Li Gor Perspektîfa Psykologiyê Pêşketina Mirovan

Li Gor Perspektîfa Psykologiyê Pêşketina Mirovan

Li Gor Perspektîfa Psykologiyê Pêşketina Mirovan

      Di nav hin welatan de, têkilîya însanan bi hevdu re zêdetir asymetrîk e û asymetrî jî dijraberê symetrî ye. Ez dixwazim bi zimanekî siviktir bidim fêmkirin ku, asymetrî tê wateya ”newekhevî” û maneya symetrî ji ”wekhevî” ye. Hin rêxistin û mirov dixwazin bi hêza xwe civakê bide fahmkirin û mafdarîya xwe bi hêza xwe bide pesendkirin.

Hin derodor jî  bi awayekî  heçko  guhdarî dikin têkilî bi civakê re datînin. Li gor zanyarî ev têkilî jî symetrîk e û tê wateya gava mirov xwe di eynikê de mêze dike, vebeyîna xwe di eynike de dibîne. Di nav têkili dayina insanan de asymetrî tê wateya hêzdarî, ku ew kesên bi hêza xwe pêywendiyên xwe datîne. Peywendiyên symetrî ji tê maneya rastênhevan ji paralel, wekî mînaka ”erê dengê te hate min, an jî erê erê min zanî te çi got.”  Hem asymetrik û hem jî têkilîya symetrîk li hin civatan de wisa xuya dike kû li ber bi pêşveçûyîna civatê astengî dirust dike û nahêle ku însan bi hevdu re têkilîya çareserîyê ava bike.

Îcar têkilîya komplîmet heye. Komplîmet jî tê wateya ku mirov cihêtîya digere da ku hevbeşîya hevûdu bibîne. Têkilîya komplîmet li ser lêgerîna  cudabûna mirov û herwiha li ser lêgerîna hevpişkan  hatîye ava kirin.

Bi rastî, gelek xwezayî ye ku her mirov dixwaze helwesta xwe bi hevdu re parve bike û bi awayekî  bi hevdu re têkildar be da ku bikaribe helwest û dîtinên  xwe bide guhdarîkirin. Ji alîyê etîkê ve jî, rastî ew e ku  mirov bi hev re pirsgirêkan gengeşe bike û ji tecrûbeyên hevûdu sûdwerbigre.  Helbet divê mirov li xwedî helwestê xwe be û helwestê xwe bide ravekirin.

Hewce nake ku mirov wekî hevûdu bifikirin. Lê gava mirov wekî hevûdu nefikire jî, divê  cihêwazbûna ramanan bête daxuyandin û bersîvandin û divê mirov bi hev re berdewam têkildar be, da ku zêdetir û bi dorfirehî li ser helwestan raweste, da ku têgihîştinekî hevbeş peyda bike. Ji bo ku mirov bikaribe bi hev re têkildar be divê li hin regez (prensîp) re lihevhatî be. Wekî  guhdarîkirin, têgihîştin, lihevanîn, xweşbîn û fêhmber be.

Divê meriv hem guhdarî bike û hem jî bide guhdarîkirin.

Divê meriv hem fam bike û hem jî bide famkirin.

Divê meriv hem hez bike û hem jî bide hezkirin.

Divê meriv hem bide û hem jî hilde.

Divê meriv hem alîkariyê bike hem jî alîkarîyê bistîne.

Sultan Arslan

05.11.2015

Çavkanî

Asplund, J. (1983): Tid, Rum, Individ och Kollektiv. Liber Förlag, Stockholm.

Bernth, I.,. (2003): En etologisk tilgang til personlighedsudvikling, Psyke & Logos, Temanummer 2, årgang 24…

Bersivekê binivîsin