Malbata Biçûk [Malbata Nûjen, Malbata Modern]
Malbata Biçûk [Malbata Nûjen, Malbata Modern]
Ev cure malbat, zêdetir di civakên hemdem de tê dîtin. Bi pêşveçûna sanayiyê re û bi saya karbeşiyên pirtexlîd, ev cure malbat derketiye holê. Mirov dikare behsa çend wesfên vê malbatê yên sereke bike…
1- Ji, jin û mêr û zarokên nezewicandî pêk tê.
2- Wekhevîya jin û mêran heye.
3- Bi pîşesazîbûnê re derketiy[e holê.
4- Xwe dispêre rê û rêzikên hiqûqî.
5- Zewac û hev berdan, bi destê dewletê pêk tê.
6- Ev cure malbat, malbateka laîq e. Ne li gor rêzikên olî, li gor rêzikên hiqûqî tê avakirin.
7- Ne yekîneyeka hilberandinê ye. Yekîneyeka serfkarîyê ye.
Ali Gurdilî