Mansûrê Hallacvan

Mansûrê Hallacvan

Mansûrê Hallacvan (858-922)

  Kevnarezanayê (Arkeelog) fransî Louis Massignon rojekî diçe Bexdayê  û di dema lêkolînê de, li ser perçeyekê sewîlekê kevin rastê vê nivîsê dibe: “Ji bo gihêjtina Xwedê, du rekat nimêj jî bes e. Bes ku mirov, destnimêja xwe bi xwîna xwe bistîne.”

Xwediyê vê peyvê, Hallacê Mansûr e.

Bi dîtina vê nivîsê re, xebata Louis Massignon ya sihûsê (33) salan dest pê dike. Belê, Louis Massignon 33 salan li ser jiyan, felsefe, peywendî û şert û mercên wê demê hûr dibe. Dawî, nêzîkê 4000 (çarhezar) rûpel berhemek diafirîne ku ev berhem, li ser jiyana Hallacê Mansûr e.

Ji ber vê yekê ku, Louis Massignonê fransî di derheqê Hallacê Mansûr (Hallac El Mansûr- Hallacî Mansûr- Mansûrê Xellacî) de desthilat tê hesibandin. Zanayiyên di vî warî de yên ku hene jî bêguman, bi giştî ji vê erhemê hatine wergerandin û gihêjtine xwendevanan. Di vê kurtenivîsê de, ez dixwazim bi tenê li ser jiyan û felsefeya wî rawestim û di vî warî de, çend zanayiyan vebiguhêzînim we xwendevanan.

Navê Hallacê Mansûr yê rasteqîn, “Abû Abdullah El Hiseyîn Bîn Mansûr Bîn Mahamma El Beyzavî El Hallac” e û di sala 856- ê de, li herêma Tûr li Beyzayê hatiye dinyayê. Di wê dewrê de yên li Beyzayê dijiyan; di bin parastina dewleta Yemenê de bûn. Ji ber vê çendê, hatiye gotin ku Hallac ji Yemenê ye. Belam, bapîrê wî Mazdeîst û mirovekî îranî bû. (Li gorî hinek zanayiyan jî, tê gotin ku bapirê Hallac û Hallac jî mirovekî kurd bû)

Bi bavê xwe re, bi karê tevnejeniyê “hallaciyê” mijûl dibûn, ku piştra ev nasnav jî, dibe perçeyeke navê wî.Hallacê Mansûr, bi hemû jiyan û felsefeya xwe re bingeha sûfîtiyê ava kiriye û wisa tê hesibandin ku sûfîtî; di gihêjtina Xwedê de riya sêyemîn e. Wek tê zanîn di ramanên sûfiyên berê de, lihevhatinên sûnnî û “muteziliyan” hebûn. Lê Mansûr wisa bawer kiriye ku mirov, ne bi riya aqil û nejî bi riya veguhastinê dikare bigihêje Xwedê. Ji bo gihêjtina Xwedê, pêwist e mirov ji nîmetên dinyayê bireve, an jî dest nede wan. Ev yek, pêwîst û girîng e.

Hallac di berhemên xwe de wiha dibêje: ‘Mirov, dil e. Dilîn e. Xwiyakirina wî, mîna guldangê ye û bi mirin e. Mirov, ketiye şeklekî madî. Heçku, ji hêla hindûrîn ve xwe di şeklê dil de nîşan dide. Hemû tişt, ji aliyê dil ve tê diristkirin û hemû tiştî, dil dikargerîne. Dil, bêhn dide giyanê û giyan, mirovan raserî alema daringî dike. Laş, di nav danûstandinên daringî (madî) de ye. Gurza mebestê, di zincîra têkiliyan de delka resen e. Made, mirov diavêje nav dinyaya wanekan. Ew mirovê ku di têkiliyên madî de girêdayî dimîne, ew êsîr e. Divê mirov, ji madeyê derbas bibe û dakeve nav dinyaya wateyan.

