênce û şeş kes diyarkirine ku “ji têkiliyên xwe yên zayendî”, kêfxweş û bextewar bûne. Ji sedî bîst û neh kes jî bi nexweşiya însomnîayê bûne ku însomnîa pirr caran dibe sedema tansiyon û depresyonê.

Dîsa di lêkolînê de tiştekî balkêş hatiye bidest xistin, lewre têkiliya zayendî ya kesên hindik radiketin li hember kesên din ne kêmtir bû, lêbelê şehweta kesên hindik radiketin kêm bû û ji têkiliya zayendî jî kêm tahm werdigirtin. Ji lêkolînên berê hatibû dîtin ku bi kalbûn/pîrbûnê re pirsgirêkên raketinê jî zêde dibin, hişyarkirin û zêdekirina şehweta jinan bi hin dermanên taybet pêkan e û ji bo mêrên 65 salî û berjor jî terapiyeke taybet ya hormonan heye.

Metîn Eser

Çavkanî: The Telegraph / 07.02.2016

Bersivekê binivîsin