Lodkirina Zanayiya Zanistî

Lodkirina Zanayiya Zanistî

Lodkirina Zanayiya Zanistî

Mirov zanayîya zanistî ji hêla rêbaz, armanc û babetên xwe ve, dikare bike sê beş:  

1- Zanistên Formel

2- Zanistên Xwezayê

3- Zanistên Mirovî 

1- Zanistên Formel (Zanistên Fesalî) 

Di nav cîhana pirsan de hinek pirs hene ku mirov bi hêsanî dikare wan bibersivîne û nekeve tu gumanan. Ev pirs jî, pirsên amprîk in û mirov dikare bersiva wan, bi rêya çavdêrî an jî ezmûnan misoger bike. Mesela em bi hêsanî dikarin bibêjin ku Amed, bajarê herî mezin ê Kurdistanê ye û vê zanayîyê, bi rêya lêkolînên demografîk û belgeyan, em dikarin îsbat jî bikin. Lê ne gemgaz e ku em pirsên matematîk û geometrîyê, bi vî awayî bibersivînin. Ango, pirsa 2X2=? ê, em nikarin bi rêya ezmûn û çavdêrîyan bibersivînin, an jî îsbat bikin. Em ancax dikarin xwe bisperin aqil û bi vê rêyê em dikarin bersiva vê pirsê bidin. Ji van celeb zanistan re, zanistên fesalî (zanistên formel) tê gotin. 

Ê baş e, sedemê binavkirineke bi vî rengî, çî ye gelo? Lewra, zanistên fesalî xwe naspêrin ezmûn û çavdêrîyê. Em ne dikarin hejmara (1) yek ê di laboratuaran de hilberînin û ne jî, di rê de em dikarin li wan rast werin. Zanistên fesalî, bi temamî li gor hêmanên (prensîbên) aqil û mentîqê û bi rêya deranan dixebitin. Matematîk û mentîq, ewilî hindek danasînan didin me û ji van danasînan dest pê dikin û hindek deran têne bidestxistin. 

Di encamê de mirov dikare behsa çend taybetmendiyên zanistên fesalî bike. 

1- Zanistên fesalî (formel) bi temamî xwe disperin aqil û hêmanên (prensîbên) aqlî. 

2- Karê xwe bi danasînan (bi pênasan) û bi deranên ku xwe dispêrin wan deranan didomînin. 

3– Mijarên wan, razber (soyut) un. 

4- Heyînên ku dibine mijara zanistên fesalî, di zeman û mekanê de cîh nagrin. 

5- Zimanekî sembolîk bi kar tînin, ji ber vê çendê jî zanistên çêkirî (yapay) û îdeal in. 

6- Zanistên xwezayê û zanistên mirovî, ji zanistên fesalî sûd werdigrin û bi xêra vê alîkarîyê dibine zanistên nesnel û teqez. 

7- Rêbaza deduksîyonê bi kar tînin. 

2- Zanistên Xwezayê 

Berevajiya avahiya (bastûra) zanistên fesalî ya zanistî û razber, zanistên xwezayê; bi rêya çavdêrî û ezmûnê, li bûyerên girgîn vedikolin. 

Zanistên Xwezayê jî, di nav xwe de dibine sê bêş: 

A- Zanistên Fizîkê

B- Zanistên Erdê

C– Zanistên Jiyanê. 

A- Zanistên Fizîkê 

1- Fizîk: Li madeyê, tevger û vejenê (enerjîyê), vedikole. 

2- Kîmya: Li bastura madeyê vedikole. 

3- Ezmannasî : Li fezayê û rojgeran (rojgêran) vedikole. 

B- Zanistên Erdê 

1- Erdnasî (Jeolojî) : Li rûyê (qafikê) erdê vedikole. 

2- Hewanasî (Meterolojî): Li hewayê, guherînên hewayî û li bûyerên ku li ezman (asîman) diqewimin vedikole. 

3- Okyanûsnasî (Oşînografî): Li bûyerên ku di behr û okyunûsan de diqewimin vedikole. 

4- Berbernasî (Mînerolojî): Li çavkaniyên ku di bin erdê de ne vedikole. 

5- Fosîlnasî (Paleontolojî): Li fosîlan vedikole. 

C- Zanistên Jiyanê 

1- Bîyolojî

2- Zanistên Bijîşkî (Tip) 

Taybetmendiyên Zanistên Xwezayê 

1- Zanistên xwezayê, derheqê bûyerên girgîn (somut) û bûyerî (olgusal) de zanayîyê hildibirînin. 

2- Zanistên xwezayê dema ku zanayîyê hildibirînin, xwe disperin têkiliya sedem-encamê û vê yekê, wek bingeh dibînin. 

3- Zanistên xwezayê dixwazin ku xwe bigihînin zagonên tevayî (tumel) û misoger. 

4- Rêbaza wan ya ku bikar tînin, enduksîyon e. 

5- Ji ber bikaranîna enduksîyonê, encamên ku têne bi dest xistin, bi tenê dibetîya (îhtîmala) wan bilind e. 

6- Zanistên xwezayê, ji ber ku encamên dibetîya wan bilind hildibirînin; pêşnîyarên zanistî, dikarin rojekî çewt werin derxistin û pûç bibin. 

7- Zanistên xwezayê, xwe dispêrin ezmûn û çavdêrîyê û ev yek, ji bo meşrûîyeta wan girîng e. Ji ber vê yekê ye ku, zagonên wan ji alîyê gelek kesan ve têne pejirandin. 

8- Zanistên xwezayê ji yekanîyê (yekhejmar, tekanî, tekîl) ve dest pê dikin û ber bi tevayîyê (tumelê) ve dimeşin. 

9- Zanistên xwezayê prensîba determînîzmê dipejirînin, ku li gor vê prensîbê; heman sedem, di heman şert û mercan de heman encamê diafirînin. 

3- Zanistên Mirovî (Zanistên Beşerî) 

Dîrok, civaknasî, psîkolojî û mirovnasî (antropolojî), wek “zanistên mirovî” tên bi nav kirin. Di dîrokê de, zanistên mirovî piştî Şoreşa Sanayîyê gihêjtine serxwebûna xwe û wek zanistên serbixwe derketine qada zanistan. Di wê dewrê de wiha hatiye parastin ku rêbaza pozitivîst, dikare bibe rêbaza zanistên mirovî jî û bi vê yekê, mirov dikare di mijarên mirovî û civakî de jî, encamên ku dibetîya wan bilind in werin bi dest xistin. Lê ji ber ku zanistên mirovî ji zanistên xwezayê bi awayekî berbiçav cewaz bûn, wan jî li gor cîhêrengiya xwe hindek rêbazan afirandin û ev rêbaz bi demê re hatine bikar anîn. 

Taybetmendiyên Zanistên Mirovî 

1- Mijarên zanistên mirovî, tevgerên mirovî ne û zanistên mirovî xwe dispêrin van tevgeran. Ev tevger jî dibe ku wek şer û koç kirin; bûyerên dîrokî û civakî bin û dibe ku wek zêhn, kesayetî û guncanîya civakî, wesfên takeksî bin jî. 

2- Di zanistên civakî de çavdêrî (gozlem) kêm tê bikar anîn û ezmûn (deney) jî, bi tu awayî nayê bikar anîn. Bûyerên mirovî di dîrokê de carekî diqewinin û kes nikare di loboratuvaran de wan carekê din dubare bike. 

3- Di zanistên mirovî de rêbaza bingehîn “rêbaza têgihîştinê” ye. Ev rêbaz, ji layê Wilhelm Dilthey (1833-1911) ve hatiye pêşniyar kirin. Ji ber ku mirov heyînek çalak e û her tevgereka mirov wateyeka wê heye; tevgerên mirovî jî ancax bi têgihîştinê dikarin werin fêhm kirin. 

4- Di zanistên mirovî de, wek zanistên xwezayê; mirov nikare xwe bigîhîne zagonên misoger. Lewra mirov xwedîhiş û xwedîîrade ye û wekî wanekên di xwezayê de tevnegare. Lewma jî di zanistên mirovî de, mirov dikare bibêje ku zagonên xwedîwesfên gelemper hene.

Wek mînak: Îbnî Haldûn gotiye ku civak di pêvajoyên zayîn, pêşveçûn û hilweşînê de derbas dibin. Lê îro, ji aliyê gelek hêlan ve mirov dikare vê zagonê rexne bike. Ji ber vê yekê jî, mirov vê zagonê nikare wek zagoneke ku wê her dem derbaddar e bipejirîne. 

5- Di zanistên mirovî de jî, wek zanistên xwezayê; carinan têkiliya sedem-encamê tê bikar anîn. Lê ev yek, her dem encamên rast nadin mirov.  

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

Çavkanî: Di Sed Pirsan De Danasîna Felsefeyê – Ali Gurdilî

Bersivekê binivîsin