Li Ser Pênaseya Fikirînê (Hizirîn, Ramîn) Çend Gotin
Li Ser Pênaseya Fikirînê (Hizirîn, Ramîn) Çend Gotin
Mirov di pêvajoya perwerdehiyê de; gelek têgeh, hest, raman û peyvan bi dest dixe. Ji xebitîna/şixulîna zêhnê ya li gor wan naverokan re, ‘fikirîn’ tê gotin. Di heman demê de fikirîn, çalakiyên zêhnî yên wekî pêderxistina têkiliyên di navbera pêşniyaran, birêvebirina aqil, bibîranîn, şikkirin, têgihiştin û hîskirinê jî diguncîne. Rûbirûkirin, dahûrandin, pêkanîna girêdaniyan û çalakiyên hişmend jî, di nav sînorên fikirînê de ne.
Fikirîn, du beş e:
1- Gihêjtina yan jî têgihîjtina, zanayiya yên ku hene.
2- Fikirîna li ser biryaran. (kirin an jî nekirina hindek tevgeran)
Şeklê fikirîna yekemîn, ‘teorîk û zanistî’ ye û ya duyemîn jî, xwediyê wesfekê ‘pratîk’ e.
Ali Gurdilî
felsefevan@hotmail.com
20.02.2015