Kilîda Gerdûnê Matematîk e

Kilîda Gerdûnê Matematîk e

Kilîda Gerdûnê Matematîk e

Di nav fîlozofên beriya dema Sokrates de ê herî navdar, mirov dikare bibêje ku Pythagoras e. Heta ji Herakleîtos jî, zêdetir hatiye naskirin. Pythagoras jî li keviyên Egeyê B.Z. di navbera salên 570-497 an de, li Samosê/Sîsamê hatiye dinyayê.

Pythagoras, dahîyek pirralî û xwediyê behreyeke matematikê ya xwezayî bû. Kesên ku çûne dibistanê, bêguman haya wan ji Teorema Pythagorasî heye û pê dizanin. Fîlozofê ku cara yekemîn ramanên <kare/çarçik> û <kûp/hêza sêyemîn a hejmarekê> dîtiye û wan têgehan di arîtmatîkê de bi kar aniye, Pythagoras e. 

Peyva ‘Toriyê’ bi saya xebatên wî, gihîjt wateya xwe ya îroyîn. Herweha wiha tê bawerkirin ku peyvên ‘felsefe’ û ‘kozmoz’ ê jî, ji aliyê wî ve hatiye vedîtin û bikaranîn. Bandûra wî, demekê gelek dirêj berdewam kiriye. Kesê ku yekem car têkiliya matematîkê bi felsefeyê re daniye, dîsa Pythagos e. 

Pythagorasê fîlozofê Yewnanî, ew kes e ku gotiye <Xebitîna gerdûna madî, bi têgînên matematîkî dikare were vegotin.> 

Ev ramana wî, di destê mirovan de bû yek ji wan  ramanên herî berhemdar. Ji dema Pythagoras ve matematîk, ligel felsefe û zanistê berfireh bû û bi pêş ket. Hinek fîlozofên mezin, di heman demê de matematîkzanên mezin bûn jî. Mesela Descartesî weke qadekî geometriya analîtîk dîtiye/kifş kiriye û Leîbnizî jî hesabê dîtiye.  

Di nav fîlozofên beriya Platon dê kesê ku herî zêde bandûrê li ramana felsefeya Rovavayê kiriye, bêguman Pythagoras e. Ya rast gelek ramanên ku weke ramanên Platon têne zanîn, bingeha wan ramanên Pythagos in û ji layê Platon ve hatine bikaranîn û vejandin.    

Mesela ramana <zanayiyên me, yên jiyana me ya berê ne.> û ramana <sazûmana matematîkî, xwe li hemû dorhêla cîhana fizîkî rapêçaye.> ramanên berbiçav in.  

Di roja me ya îroyîn de di têgihiştin û naskirina gerdûnê de, bêguman rola matematîkê gelekî mezin û girîng e. Gerdûn, ji xala xwe ya herî dûr bigrin ta xala xwe ya herî nêzîk; bi têgehên matematîkî têne binavkirin/vegotin û xwediyê, avahiyeka bi vî rengî ye. Ramana ku Einstein û gelek zanyarên din ber bi baweriya xwedayekî ku li pişt gerdûnê ye ve ajotiye, dîsa ev raman e. Ev ramana <Hemû tiştên ku di gerdûnê de hene, dikarin bi hejmaran werin vegotin> dûvre, ji aliyê Platonî ve jî, bi awayekî berfireh hatiye bikaranîn. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com 

15.10.2014 

Jêder

1- Antolojiya Fîlozofan. Ali Gurdilî.

2- Profesor Bryan Magee. Kurteçîroka Felsefeyê. Weş. Dost. 

Bersivekê binivîsin