‘Felsefe fikirîna pirhêlî ye.’

‘Felsefe fikirîna pirhêlî ye.’

Mahmut Ozçelîk: ‘Felsefe fikirîna pirhêlî ye.’

Di jiyana mirovan de du hêl hene ku divê werin têrkirin. Jê yek hêla mirovî ya fizîkî ye ku ancax bi xwarin û vexwarinê dikare li ser piyan bimîne. Ya din jî hêla wî ya hişî/ruhî/derûnî ye ku ew jî ancax dikare bi veçirîna razên derheqê xweza, dinya û gerdûnê de xwe li ser piyan bigire. Bi ya min ji ber birçîbûna mirovî ya di hêla hişî û ruhî de, em neçar in ku alîkariyê ji felsefeyê werbigirin. Çimkî tenê felsefe dikare ‘valahiya zanînê’ ya di ruhê mirovî de piçek dagire.

Ji ber ku mirov wekî ‘heyîyek alavçêker’ hatiye binavkirin, bi alavên ku çêkiriye jiyana xwe ya rojane hêsantir kiriye, lê li hemberî mezinî û berfirehiya dinya û gerdûnê ji ber tunebûna zanayî û agahiyên têr û tije bi sed hezar salan bêçare maye. Bi şaşwaziyek bi tirs û xofê dagirtî li bûyer û dîmenên heyî nihêriye. Derfet û alavên di dest de têrnekiriye ku dinya û gerdûnê bi tevî hemû heyiyên tê de bi sedem û encamên xwe ve binase. Vê kêmderfetî û lawaziya di hêla zanayiyan de ew handanî çavdêrîkirin û ezmûnan kiriye û her ku çûye zanayiyên xwe zêdetir kiriye. Lê meraqa ku mirov diguvaşt, tu carî nehiştiye ku mirov bi ya bi dest xistî qîma xwe bîne.

Mirovî bi alîkariya felsefeyê di her dem û dewranê de xwestiye xwe bigihîne ‘raza heqîqetê.’ Kûr fikiriye, xwestiye ‘sedema hebûnê’ bizanibe, ‘armanca jiyanê’ fêhm bike. Mirovî bi gelek pirs û bersivan xwestiye wateyek bide jiyanê. Ji bo jiyanek hêj bextewartir, li rê û rêbazan geriyaye. Têkiliyên mirov û civakê yên bi desthilatiyên heyî re, di jêpirsînê re derbas kiriye. Lê felsefeyê bi qasî ku alîkariya mirovan kiriye ewqas jî di hiş û mejiyê mirovan de ‘gumanên nû’ afirandiye. Da ku mirov bi ya bi destxistî qîma xwe neîne û ji bo ya hêj sûdewertir û feydedartir bixebite. Ji ber van hemû hêlên felsefeyê ku me tim û tim ber bi nûjeniyê ve dehf dide, her dem pêwîstiya me bi wê hebûye. Çimkî felsefe di heman demê de ‘fikirîna pirhêlî’ ye. Ev fikirîna pirhêlî dike ku mirov xwe ji gelş û gelemşeyên heyî bêyî xisarek mezin bibîne, xelas bike û riyên çareseriyê yên cur bi cur biafirîne. Bi saya felsefeyê dê mirov riya ‘fikirîna azad’ jî bi dest bixe. Bi saya ‘fikirîna azad û pirhêlî’ mirov dê hem civaka tê de dijî ber bi pêşveçûnê ve beralî bike, hem jî ‘riya hezkirinê, xweşdîtinê û toleransê’ bi mirovî bide nîşandan ku pêwîstiya civaka kurd bi van hestên mirovî heye.

Ji bo em xwe, civaka xwe, dîroka xwe, serkeftin û binkeftinên xwe di ‘parzûnê aqil û zanînê’ re derbas bikin, ji bo nifşên li dû me di siberojeke bi ewlehî de bi serbilindî bijîn, divê em bikevin nava kûrahiya zanînên felsefîk. Ta ji Zerdeştiyê Medî û Yewnana Antîk hetanî felsefevanên Serdema Nêz; fîlozofên ku derheqê dewlet û civak, ol û exlaq, kesayet û siyasetê de zanayî û ezmûnên xwe pêşkêşî me kirine, divê em fêrî zanînên wan bibin, ji wan dersan werbigirin da ku em wekî neteweyeka saf ya ku di her qadê de tê xapandin, her dewleta ku dixwaze neteweya me li gor berjewendiyên xwe bi kar bîne, bidin sekinandin. Ji bo em ji lîstikên li hemberî gelê me tê kirin re bibêjin ‘êdî bes e’ divê em felsefeyê bixwînin, binivîsin û pirtûkên felsefevanên biyanî jî wergerînin zimanê xwe.

Pêwîstiya me bi qasî nan û avê bi felsefeyê heye. Gelo rêveberek me yê ku hay ji felsefeya Platon û nêrînên wî yên derheqê ‘rêvebirina dewlet û civakê’ de tunebe, dê karibe xizmeta rêveberiyek baş pêk bîne? Gelo siyasetmedarên me yên li hemberî zordest û zulimkaran daw û doza mafê me yê neteweyî dikin, ger hay ji felsefeya Machiavelliyî ya pragmatîst tunebe, dê karibe li hemberî dek û dolabên wan yên xwedî ezmûnên hezar salî, bi ser bikevin û ji me re siberojeke wekî tîrêjên rojê ronî ava bikin? An kesê ku haya wî ji felsefeya Nietzscheyî tune be, dê çawa xwe ji astengiyên çêker yên li hemberî ‘azadiya mirovî’ hatiye danîn xelas bike? Dîsa kesê ku ji felsefeya Nietzscheyî bê hay be, ‘ol û exlaqa’ ku di vê serdema modern de di destê desthilatdarên mejîtêcir de bûye bêolîtî û bêexlaqî dê çawa nas bike, dê wê bêolîtî û bêexlaqiyê çawa rexne bike û ber bi mirovek kamilbûyî yê azad ve rê bikudîne?

Wekî encam; ji bo qabiliyeta me ya ‘şîrovekirina bûyeran’ bi pêş keve, ji bo em di her qad û babetê de bi ‘rexneya zanistî/avakar’ li bûyeran binihêrin divê em fêrî felsefeyê bin…

Mahmut Ozçelîk

02.03.2016

Bersivekê binivîsin