Li Ser Felsefeya Felsefeyê Çend Gotin

Li Ser Felsefeya Felsefeyê Çend Gotin

Li Ser Felsefeya Felsefeyê Çend Gotin

Di nav hemû cure zanyarî/zanayiyan de, a ku herdem rexne li xwe digre û carekê din li ser encamên xwe hûr dibe, guman têde nîne ku felsefe ye. Ji vê helwesta felsefeyê re, <Felsefeya Felsefeyê> tê gotin. Mirov nikare bibêje ku em dikarin, fizîka fizîkê bikin; lê felsefeya felsefeyê dibe û pêkan e. Ev helwesta felsefeyê, rê li ber hişkebawerî/dogmatîzmê digre û rê nade ku encamên felsefeyê ti caran bibin encamên tequz/misoger yan jî naguher.

Bandûra vê helwesta felsefeyê, li ser hemû zanistan jî heye û bi awayekî eşkere, ev yek tê xwiyakirin. Mesela di têgihiştina <zanista nû> de, encamên/zagonên zanistî, êdî mîna zagonên mayende/herheyî nayên dîtin û mîna <zagonên ku dibetiya rastiya wan bilind e> têne qebûlkirin. Lewma jî, pirî caran em ji bo felsefeyê dibêjin ku ew <lêgerîneke bêsekn/bêrawest e> û stargeh yan jî dereka ku felsefe dixwaze xwe bigihîne wir jî tune.

Alî Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

11.01.2015

Bersivekê binivîsin