Rêzanê giyan, dil e. Ev rêzan, mirovan radigihîne qata Xwedê û ji êsîriya made, mirovan azad dike. Mirov, divê guh bide dengê dilê xwe û xwe ji madeyê rizgar bike. Dil, ji bo dîtina Xwedê; ji aliyê Xwedê ve bi awayekî xwemal hatiye afirandin. Hege, kurê mirov bizanibe dilê xwe veke; wê Xwedê, dilê wî bi dilînê dagire. Xwedê, afiraner e û ji hemû tevgerên mirovan, ji yên hindûrîn û ji yên der, berpirsiyar e. Yên dikûje û yên vedijîne jî, Xwedê ye. Ecel û roja mexşerê, ji roja ewilî ve hatine destnîşankirin. Di rêwîtiya jiyanê de, qûtê mirovan dîsa Xwedê dide mirovan. Ji bo mirovan tiştê girîng hilbijartina başî û xirabiyê ye. Yên rê nîşanê mirov dide, zanist e. Mirov dikare bi hêza xwe hestên xwedbîn dahf bide aliyekî û bigihêje delaliyê. Di vê domanê de, wê dil jêre rêzaniyê bike. Waswas, çavê dil digerimîne û nezanî jî, mirovan ji Xwedê dûr dike. Dil û aqil, pêwîst e hevdu temam bikin.’

Xwedê, xezîneyeke veşartî ye û li gorî Quranê, hemû kes nikarin bigihêjin vê xezîneyê. Pirsgirêka “giyan- laş” û  “dil- aqil” pirsgirekeke sereke ya felsefe û teolojiyê ye. Ji fîlozofan hinekan giraniyê dane aqil û tiştên madî, hinekan jî giraniyê dane dil- giyanê û wateyê derxistine pêş.

Di felsefeya Îslamê de xwendegeha (ekola) Mutezîle, giraniyê daye madeyê û bikar anîna aqil jî gellekî girîng dîtiye. Sûfî û Mîstîkan jî, zêdetir bala xwe dane dil û giyanê.Li gorî aligirên “ Îmamiye ” jî; bi tenê Hz. Muhammed, Hz. ElÎ û yên ku ji bavika wan tên; bi tenê ew dikarin têkiliyê bi xezîneya Xwedê re deynin. Ji bilî wan, Selmanê Farisî jî heye, ku Hz. Muhammed, ji bo wî gotiye ku ew ji malbatê ye.

Li gorî dîtina Hallac jî: “Kesê ku bikaribe çavê dilê xwe veke, ew mirov dikare ji hêla dil û giyanê ve, bi Xwedê re bikeve danûsitandineke ragihanî. Ragihan dikare gellekî bi pêşve biçe û di vê demê de, mirov bi Xwedê re dibe yek. Tevgera mirov, di vê domanê de êdî tevgera Xwedê ye. Ji bona vê yekê jî, ne pêwîst e ku ew mirov di pêşiyê de mirovekî/ ê hilbijartî be. Piştî sê domanan, mirov dikare bigihêje Xwedê. Domana yekem ew e ku, mirov xwe ji hemû zewqan dûr bike û fêrî tunebûnê dibe. Domana duyem de, mirov digihêje zelaliya tebatî. (pasîfiyê) Di domana sêyem de jî, yekbûn heye. Di van hemû domanan de, rêzan dil e. ”

Wek tê zanîn, li gorî baweriya ola Îslamê jî: Xwedê, mirovan wek xwe afirandiye.  Çavkaniya vê baweriyê hedîs in û hemû ekolên Misilmaniyê,vê yekê li gorî baweriyên xwe rave kirine.

Wek mînak: Li gorî baweriyên “Mutezîliyan”, Xwedê kûllî (seranser) aqil e. Xwedîaqilbûna mirovan jî, ji vê yekê tê û encama vê yekê ye.

Li gorî baweriya Hallac jî: “Mirov dişibe Xwedê. Lewra, hemû rûçikên Xwedê li cem mirovan jî hene. Xwedê zanist e, aqil e, hêz û dilîn e. Efûkirin e, pîrozî û delalî ye û rewnak e. Mirov jî, xwediyê van rûçikan in; bes ku çavê dilê xwe vekin. Belam, mirov ancax di helwistekê pisporiyê de dikarin bigihêjin van rûçikan.” 

