Lawo Ne Em Du Zilam in!

Lawo Ne Em Du Zilam in!

Lawo Ne Em Du Zilam in! 

Dibêjin ku feylesofê Zenon, rojekê bi şagirdekî xwe re li ser mijareke felsefeyê xeber dide. Ew çî bibêje, şagirdê wî beyî ku bikeve tu gumanan gotinên wî hema wisa di cih de qebûl dike û wî alî vî alî serê xwe dihejîne û dibêje ‘belê belê wisa ye.’

Zenon hinekî sebir dike, lê di dawiyê de aciz dibe û dibêje: ‘Lawo! Qet nebû hema carekê be jî li dijê gotinên min derkeve û ramana xwe bîne zimên wey! Da ku ez jî bizanibim ku em du zilam in! ‘… 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

03.01.2015

Bersivekê binivîsin