Lehengê Min Jin e

Lehengê Min Jin e

Lehengê min Jin e

Jin di hundurê xwe de diafirîne, mezin dike û di welidîn e! Jin bi sebr mezin dike, mêr dike şer, berê ya ajala paşê ya mirov dike! Hezkirina Jinê mezin dike. Ya mêr ji bo xwe dikuje! Mêr siltan e, pêxember e, xelîfe ye, şervan e, nêçîrvana remza desthilatdariyê ye!

Jin dayik e, afirêner e, nanpêj e, teşîrês e, narîn û henûne, remza dilovaniyê ye! Ger me mêra kariba weke Jinê hez bikira, dê kuştîn û şer li dunyayê kêmtir bûya! Lê li Tirkiyê êdî Jin, ne weke jin weke mêr dimirin! Li gorî nêrîna wezîra tirk. Ol û netewa mirova bi darê zorê dane guhertin, vêca dora zayendê ye!

Newaf Mîro

20.10.16

Bersivekê binivîsin