Pirsgirêkeke felsefeya Îslamê yeka din jî, çarenûs e.

Bawerî an nebaweriya çarenûsê, ji aliyê ekolên Misilmaniyê ve, bi awayên cihêreng hatiye guftegoykirin. Di ola Îslamê de, li gorî tevgera Cebriye: “Li vê dinyayê; hemû tevgerên mirovan ji aliyê Xwedê ve hatiye destnîşankirin.” 

Tevgera Mutezîle jî, li hember vê angaştê radibe. Lewra li gorî wan jî, angaşteke wiha; rê li berpirsiyariyê dadi de û rola aqil jî li derve dihêle. Li gorî Mutezîliyan; semaxa mirov azad e û mirov, bi alikariya aqil dikare başî û xirabiyê ji hevdu veqetîne û çarenûsa xwe destnîşan bike. Belam “ehlî sinetê”, di navbera Mutezîle û cebriye de navînrêyêkê dişopînin.

Di bûyêra Hallac de jî, ji ber ku Hallac xwe bi Xwedê re dike yek (ne ku yek dibîne); an bi Xwedê re di yekbûnekê de ye; ev dîtin wî dike perçeyekê Xwedê û wî nêzîkê tevgera Cebriye dike. Ancax Hallac, dil û hesta eşqê dixe nav çarenûsê û bi vê yekê re jî, ji wî Xwedayê ku mirov jê ditirse dûr dibe. Dawîn, çarenûsa mirov di nava dilînê de dihelîne. 

Pirsgirêka hikmeta afirandinê jî, babeteke sereke ya felsefeya Îslamê ye.

Her wekî: Li gorî Îmamiye: “Xwedê, cara pêşîn ronahiya Hz. Muhammed afirandiye.”

Li gorî Nuseyriyan jî: Ronahiya Hz. Muhammed, veguheriya ye ronahiya gerdûnî. Piştra jî, sitêrk çêbû ne.    

Li gorî Durzuyan: “Xwedê beriya her tiştî, aqlê gerdûnî afirandiye. ”

Li gorî baweriya Hallac jî: ‘Beriya her tiştî Xwedê, ronahiyê û piştra, giyanê û nefsê afirandiye. Piştî hemûyan, Xwedê navan, reng, tam, bêhn, dem û war aniye gerdûnê. Ji bo takêşîkirinê jî; nakokiyên ronahî/tarî û tevger/bêtevgerî û hebûn/tunebûnê afirandiye. Xwedê, xezîneyeke veşartî ye. Mirov, rasterast nikare wî binase. Mirov, ancax dikare rûçikên wî binase. Yên diparêze û yên efû dike jî, ew e.’  

Di dawiyê de bi tawana bêolî û bi Xwedê re yek dîtinê, (ku berê Hallac gotibû, ez heq im, ez heqîqet im; ango, ez Xwedê me) biryara kuştina Hallac tê birrîn.

Di 26 adara 922- ê de (mîladî) wî teslîmê celadê wî dikin.

Li gorî zanayiyan: Hazar (1000) qirbacan lêdane. Piştra destekî wî û lingekî wî, dûre dest û lingên din jê kirine. Tê gotin ku dema serê wî jê kirine, di laşê wî de hê jî rih hebû ye. Laşê wî, bi çarmixê ve girêdidin. Piştî çarmixê, laşê wî bi petrolê dişewitînin û xweliya wî diavêjin çemê Dicleyê. Serê wî yê jêkirî, wiha du rojan bi dîrekekî ve dimîne. Piştra, serê wî yên jêkirî li bajarê Horasanê di nava gel de digerînin.

Di dema biryara kuştinê de jî Hallac wiha gotiye: “Xwîna min ji we re haram e.  Ez di riya Xwedê û îmanê de me, baweriya min jî Îslam e. ”

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

Çavkanî: Antolojiya Fîlozofan – Ali Gurdilî 

Beyî nîşandana çavkaniya malperê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin