Lêkolînên Li Ser Jêbirina Bîranînên Mirovan

Lêkolînên Li Ser Jêbirina Bîranînên Mirovan

Lêkolînên Li Ser Jêbirina Bîranînên Mirovan

Lêkolînerên KU Leuven (Belçîka) û Leibniz Institute for Neurobiology a li Almanyayê biserketin ku jêbirina bîranînên me pêk bînin. Lêkolîner di lêkolînên xwe yên li ser mişkan de vedîtina “geneke guhêrker” kirin ku gen dikare jêbirina bîranînan pêk bîne. Xerîfîtî, qeza yan jî serboriyeke trawmatîk dikare bibe sebeba jêbirina bîranînên me lêbelê lêkolînerên Belçîkayî û Almanyayî peyitandina jêbirina hin bîranînên me ya bi veguhartina genekî pêk anîn.

Zanyar ji bo pêkanîna lêkolînê serî li mişkên ku lihevanîna genê “neuroplastine-plastîsîteya noroyî” (NPTN) hatiye kirin, dan, ku genê weke NPTN binavkirî ji bo plastîsîteya mêjiyê genekî pirr girîng e. Ji lêkolînên li ser plastîsîteya mêjiyê hatiye dîtin ku guherînên li ser plastîsîteya noroyî dikare bibe sebeba nexweşiyên zîhnî yan jî şîzofreniyê. Lêkolîner, mişkên ku di qefesê de bûn, bi vêxistina çirayê fêrî cih guhartinê dikirin, her ku çira vêdiket mişk destpê meşa ji aliyekê qefesê ber bi aliyê din dikir, mişkên ku cihê nediguhartin bi cêranê dihatin hişyar kirin û piştî çend carên hişyarkirinê mişk bi xwe xwe ji têkiliya di navbera çira û cêranê de serwext dibû û ji aliyekê qefesê ber bi aliyê din dimeşiyan.

Piştî rahênandina mişkan, zanyar genê NPTN ya di mêjiyê mişkan de bû, vediguhartin. Piştî veguhartinê çira dihate vêxistin lêbelê mişk ji aliyekê qefesê ber bi aliyê din nedimeşiyan. Mişkên ku genê NPTNê nehatibû veguhartin weke berê her ku çira vêdiket ji aliyekê qefesê ber bi aliyê din meşa xwe berdewam dikir. Zanyar Detlef Balschunê ji Laboratorium voor Biologische Psychologie (Ezmûngeha bo Derûnnasiya Biyolojîk) wiha dibêje; “Bi rastî jî em gellekî ji ber rewşê ecêbmayî mane, lewre me qet bawer nedikir ku em ê bi veguherandina genekî jêbirina bîranînan pêk bînin û divê em zêdetir li ser lêkolinê bisekinin û bidestxistina agahiyên berfirehtir pêk bînin.”

Metîn Eser

Çavkanî: Biological Psychiatry

Bersivekê binivîsin