Li Ser Têgeha Diyalektîkê Çend Gotin

Li Ser Têgeha Diyalektîkê Çend Gotin

Li Ser Têgeha Diyalektîkê Çend Gotin

    Di vê nivîsê de min xwest ku ez hinekî bi berfirehî li ser peyva diyalektîkê rawestim û hinekî jî wateya guherîna peyvê, şirove bikim. Çimku ev têgeh ji bo felsefeyê û şiroveyên (raveyên) aqlî gellek girîng e û gellek zêde tê bikaranîn. Wekî tê zanîn, di cîhana rojavayê de Herakleîtos wekî damezranerê (bavê) ramana diyalektîk tê zanîn û naskirin. Lê eşkere ye ku çavkaniya vê ramanê erdnîgeriya kurda ye û Herakleîtosî, vê ramana xwe ji Mezopotamyayê girtiye û berfireh kiriye.

Peyva diyalektîkê di destpêkê de ji bo hunera guftego û nîqaşê yan jî ji bo, bi rê û rêbazên nakok, hunera qanîkirinê hatiye bikaranîn. Diyalektîk, rê û rêbazeke aqlî ye û şeklekî sepandin û birêveberina aqil e. Dîsa meriv dikare bibêje ku rêbaza diyalektîk û rêbaza Sokratesî, mîna hunerên fikirînê, di Serdema Antîk de rewşên herî çalak yên diyalektîkê ne. Berdewamiya guherîn û livdariyê (hereketê, tevgerê), di wê qonaxê de weke diyalektîkê hatiye binavkirin. Ji vê rêbazê re, ku bi rêya vê rêbazê hemû ramanên erênî û neyînî têne bidestxistin, diyalektîk hatiye gotin.

Ji bo ramanên (berbiçûnên) Platonî diyalektîk, diyalektîka ramana ye. Li hêla din jî, bi rêya yên sehekî, armanca xwegihandina ramanên bireseran (heyberan, objeyan, nesneyan) û xwegihandina zanayiyên nesneyan yên eşkere û naguhêr (mayende, teqez) e. Gotina Herakleîtosî ya <meriv nikare, du caran xwe di çemekî de bişo.> wekî destpêka danasîna diyalektîkê ya eşkere hatiye dîtin. Têgehên bûyîn û guherînê, di vê xalê de weke du têgehên bingehîn xwiya dikin. Meriv dikare bibêje ku feylesofên Serdema Pêşîn, herçuqasî li hêlên dijber cih girtibin jî, diyalektîkzan in. Mesela bi hêsanî meriv dikare bibêje ku Sokrates û feylesofên Sofîst, bi gelek awayên cihêreng rêbaza diyalektîkê bikar anîne. Lê li gor bîr û baweriya Arîstoteles; damezranerê (bavê) ramana diyalektîk ne Herakleîtos e, Zenonê Eleayî ye. Diyalektîka Zenonê Eleayî, xwe dispêrê texlîdeke ramana zanaviyê (jê). Bi rêya çend rêbazên diyalektîk, Zenon bi alikariya çend rêz paradoksan bêderfitiya (bêîmkaniya) livdariyê nîşan daye. Li gor bîr û baweriya Zenonî boşî (çokluk) û cihêrengiyên li gerdûnê, xapînok in û dişibine xapînokiya livdariyê.

Hegel û Formîla wî ya Diyalektîk
Bêguman, feylesofê ku diyalektîkê formîle kiriye, Hegel e. Hegel bi xebat û rêbazên birêkûpêk, diyalektîkê formîle kiriye û xwe gihandiye xebateke felsefî a serkeftî. Li gor vê yekê diyalektîk, bi rêya livdariya sê awayan; ku ew jî tez, antîtez û sentez in, xwe pêkanîna Ramana Mitleq (Ramana Teqez) e.

Hegel ji livdariya ramanê dest pê kiriye û diyalektîka ku bi rêya vê ramanê bidest xistiye, ji bo livdariya gerdûnê jî bikar aniye. Lew re Hegelî, mîna <ramaneke madî, ramaneke cismanî> li gerdûnê mêze kiriye. Dîsa meriv dikare bibêje ku Hegelî, raman û heyînê, weke hev (zanavên hev, ozdeşên hev) dîtiye. Di vê xalê de diyalektîk, pêvajoya berfirehbûna temamiya raman û heyîna ye.

Marks, vê ramanê berovajî kiriye. Di rêya Hegelî de meşiyaye û bi awayekî madî, pêvajoya diyalektîkê nirxandiye. Livdarî (tevger, hereket) ji destpêkê ve, bi temamiya têgehên nakok û dijber, hatiye şirovekirin. Li gor baweriya Marks (Marx) livdariya madeyê, encama nakokiyên navxweyî ye û diyalektîka ramanê jî, di vê xalê de dengvedana livdariya madeyê ya ber bi hiş (bîr) ve ye. Ango hiş, dengvedana (xweveguhastina) madeyê ye. Ji ber vê yekê ye ku felsefeya Marksîst, bi navê Materyalîzma Diyalektîk tê binavkirin. Lewma jî em dibînin ku rêbaza diyalektîk, wekî zanista livdariya diyalektîk tê dîtin û nirxandin. Hasilê meriv dikare bibêje bi rêya xebatên Marks û Engels, diyalektîk xwe gihandiye wateya xwe ya îroyîn.

Engels, danasîneke diyalektîkê a bi vî rengî daye ku ta radeyekî meriv dikare bibêje ku ev danasîn (pênase), danasîneke herî rast û aqlî ye: <Diyalektîk ew zanist e ku li cîhana der û hişê mirovî de, li zagonên gelemperî (tevdeyî) yên livdariyê digere.> Bêguman meriv dikare bibêje ku danasîneke bi vî rengî, bi temamî xwe spartiye zanista û berfirehbûna diyalektîkê jî, girêdayî berfirehbûn û pêşveçûna zanista ye.

Ali Gurdilî
felsefevan@hotmail.com
28.08.2015

Jêder
1- Destpêka Felsefeyê. Ali Gurdilî. Weşanên Soran. 2015.
2- Felsefeya Hegel ya Dewletê. Macît Gokberk.
3- Ferhenga Felsefeyê. Ali Gurdilî. Xebateke Neçapbûyî.
4- Destpêka Felsefeyê. Ahmet Cevizcî. Weş. Sentez. Sala 2007 an.
5- Dîroka Felsefeyê. Cild 1. Ramanên Damezraner. Weş. Îletîşîm. 2012. Jacqueline Russ, François Jullien, Christian Jambet, Pierre Hadot, France Farago, Jean-Paul Dumont, François Chenet, Anne Baudart.

Bersivekê binivîsin