Li Ser Zanayiya Olî Çend Gotin

Li Ser Zanayiya Olî Çend Gotin

Li Ser Zanayiya Olî Çend Gotin  

Carinan wiha tê fikirîn ku zanayiya olî/dînî zanayiyek nesnel/neterefgir û naguhêr e. Helbet mirov dikare bibêje ku zanayiya olî zanayiyek naguhêr e, lê mirov nikare bibêje ku zanayiya olî zanayiyek nesnel e. Naguhêr e, çimku çavkaniya wê pîrozî ye. Ne nesnel e, çimku li gor bawermendên olên cuda, dikare were guherîn. Lewma jî zanayiya olî, dibe zanayiyek kirdewar/takekesî.

Dîsa mirov dikare bibêje, ku zanayiya olî nikare were rexnekirin jî. Rexnekirina zanayiya olî, tê wateya ji rê derketinê û lewma jî, ji rexneyan re dadayî ye. Ev rewş, bi dogmatîzmê tê şirovekirin û di dawiyê de, zanayiya olî dibe zanayiyek dogmatîk/hişkbawer, naguhêr û kirdewar. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

10.11.2014   

Bersivekê binivîsin