Marcus Tullius Cicero

Marcus Tullius Cicero

Marcus Tullius Cicero (B.Z.106-B.Z.43) 

   Destûrmendekî Romayî yê dewletê. Xweşgotarbêjekî baş. Nivîskarekî hoste û parêzerekî parastinê yê serkeftî. Tevlî bûyerên sîyasî bûye û hatiye sirgûnkirin. Piştî çend  bûyeran, serê wî hatiye jêkirin û bi vî awayî hatiye kuştin. Xwedîyê felsefeka eklektîk bûye. Ango, bingeha felsefeya wî ji ramanên cihêreng yên mirovên din, pêk hatibû. Berhemên wî yên ku li ser kalîtî û hogirîyê hatine nivîsandin, xwe gihandine heta roja me ya îroyîn.

Çî Gotiye Marcus Tullius Cicero?…

1- Zêhn mîna zevîyê ye, divê were çandin û cotkirin.

2- Mirov çiqas bilind bibe, divê dilê wî jî hewqas nefsbiçûk be.

3- Divê ji bo ku tu bikaribî bijî, bixwî. Divê ji bo xwarinê tu nejî.

4- Dîyariya erdemê, şanazî ye.

5- Hemû karên mezin, bi destpêkên biçûk dest pê dikin.

6– Herkes dikare çewtiyan bike, lê bi tenê ehmeq di çewtiyên xwe de xwedîisrar in. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî 

Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin